Gotar

Kurd ji ku hatin (6)

Zahra Ramadan
URARTUYÎ( XALDÎ)(BZ1300-615)
BZ di sala1300ê de derketin pêş û qralê wan ê pêşîn ARAME ye .Urartuyan, bi
Naîriyan re dewlet ava kir .paytexta wê TÛŞBA ya li devê gola Wanê ye. BZ di
salên 1300-1200ê de Asûriyan tim êrîş dibirin ser Mîtanî û   Hurriyan
û zilmek dijwar li wan dikir.  Piştî felişîna Mîtaniyan gelek baskên
Hûrriyan xwe kirin yek û xwestin qraltiyan ava bikin.  Qraltiyên bakûr bi
awayê konfedral hebûna xwe parastin. BZ di 835de hemo qralyeta xwe kir yek û di
bin serkêşiya Sardurê lê de dewletek xurt ava kirin .
Urartuyan BZ di salên 810-775ê ji Azerbeycana ÎRANÊ heta Ermenîstana îro seranser,  beşek Kurdistana Başûr a îro, rojava jî heta Qizilirmaxê û ji wir jî heta ber perên Deryaspî tev xistin bin destê xwe. BZ di Sala 740ê de Asûrî bi xwe ve hatin û Suriye ji nav lepên Urartuyan stand. BZ di salên 735-714 de Asûriya êrîşên mezin birin ser welatê Urartu û şikestinên mezin li wan peyda kirin. Ermenî jî ji rojava hatin û li welatê Urartu bi cî bûn. BZ di Sala 615 de Med xurt bûn û ev dever giş vegirtin. Îstît jî têk birin. Mîmariya Urartu, kargûzariya metalîk gelekî bi pêşketî bû. Urartuyî di warê nikirandina zinar û avdaniyê de jî gelekî jîr bûn. Keleya Wanê , Çawuştepe, Adil Cewaz, Bêgirî, Palo, Mazgîrt, Baxin kele şarên girîng ên Şaristaniya Urartu ne. Rê , bend, Cobarên wan bin av û dengin. Di warên zêrîngirî, zîvkarî , çandinî û şerabê de li pêş bûne. Urartuyan berê nivîsa Mîxî bi kar anî, pişt re nivîsa Hiyargolîf ku xwemalî wan e, bikar anîn. Xwedayên wan  pir bûn. Ji vana ê herî mezin XALDÎ-XADÎ(xwedî), yê dîtir jî TEÛŞBA ye.

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…