Çemê Ceqceq miçiqîye!

Konê Reş 
  Ezbenî! Ji dema ku çemê Ceqceq miçiqîye,
zeviyan xatir ji me xwestine û di kolanên Qamişlo re derketine.. Ji wê demê ve
Ezbenî ewa koçer sermê û germê li xwe dike.. Dêmên dayikan li ber rivîna agirê
tenûrê diqemire.. Erê ji wê hingê ezbenî sozên me li darin..
  Belê ezbenî em herdû- ez û dem- li ber
hevin û di kevinbûnê de perrixîn e. Em ji wan dîwarên ku di biçûkaniyê de- me
xêzik li ser wan çêdikir- pîrtir bûne.. Gelo ew zarokbûn winda bûye û êdî,
em nema bi ser vedibin?   Çendî dixwazim nêçîra zaroktiyeke din bikim..
Gelo tu jî wek min î? Te divê ku tu nêçîra zaroktiyeke din bikî? Careke din di beriya Mêrdînê de bibezî, ji nav toz û ecacoka gundên pir belav, derkevî û berê xwe bidî Qamişlo..?! 
  Mane Çemê Ceqceq miçiqiye, nema Serxetî û Binxetî bi ava wê têr vedixwin..! Qamişlo xerîb bûye û em bûne xerîb..!! Gelo em xwe bidin ber pala kîjan çiyayî, kîjan zinarî? Kîjan bajar dikare me biparêze?! Em destên xwe ji kê re bilind û dirêj bikin? 
  Erê em herdû ji kevinbûnê rizyane, bêtir ji Nebîza tiriyê rezên Omeriyan.. Bêtir ji çîrokên dara Çinarê..! Tevî ku, em herdû wek du biyaniyan e. Payîz jî her roj, her kêlîk ji me qut nabe, bi me re dikulkule û pelên darên xwe yên zer bi ser dil û huşê me de diweşîne.. 
Konê Reş, Qamişlo, 18.11.2016

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…

Xizan Şîlan

şev û rojên min

bi nalîn û keservedanên kûr

dibihurin

hinavên şewitî

bûye cîhê gund û bajarên

hilweşiyayî

henasa gewriya fetisî

ji bayê havînên nerm

werdigirim

rengê keskesora derûniya min

çilmisî

li ser axa şaristaniyê

koçberî û derbederî…