Kurd ji ku hatin ( 3 )

Zahra ramadan
SERDEMA HURRIYAN( B.Z3000-700)
BZ ji salên 3000 ê heta bi peydebûna Medan (BZ700) ji vê heyam 2300 salî a
dîroka Kurdistanê re serdema Hurriyan tê gotin. Di vê pêlê de bêhejmar qraltî û
şaredewlet hatine danîn.
-Belgeya herî kevin a bi zimanê Hurrîk li bajarê Urkêş( Amûd) hatiye
verdestkirin. (Derbarê parastina nimêjgehekê de ye )
-Ev nivîsar li ser tabletekê salên 2000ê ya BZ bi zimanê Hurî hatiye dariştin, li bajarê Urkêşê ji aliyê qral Tîş-Atal ve bo xweda Nergîl hatiye raberkiri. 
-Vê serdemê zimanê Aryenî geş daye.
-Li nêzî bajarê Kerkûk-Arapha li erdkolnên di Nuziyê de bi hezaran tabletên serdema 1550-1400ê ya BZ hatine bertavkirin. 
-Li Hîtîtê, Urartuyê  û Helebê bi şêweyekî cuda yên Hurrîk axaftin dihata kirin .
-Hinek qraltî û pernstiyên Hurriyan ev in : Kummuhu, Meldî, Gurgum, Ungî, Kaman,Kaska,Naîrî, Şupria, Urkêş, Muşkû, Namar,Subarû, Mard, Lulubi, Kardu, Zamua, Elippî, Mana û Gutî. 
BZ di salên 2000ê de bajarên girîng û pêşçav:Riha, Amed, Mêrdîn, Kerkûk, Nuzî. 
-Şaristaniya Hurî bi taybetî di warê mîtolojî, dîn û nivîsê de berhemên qewî çak li du xwe hiştine. 
Hurriyan nivîsa Mîxî bi kar tanîn. Nivîsa Hîtît û Hurrî ya Mîxî dişbiyan hev.
-Zimanê Hurrîkî  yek ji zimanên herî balkêş ê pêş Asyayî ye . Zimanê Hurî nemaye û zimanê herîk evin ê Proto-kurdî ye. 
-Zimanê Urartuyê verdawame zimanê Hurrîkî ye. Hecî Zimanê Mîtanî ye têkela Proto kurdiya Herîkî û kurdyê Aryenî ye. 
-Tuşattayê Qral Mîtaniyan ê herî pêşçav ê Hurî, sala1380-1350ê ya BZ nameyekê bi Hurrîkî û ji qral/ firewnê Misirê re dihinêre. 
-Xwedawenda Hurriyan”  HEPAT”e. Paşê ev nav dibe HEWA. 
-Teşûp, xwedayê bagerê Hepat Xwedawend, Şimagî xwedayê rojê, Kuşûx Xwedayê heyvê û Xwedayê stêrkan jî Şauşka ye .Hurriyan bo Xwedayên xwe yên çiyê jînavê Namnî û Hazzî danîne. 
-Mîtolojiya Hurriyan bandoreke zal li Hîtîtî, Fenîkeyî û Heleniyan kiriye.
-Belgeyên Gelgamêş ên li Hatuşaşê bi Akadî, Hîtîtkî û Hurrîkî hatine nivîsandin. 
-Kumarbî yê ku Xwedayê herîm ezin ê Hurriyan e. efsane ye . Wergera vê efsaneyê ya ji bandor li ser berh
emên Homeros ye. Ji Hitîtkiyê derbas nav fenîke û Helenan bûye. Gelekî bandor li ser berhemên Homeros û Hesîodosî hiştiye. 
-Di nav Hurriyan de dîn û ayîn li ser rêgaz û xîmên têkûz e. Rahîbên xurt ew bir êk dixist. Ji ber vê li nav welatê Hitîtan jî belav bûye. 
-Nivîsên li perestgeha Yazlikarya ya Hîtîtê bi zimanê Hurriyanî ne .
-Di warê mîmarî ,resmî,vazo û mohrê de xêra wan gihîştiye dîroka mirorahiyê.
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…