Şêr şêr e, çi mê ye çi nêr e Şêrejinek ji welatê min; Diya Fûad (Nazlî Xelîl)

Konê Reş
 
   Di dawiya çerxê
19an û destpêka çerxê 20an de navê çend jinên kurd di bakurî Kursustanê de bi
mêranî, merdî û cegerdarî dihat gotin wek: Xatê; diya Silêmanê Mistê, ku jinek
mêr bû di herêma Xerzan de. Şemê; diya Felîtê Quto, ew jî jinek mêr bû di
herêma Pêncînaran de. Perîxanê; diya Omer û Emînê Perîxanê di herêma Rema û
Bişêriyê de. Fesla
Anter; Diya nivîskarê Kurd Musa Anter di navçeya Nisêbînê de. Sebaretî Fesla
Anter dibêjin; jinek wek Axa
bû û mixtariya gundê xwe Zivingê dikir.
 Durra; jina Hemê Mihê ji eşîra Koçeka, dibêjin jinek nandan û sexî bû, deriyê wê ji mehcir, feqîr û fiqran re her dem vekirî bû. Sara Hesê; Jina Hesê Şemokî, ji mala Hesê Berekêt, dibêjin ku di herêma Hevêrkan de jinek zana, merd û şaraza bû.
   Piştî ku (Partî) di nav Kurdên Sûriyê de hat damezirandin, navê çend jinên kurd bi welatperweriyê derket. Ew jin tevlî tevgera Kurdî bûn, li kêleka zilamê kurd tekoşîn kirin û bûn piştgir ji siyasetmedarên kurd re wek; Fatma Şernexî; vê jina kurd wek kurdperwereke dilsoz gelek caran endamên Partî yên ku ji asayîşê direviyan xwe li mala wê digirtin û vedişartin. Wê, wek endamek partî xebat di nav tevgera niştimanî kurdî de li bajarê Qamişlo dikir. Keça Kurd, ku roja îro helbestvanek kurd e, Stîya Mele Ehmedê Şûzî; Wezîra Têllo, Meqbûla Têllo, Sînem keça Cegerxwîn, Emîna Çelengî.. Van jinan jî xebatek Kurdewariyê dikirin. Dikarim bêjim; ku ev jinên han û ji bil wan ve jî hebûn, ew ji pêşengên jinên kurd bûn di nav tevgera niştimanê de li Beriya Mêrdînê
   Belê sebaretî xanima hêja Nazlî Xelîl, ya ku bi navê (Diya Fûad) naskiriye, ji van yekan tevan bi cuda ye. Cudabûna wê ku guhdana wê bi rewşenbîr, nivîskar, helbestvan û dengbêjên gelê wê heye.
Ma kî ji rewşenbîr, helbestvan û hunermend di nav kurdên Sûriyê û Sovyêta Berê de heye û Diya Fûad (Nazlî Xelîl) û rêhevalê jiyanê wê Reşîd Abdulmecîd nas nake?
Ev jina kurd ya ku hezker, piştgir û alîkara nivîskar, helbestvan û hunermen û welatparêzê kurda ye. Her wiha alîkar û piştgirek bû ji qutabiyên kurdan re di zankoya Helebê de.
   Diya Fûad jinek xêrxwaz, mirovhez û welatperwer e. Wek ku min gotiye, gelek jinên kurd bi xisletên mêraniyê, merdiyê û serokhoziyê hatine naskirin, lê Diya Fûad ji wan cuda ye. Wê bi hezkirina xwe ji hunermend, helbestvan û nivîskarên kurdan re nav û dengê xwe belav kiriye. Mala wê li Helebê xweş hêlîn bû ji wan re û di serê tevan de seydayê Cegerxwîn, Hamid Bedirxan, Reşîd Hemo, Mehmûd Ezîz û gelekên din..
Di dawiya salên 1989an û destpêka salên 1990î de, dema ku nivîskar û helbestvanên kurd ji Ermenistanê hatin nav kurdên Sûriyê, mala wê li Helebê ji wan re xweş senter bû. Ji kesan ku lê bûne mêvan û alîkariya wan kiriye: Qenatê Kurdo, Eskerê Buyik, Tosinê Reşîd, Tîmor Xelîl, Eliyê Abdulrehman û gelekên din..
Di serdanek wê de, a bajarê Qamişlo, ez ligel çûm serdana gora Seydayê Cegerxwîn. Dema ku em derbasî ser gora Seyda bûn, wek yekê ku bi sir bikeve, dest pê kir û helbestên Cegerwîn gotin:
Cegerxwîn im ji van derda, li meydanê xwe zû berda, di nav bahoz û bagirda..  Û pêde çû û got: Min ji bo we gelek tişt, min dîwan û hin bivişt, gul ji avê bûye mişt.. Ez nizanim çi bêjim?! Û ji min fitilî û got: Konê Reş! Ez jî nizanim çi bêjim..
Piştî kirîza Sûriyê, diya Fûad jî, wek gelek xelkên Sûriyê ji neçarî koçberî welatê Swêdê bûye, jiyana xwe bi kul û xem, di nav hisreta Efrîn û Helebê de derbas dike. Belê xema wê ya mezin ku careke din Efrînê bibîne û dûrî Efrîn koça dawî neke.. Li gor ku ez agahdarim ew di rewşek derûnî ya nexweş de derbas dibe..
Nazlî Xelîl (Diya Fûad), di sala 1938an de li Efrînê, çêbûye.
Ez temenekî dirêj di xweşiyê de jêre hevî dikim.
Hêjaye gotinê, piştî kockirina helbestvanê navdar Hamid Bedirxan, wê tev berhemên wî li ser hesabê xwe bi Erebî û Kurdî çap kirin û belaş li xelkê belav kirin. Îro roj hewcedariya me bi jinên wek Diya Fuad heye.
 
Konê Reş, Qamişlo
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

London – Di çarçoveya projeya wergerandina wêjeya Erebistana Siûdî de ya ji bo zimanê kurdî, ku ji alîyê Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî ve tê piştgirîkirin û ji alîyê Weşanxaneya Ramînayê ve bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, tê meşandin, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Sîberdar» a…

Piştî ku em bi navê Nûneratiya ENKS li Ewropa beşdarî Kongreya yekem ya zimanê kurdî li Elmaniya , ya ku roja Şemiyê 27.06.2026 li bajarê Düsseldorf hate lidarxistin, me peyameke pîrozbahiyê arasteyî kongreyê kir.

Di heman demê de me nûçeyek li ser vê bûyerê bi zimanê kurdî û erebî belav…

Bi vexwendina Yekîtiya Revenda Kurdî, Nûneratiya Ewrûpayê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, beşdarî karûbarên Kongreya Yekem a Federal a Zimanê Kurdî bû. Di kongreyê de komek ji akademîsyen, lêkolîner, siyasetmedar û nûnerên saziyên perwerdeyî yên kurdî beşdar bûn. Armanca vê kongreyê xurtkirina hewildanên parastina zimanê kurdî û parastina nasnameya çandî ya…

Dr. Mehmûd Abbas

Çima têkoşîna Kurdî hewceyê nûnasandinê ye?

Di dirêjahiya zêdetir ji sed salan de، gelê Kurd yek ji dirêjtirîn rêyên têkoşîna ramyarî li Rojhilata Navîn derbas kir. Ji piştî hilweşîna desthilata Osmanî، û dabeşbûna Kurdistanê di navbera çar welatên herêmî de، tevgera Kurdî ket rêyeke dirêj a berxwedana ramyarî û…