KOÇBERÎ ÊŞ Û AZAR E

Vejîna Kurd 
 
Di
dirêjiya dîroka mirovahiyê de, koçberî bi şêweyên xwe yên curbecur di hemû
civakan de çêbûye û sedemên wê jî curbecur in. Piştî şerê cihanê yê diwemîn
cara yekê ye ku mezintir pêla koçberan di sedsala bîst û yekê de ji Rojhilata
Navîn berve Ewropa û seranserî cîhanê ve diçe,
Di
van çend salên ku Sûriyê di qeyranekê re derbas dibe de, piraniya xelkê Sûriyê
bûne mişext û penaber û hîn rêjeya wan bilintir dibe,  ji ber wê jî, li ser ekranên telefizyonan, di
hemû alavên ragihandinê de, û li ser maseya dewletên mezin ev rûdaw bûye mijara
gengeşekirinê, lê çare ne diyar e.
Hin ji sedemên vê koçberiyê yên sereke ev in: Şerê navxweyî, têkçûna ewlehiyê, rewşa aborî ya ku roj bi roj jiyana xelkê dijwar û pirasteng dike, lihevnekirina aliyên siyasî û nediyarbûna çareya vê qeyranê. Yanê xelkê Sûriyê neçar e, ku berê xwe bide welatên cîhanê û jiyaneke bi ewlehî û baştir ji xwe û zarokên xwe re peyda bikin.
Çendî rê li pêş koçberan hatine astengkirin, dijwarî pir bûne û hin dewletan jî koçberên Sûriyê xistine bazara berjewendiyên xwe, tevlî wê jî zincîra vê koçberiyê ranewestiye, û roj bi roj bi riyên curbecur koçber berê xwe didin sînoran û ji aliyê perehez û rêberên sînoran ve tên xapandin û rastî êş û azaran tên. Ne tenê weha, lêbelê pir ji wan jiyana xwe ji dest didin, hin birîndar û seqet dibin, hin jî di navbera sînoran de asê dimînin.
Koçberî kul, êş û azar e, dîmena zarokê sê salî, Alanê Kurd, yê ku bû qurbana pêlan û laşê wî li kenarê deryaya Sipî hate dîtin, wijdanê mirovatiyê bi tevahî hejand û bû simbola tirajîdiya derd û  birînên miletekî bindest. Alan ji mirinekê bere mirinekê diçû, lê wî nizanîbû ku ewê peravên deryayê jî bi girî bike.
Di pêvejoya dîrokî ya civakan de, koçberî ji aliyê sedem û encaman ve gelek ziyanbar e, û bi taybet ji bo civaka Kurd, ji ber ku xêrnexwezên Kurdan ji berê û paşê de çavên xwe ji Kurdan sor in, û hewil didin ku me ji xaka Kurdistanê derxînin, lê mixabin îro armanca wan bi destên me pêk tê. Dema ku Kurd koçber dibin, ew mal, zevî û her tiştekî xwe difiroşin û kesên Ereb li şûn wan cih digirin û herweha herêmên kurdî ji wan vala dibin û guhertinên demografî bi şêweyên pilankirî di herêmên kurdî de peyda dibin. 
Li aliyekî din ne hêsan e, ku koçberên Kurd kanribin xwe û zarokên xwe ji çanda ew civaka biyan biparêzin, û  pir zor e ku ew li welêt vegerin. Belê  hatiye dupatkirin ku bi demê re ewê di wê civakê de werin pişaftin, û nifşek li pey nifşekî dê winda bibe. Ji ber wê jî koçberiya Kurdên Rojavayê Kurdistanê bi ev rêjeya bilind cihê metirsîneke mezin e, divê pêşî lê were girtin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…