Qamîşlê ye ne Qamişlo ye

Konê Reş
 
Di roja 20 tebaxa 2016an de (90) sal
di ser avakirina bajarê Qamişlo re derbas dibe. Di vê rojê de, berî 90 salî
generalê Fransî (B. Terrier) û hevalên xwe bingehê qijleya leşkerî û Serayê li
cihên ku niha lê ne danîne. Bi demê re Cihû, Siryan, Ermen, ereb û Kurdên
derdorê li dor wan û aşê avê yê Qidûr Beg kom bûn û wiha di nav salan de bajarê
Qamişlokê hat avakirin.
Tê bîra min, dema em zarok bûn li
gund, bavê min digot; ezê herim Qamişlokê.. Gotina Qamişlokê bikar tanî.. Kesî
nedigot Qamişlo an Qamişliyê.. Dengbêjan jî, wek Ûsivê Çelebî, Hisênê Omerî û
Hizniyê Selîm di stranên xwe de Qamişlokê bikar anîne..
Lê niha, tev Kurd, di weşan û medya xwe de Qamişlo bikar tînin. Di baweriya min de bikaranîna peyva Qamişlo şaş e. Ji ber ku navê wê ji navê Qamîşê hatiye girtin, ew qamîşa ku bi pirbûn li dor çemê Ceqceq şîn dihat. Gerek em bêjin; Qamîşlê an Qamişlê. Qamişlokê biçûkirina Qamîşlê ye. Ma çêdibe em ji gundê (Agûlê) re bêjin Agûlo?! Navê wê jî, ji navê tûmê Agûla ku bi pirbûn li ser bênderên wê şîn dihat, hatiye girtin..

Çima Qamişlê bi Qamişlo hat guhertin?
Piştî bûyerên adara 2004an, doktorekî kurd di nexweşxaneya niştimanî de li Qamişlê kardikir, carekê li ser doseya nexweşekî kurd navê (Qamişlo) dinivîsîne.. Ev gotin bi serokê nexweşxaneyê yê ereb û nijadperest nexweş tê.. Ji werê doktorê kurd bi wê (O), navê Qamişlo kiriye Kurdî û di encam de doktorê kurd ji nexweşxaneyê tê bidûr xistin.. Dûrxistina wî di nav gel de belav bû.. Rêxistinên kurdan jî ev yek protesto kirin û ji berê ve navê Qamişlo bikar anîn..  Ji wê hingê ve an salê ve navê rêxistinên kurdan navê (Qamişlo) di weşan û medya xwe de bi bikar tînîn.
A rast gerek em gotina (Qamişlê) an (Qamîşlê) bikar bînin.. Anku cihê ku geyayê Qamîşê bi pirbûn lê şîn dibe. Qamîşlê gotinek kurdî ya orjînale.. Ne tirkiye wek ku hin dibêjin, dibe ku Tirkan ji me dizî be wek gelek gotinên din.. Qamîş, Qamir, Zil, Çît, Berdî tev ji yek malbata geyayê ku li ber avê şîn dibin. Ji vê malbatê Qamîş bi pirbûn li dor peravê çemê Ceqceq şîn dihat û ji ber vê yekê navê Qamîşlê an Qamîşlokê li bajar hatiye kirin.
Hûn dikarin li ser dergehê şaredariya bajarê Qamîşlê mêze bike bê Fransîzan çi nivîsandiye.. (Qamişlîye) Danîne..

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr. Mehmûd Abbas

Bi dehsalan e ku di beşeke berfireh ji gotara ramyarî û çandî ya Kurdî de, nûnerê Kurd Hesen Xeyrî Beg wek yek ji wan kesan hatiye pêşkêşkirin ku navê wan bi «welatfiroşiyê» ve hatiye girêdan. Ewqas ku hemû jiyana wî di helwestekê de hatiye kurtkirin; helwestek ku wî di yek ji hestiyartirîn û…

Bavê Zozanê

Îro 23.08 2026 li Essen ê li Almanya, kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi beşdariyeke berfireh ji endaman di atmosfêreke erênî de û bi giyanekî berpirsiyarî hat lidarxistin.

Di kongir de endamên saziyê ji Almanya, Sûriye, Kurdistana Iraqê, Norwêc û Keneda û…

Silêman, Bavê Sîpan
Dayê tu mestire
Ji hemî Gotinan
Tacek ji lal û zêr
Li ser serê mine

Carkê tu soz bide
Min bi tenê nehêle
Durbûne te ji min
Deryayek bê pêle

Çiqas pesn bidim
Ji bo te hindike
Yek dîtin ji te …
Bûharê geş dike

Tu mestire mestir
Ji pesn û Gotinan
Bihuştê qet nabim
Kû tu li ba mine…

Tarî nabe li min
Tu yê Find û Çirea
Ez penaberim…

Şivan Elwan

Kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî Ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê îro di 23ê Tebaxa 2026an de li bajarê Essenê yê Almanyayê bi serkeftî hate lidarxistin û bi dawî hat
di vê kongirê girîng de gelek endam û nûnerên Yekîtiyê beşdar bûn hin ji wan bi awayê rasterast hatin amade bûn û hinên din…