26 Nîsanê Rojbûna Mîr Celadet Alî Bedirxan e Werim Em Wî Bibîr Bînin!

Konê Reş
 Mîr Celadet Alî Bedirxan, ev lehengê kurd, yê ku tev jiyana xwe li ser du eniyên şer, di ber mafê gelê xwe de xerc kiriye; di destpêkê de, bi siyasetê mijûl bûye û hêza xwe di şerê polîtîkî de mizaxtiye, paşê û piştî ku tev derfetên polîtîkî û şoreşgerî li ba hatine girtin, berê xwe daye eniya rewşenbîrî û rojnamevaniyê û tev jiyana xwe jê re terxan kiriye.
 Werin em ê bi hev re, rojbûna wî bibîr bînin û pîroz bikin.
mîr Celadet bi bav, ap, bira, pismam û gelekên din ji welatparêz û evîndarên kurdayetiyê re sekiniye û bi wan re beşdarî avakirin û sazkirina piraniya komele û saziyên ko li Stenbolê hatine damezirandin bûye.Di sala 1927an de, ew yekî sereke bû ji hîmdarên avakirina komela “Xoybûnê” li Beyrûtê.
Di roja 15 gulana 1932an de kovara HAWARê, bi tîpên latînî weşandiye, ew tîpên ku wî ji zimanê kurdî bijartibûn, piştî xebatekê ku 13 salan pê re dûm kir. û di rûpelê pêşî de wiha gotiye: Hawar dengê zanînê ye, zanîn xwemnasîne, xwemnasîn ji me re riya felat û xweşiyê vedike. Her kesê ko xwe nas bike, dikare xwe bide naskirin. Hawara me berî her tiştî, heyina zimanê me dê bide naskirin, lewma ko ziman şertê heyînê a pêşî ye.
Bi weşandina kovara Hawarê re, yekemîn care di dîroka Kurdan de ku zimanê kurdî bi tîpên latînî tê nivîsandin.
Ji vê kovarê 57 hejmar hatine weşandin. Ev kovar bi du zimanan, kurdî û firansî, dihat weşandin. 
Naveroka hawarê bêtir li ser van babetan belav dibû: Alfabeya kurdî, zimanê kurdî, giramêra kurdî, ferhenga kurdî, hem jî stûnek ji zarokan re û quncikek bijîşkî û tendurustî jî tê de hebû..
Gelek nivîskarên Kurdan bi rêya Hawarê nav û deng dane, wek: Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrî Can, Dr. Nureddîn Zaza, Reşîdê Kurd, Hesen Hişiyar. Jixwe Qedrî Can wek nûxariyê Hawarê tê naskirin.
Di sala 1942an de, mîr Celader kovarek din, bi navê “Ronahî” di gel kovara Hawarê weşandiye, ev kovar jî bi kurdiya latînî li Şamê dihat çap û belavkirin.
Bi saya mîr mîr Celadet Bedirxan zimanê kurdî bûye xwedî alfabeyek xweser, ku roja îro piraniya kurdan bi alfabeya wî dixwînin û dinîvisînin.
Eger mirov li dîroka malbata Bedirxaniyan vegere û berpêl bike, wê bibîne ku Bedirxanî bi tevayî di sirgûn û zîvariyan de hatine kuştin û mirin û ev yek bi tena xwe xweş nîşane ji dilsozî û wefadariya wan re.. Pêwîste em navê wan bi tîpên zêrîn di dîroka gelê xwe de binivîsînin.
Sed rehmet li giyanê tev referên malbata Bedirxaniyan bibare, bihuşt cih û warê wan be.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…