Rikberiya Sûrî! … Çima Vir Û Sixêf?!

Rozad Elî / Desteya sernivîser * 
Piştî ku pirojeya Federaliya Roava-Bakurê Sûryê ji hêla hin alî û partiyên kurdî û kesayetîne ji pêkhateyên Bakurê Sûryê ve hate ragihandin, helwestên rengereng û bêhinteng ji hin karbidest û peyvdarên sazûmana sûrî û rikberiya sûrî ya siyasî de derketin. Hin ji wan gotinan dûrî sinciyê bûn, daketin astên pir kêm û nizim, û hîç ne li gora bejnûbala siyasetmedarên dewletan bûn!.
Bi rastî jî, çend gotin û helwestên pir tûj û balkêş di dermafê gelê Kurd de hatin kirin, wan gotinan û xwedanên wan, ne tenê mirovê Kurd êşandin, wan bala dostên wî jî kişand ser rastiya helwesta nijadperestiya erebî!. 
Mirov dipirse, çi sûde ji gelê Sûryê re di nizimkirina kesayeta mirovê Kurd û civaka kurdî de heye, daku ew bê şerm, bê ku li ber xwe bikevin, ji dîrokê jî fedî nekin, û rabin çel milyon Kurd wek boyekerên solan û berdestên xwaringeh û çayxanan salix bidin?! Û çi sûde ji paşeroja (şoreşa rikberiya) sûrî re heye jî, ku dîrok, xaknîgarî û hemî rastiyên ku li ser zemînê hene, nebînin û binpê bikin?! Ew çawa kanin bêjin, ku tenê çend hezar Kurd li Sûryê hene, ew jî li deverên Sûryê belavkirî ne, û piştî damezrandina dewleta Sûryê ji serxetê (Kurdistana Tirkiyê) darbas Sûryê bûne, lewre jî, ew ne xwedî xak û mafên netewî ne?!. 
Ji bo van virûvûtên erzan, ku ji devê hin kesên erzan derdikevin, û belkî hîn jî werin gotin, pir pêwîst nake, ku eger her yek gotin kir tu kevirekî bavêjê! Çinkî, jerkî ku Sûryê wek dewlet hatiye binavkirin, û em jî di nav sînorên wê de bûne welatî, dîroka gelê Kurd li Sûryê, kultura û sincî, rabûnrûniştin û danûstandin, tevger û xebat, pakî û dilsozî û hemî war û karûbarên jiyana mirovê Kurd,, ew hemî ji me re şahid û nêrevan in, ku em li Sûryê -wek gel, civak û kes jî- em ji erk û stubariyên xwe re beşekî dilsoz in; loma jî em, ji dîroka xwe û ji mafdariya mafên xwe piştrast in, û fedî nakin, û vir û gotinên mîna hindikirina hejmara Kurdan û gotinên din yên pîs jî, ciyê tinazî û henekan e, û tenê sazûman û rikber xwe pê riswa dikin û dibin ciyê tinaziyê. 
Lê li vir, û li derbarê rikberiyê û sazûmanê jî, pirsa giring ev e: Eger sazûmana Bais, bi nêrîn, raman, helwest û kiryarên xwe yên nijadperest, li dirêjiya pêncî salî baş hatiye naskirin, û ew nikane ji sepeta nijadperestiya teng derkeve, ew tiştekî ne seyre! Lê gava ku helwest, sixêf û derew ji kesên ku xwe (şoreşger) dibînin, û wek nûnerên (şoreşa gelê Sûryê) xwe didin nasîn dertên, ew kes û alî dibin ciyê guman û mixabinyeke mezin, û ciyê hezar pirsên îjdil jî! Wê lomê, em bi bawer in, ku çi helwestên bê pîvan, û bêhina jijadperestiyê jê tê, ku ji berpirsên rikberiyê û sazûmanê jî dertên, ew ne tenê ji encama raman û çanda Be`is ya kufkî ne, baweriya tekûz ew e, ku destên dewletên ku neyarên Kurdan jî di paş de hene. 
Em dibînin, tenê sê tişt kanin helwestên vir, sixêf û nijaperestiyê ji me re rave bikin, ew jî:  
Yek: Piraniya kesên ku roja îro bûne rikeber, û serkêşiya saziyên wê yên siyasî û diplomasî dikin, ji pêsîra Nijadperestiyê mêtine û bi ramanê Partiya Be`is mezin bûne, lewre jî, mîna kûpiyekê ku ji koka xwe qirêjtir xuya dibin! Eger berpirsên sazûmanê gotinên xwe -yên xerab û nîvxerab jî- bi pîvan û bi siyaset dikin, lê peyayên rikberiyê, helwestên xwe yên siyasî yên kevnerêç û regezperest, rût û tazî dibêjin, û hîç naxwazin hebûna gelê Kurd li Sûryê binasin. Ev jî ji paşeroja Sûryê re tiştekî pir buve û xerab e.
Didu: Rikberiya siyasî, nemaze ewa ku rayedarên wê li Stembûlê rûdinin, dîlên berjewendiyên rayedarên Anqerê ne, û li ser daxwaza destlata Tirkiyê, û li gora dilxwaziyên wê helwestan digirin. Ev jî rastiyek e, roj bi roj diyartir dibe, û kesek nikane înkar bike.
Rast e, ku gotin û helwestên regezperest û şovenîstan li dilê her Kurdekî dikevin û wan birîndar dikin; lê li aliyê din, eger pariyek namûs bi wan şovenîstan re mabe, û dixwazin bi cilên (şoreşgerî û demokrasiyê) xwe li pêş raya cîhanî fodil bikin, ew bi wan nêrîn û helwestan xwe yên rût û beloq xwe pir erzan dikin, rastiya xwe ya virek û nijaperst aşkere dikin, û şovenîstiya xwe jî, zelal û vekirî didin nasîn. Li aliyê din jî, doza gelê Kurd di azadî, demokrartî û wekheviyê de, li ba raya cîhanî ya giştî, berz, bilind û mafdartir dibe.
* Sergotara rojnama Newroz – hejmar / 119/ – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Silêman Bavê Sîpan

Ez Kurdim, li her derê
Nabê tiştek min biguherê

Ev zimanê min Kurdî ye
Min ji dayika xwe girtiye

Ne bi tirs û ne bi şerm
Serbilind im ez her dem

Kurdim ez, ji kok û reh
Kurd dimînim li her cih

Kurdî bo min,ne zimane
Ew dîrok e, ew jiyan e

Ew dengê bav û kalan e
Ew stranên…

Ezîz Xemcivîn

Kî li benda te bû
Kî li kolana dildariyê bendewara gulekê ji destê te bû?
Dildareka bêdeng im,
yarê min!

Evîndara bayê hênik û axa warekî me,
ne baskşikestî me,
ne bineka ketî me,
çima li şaneşîna evînê tu min nabînî,
yarê min?!

Roja evînê bi hêviyên neyar nayê girtin…
Sozên li hev badayî,
bi hêsanî…

Fewaz Ebdê

-1-

Ezbenî!
Herdû çavên te ji zaroktiyê re bexçene
Kenê te hêlana asîmên e.

-2-

Her ku li te dinerim ezbenîLanguage Resources
Zarokekî li paş sîberên salaln dibînim
Bi destê xweyî biçûk
evînê qenewîç dike.

-3-

Tu mîna zarokekî ji rîhanan hez dikî
û mîna ku hê nû te
temen vedîtibî
çîrokan dibêjî.

-4-

Çaxê tu di nav neviyên xwe de rûdinê
Temen kirasê xwe di ser xwe…

Dildar Aştî

Te rojekê
Kevirekî kelemî
ji rêçekê hilnekir
Te rojekê
Şûşeyekî şikestî
Ji ber lingên mendalekî ranekir

Te gulek tî
Di bexçeyê evînê de av neda
Te goleke meyayî
Li ramanê tev neda!..
Te berxeke windayî
Negihandiye nav kerî
Te pîreke rêwindayî
Negihandiye ber derî

Di şeveke bi tirs de
Çi nameya evînê te neguhest
Mafê peyveke tenê
Di civata padîşah de te nexwest
Te rojekê
Simbilekî ziviyê
Ji şewatê neparast
Ne li keviya rêyekê
Ne li…