Daxuyaniya Rûdawê li ser qedexekirina Rûdawê li Kantona Kobanî

Îro Kantona Kobanî, biryara qedexekirina Tora Medyayî ya Rûdawê li sînorê wê kantonê belav kir, herwiha ew jî qedexe kiriye ku rojnamevan û rûniştvanên din ên kantonê wek freelans nûçe û mijarên rojnamevaniyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re bişînin, û hişyariya wê yekê jî daye berpirs û dam û dezgehên kantonê ku nabe ti pêwendiyekê ligel Rûdawê girê bidin.
 

Tora Medyayî ya Rûdawê bi dilgiranî ve berê xwe dide wê biryara Kantona Kobanî û bi pêngaveke din a metirsîdar dizane bo rêgirtin ji azadiya karê rojnamevanî li Rojavayê Kurdistanê. Herwiha ev biryar berî hemû aliyekê, xelkê xweragir û wefadar ê Kobanî xemgîn kiriye, çimkî di dema êrişa DAIŞê bo ser Kobanî de, Tora Medyayî ya Rûdawê dengê Kobanî gihande hemû cîhanê û bûye çavkaniya sereke ya nûçeyên Kobanî bo hemû cîhanê. Ev biyar jî nikare Tora Medyayî ya Rûdawê û Kobanî ji hev veqetîne.

Di biryarê de hatiye, ku biryara qedexekirina karkirina Rûdawê heya wê demê dê berdeam be, ku Rûdaw siyaseta xwe biguhere. Ev e hizirkirinek bi tevahî îdolojîk û partiyane ye li hember karê medyayî, û serdemê wê cure hizirkirinê tenê li cem wan maye ku bi nêrîneke gellek kevn temaşeyê karê medyayî dikin. Tora Medyayî ya li gor bingehên pîşeyî û profesyonel ên karê medyayî hatiye damezrandin û kar dike, û di bin ti guvaşan de dest ji pêşkêşkirina xizmetguzariya gihandina nûçe û zanyariya bi şêweyeke profesyonel dest bernade.
 
Ev biryara kantona Kobanî piştî biryareke pêştir a Kantona Cizîrê tê, ku di meha Tebax a sala 2014ê de biryara qedexekirina karkirina tîmên Tora Medyayî ya Rûdawê li wê kantonê da, herwiha piştî ku hejmarek peyamnêr û kamêramanên Rûdawê ji aliyê hêzên Kantona Cizîrê û Efrînê ve hatin îşkencekirin û ji Rojavayê Kurdistanê hatin derxistin.
 
Tora Medyayî ya Rûdawê wiha dibîne, niha Rojavayê Kurdistanê  zêdetir ji her demekê pêwîstî bi wê yekê heye ku wêneyeke xweşik û demokratîk nîşanî derve bide, daku civaka navdewletî piştevaniyê lê bike û di wan guhertinên çaverêkirî yên li herêmê diqewimin de, parastina ezmûna wê parçeya Kurdistanê hebe, ji ber parastîbûna azadiyê têde. Lê belê bi qedexekirina medyaya azad û profesyonel tayedarên kantonan û yên li serveî wan jî nikarin wê rastiyê veşêrin, ku ewên daxwaza azadiyê dikin, her bi xwe azadiyê qedexe dikin.
 
Rûdaw çendîn caran bi rêyên cuda cuda hewl daye, wan birêzên ku li serveyî kantonan in û biryara dawî di destê wan de ye, gumanên wan li ser Rûdawê nehêlin û me hest kir di van demên dawiyê de têgihîştinek heye, bi taybet jî berî hefteyekê li Kobanî kamêrayeke desteserkirî ya Rûdawê bo peyamnêrê Rûdawê vegerandin, ku berî çend mehan dest bi ser de girtibûn, lê belê ev biryara bi navê Kantona Kobanî ve hatiye dan, carek din em dilgiran kirin. Ji ber wê jî cardin em bi vê rêyê û bi şahidiya xelkê Kurdistanê daxwaz ji wan birêzan dikin, li şûna qedexekirina karê mezintirîn û bi bandortirîn dezgeha medyayî ya Kurdistanê, hemû qedexekariyên li ser Rûdawê rakin û êdî peyamnêrê Rûdawê nerevînin, ev jî baştirîn rastkirina wan binpêkirinên azadiya karê medyayî ye.
 
Tora Medyayî ya Rûdawê
2016-02-25
Hewlêr – Başûrê Kurdistanê

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…