Ji Evina Rojên Kevin: Almanya û Semînera di Zankoya Frankfurtê de

Konê Reş

Li Almanya, di zivistana 1977an de, bûm yek ji endamên Komela Xwendekaranên Kurd li Ewrûpa (KSSE), şaxê Frankfurtê ya ku mêldarî Barzaniyan bû. Hingî pismamê min û xortekî Kurd ji Kurdistana başûr bi navê (Azadî) berpirsyarên wê bûn. Jina (Azadî) Almanî bû, dermanxaneyek wê li Frankfurt hebû, edrêsa min li ser mala wan bû. Di wan salan de dubendiyek xurt di navbera Barzaniya û Talabaniya de hebû. Şoreşa Barzanî ji likumandinê rizgar bibû û Idrîsê leheng bi gerimbûn ala şoreşa Gulanê bilind kiribû..

 Lê hîn jî, hin xortên Ewrûpa xwe didan pişta Telebanî û şerê Barzanî dikirin..! Komela Xwedekaranên kurd jî bibû du perçe; em hevalên Barzanî bûn. Carekê me hevalên Barzaniyan bihîst, ku semînerek li mênza zankoya Frankfurt heye, em bi çend otomobîlan çûn zankoyê ku em jî amade bibin.. Lê sed mixabin, ew xortên kurd yên ku mêldariya Talabanî dikirin ku pirên wan ji kurdên başûr û bakur bûn û hin ji xortên Sûriyê jî di nav wan de hebûn, bi kar û barê wê semînerê rabibûn, wan, rêk nedan me û nehiştin ku em derbas bibin û beşdariyê di wê semînerê de bikin.  Dawî, em polîpoşman zîvirîn malên xwe.. Bi rastî vê yekê ez ecêbmayî kirim; çawa li Almanya kurd nahêlin kurd beşdarî semînerke rewşenbîrî li dor kêşeya kurdî bibin.. Di encam de ez hatim hejandin.
 Hem jî ez li Almanya di rêka pismamê xwe Nasir de bûm yek ji endamên (Amnesty International), ewa ku di sala 1961ê de li Londonê, ji rex birêz Peter Benenson ve hatibû damezirandin û gelek şaxên wê li dewletên dinyê hatibûn vekirin..
Li bajarê Mainzê, berî ku ez vegerim Sûriyê min biryara xwe a nivîsandina bi zimanê kurdî ji hevalê xwe Îzzeddînê Çalî re got.. Nexasim ku li Frankfurt, li derneka kurdên tirkiyê, hin caran ez car caran çav bi rojnameya (Roja Welat) diketim.. Ew yekemîn car bû ku rojnameyekê bi zimanê kurdî tîpên latînî dibînim.. Ew rojname bi zimanê kurdî û tirkî bû..
Hingî min ji dostê xwe Îzzeddîn re got, ez ê vegerim sûriyê û dest bi nivîsandina zimanê kurdî bikim..
Li Frankfurtê min xortekî kurd ji bakurê Kurdistanê bi navê (Aydin) naskir, kêfa xwe ji min re tanî û ji min re digot: (Jina min Almaniye, kî ji kurdan here mala min û jêre bêje ez kurd im, wê bixwe û vexwe bê pirsyan..) Hem jî ji min re digot; (Mirovên min li Qamişlo, taxa Anteriyê hene..) Sed mixabin ku navê wan niha nayê bîra min…
Li Almanya, ez di serboriyek xweş û bi sûde re derbas bûm.. Belê, min derfetek zêrîn ji dest xwe berda?! Min karîbû mîr Dr. Kamîran Bedirxan bibînim, dema ku hatibû Bonê ji bo dostaniya Kurd û Almanan.. Lê sed mixabin min ew derfeta zêrîn ji dest xwe beda.. Belê, bi sehkirina navê wî re, pêre pêre bîranînan ez li çîrokên mîrekên Botan vegerandim, ewên ku di oda me de dihatin gotin..

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…