Rola Kurdan di Kirîza Sûriyê de

 Mihyedîn Şêx Allî*

Ev nêzî pênc salan e rewşa Sûriyê di sîngê weşanan de cî digire û di asta navdewletî de jî bi dehan kongir ji bo wê hatine lidarxistin. Çalakiyên ragihandinê yên curbecur hatine bikaranîn û di raya giştî de rola xwe lîstine.
Lê, baş xuya bûye, ku li ba piraniya hemwelatiyên civaka Sûrî û di çavên wan de, ewqas nemane ciyê rêzgirtinê, ji ber ku, hema bi kurtî, ewqas TV, Encûmen, sozên serok û wezîran, rê li ber şerê qirêj teng nekiriye, carina jî bi peyvên qelew û durişmên gerim, ew agira hatiye gurkirin û hêjî berdewam dike. Bê guman jiyan û berjewendiyên civakê û yên me hemiyan, berî her tiştî di rawestandina xwînherikandinê de ye.

Di despêka kirîza Sûriyê de, Turkiya AKP-ê, çi aşkere, çi bi dizî, di germkirin û gurkirina hinde hêz û partiyên opozosyona Sûriyê de, xwedî roleke sereke bû. Li bajarê Antaliya kongira Encûmena Niştîmanî ya Sûrî bi serkêşiya (Îslama siyasî) hate hembêzkirin. Dûv re, ev Encûmen hate berfirehkirin, kiwalisyona hêzên şoreş û opozosyonê (Îtîlaf) nav lê bû, û Istenbol jê re bû cîwar û navend, ji bilî bajarên dî, mîna Gazî Entap, Antakiya, Reyhanlî, Şanli Urfa, … hwd.
Di siha vê kiwalisyonê de û bi rêdana hin karbedestên Turkiyê, bi hezaran kadro û kesên (mucahîd) û dilxwazên rêbaza rêxistina El-Qaîde (Ûsame Binladin, Ebo Miseb Zerqawî, Mille Umer, Eymen Zewahirî) derbazî hundirê Sûriyê bûn, û ji hêla beşek ji civaka Sûrî de hatin pêşwazkirin, û di bin durişmên serhildana gelê Sûrî de sûd û alîkarî dîtin û cî girtin. Vêca, têkoşîn û serîhildana gelê Sûrî ya aştiyane, ya ku rûmet û azadî ji xwe re kiribû armanc, ji riya xwe derket û beravêtî bû. Ji xwe, desthilatdariya rijîmê jî, çav li rê bû, û bi gelek şêwe û pîlanan hewil dida, ku ew serhildana dadmend bişimite, dest bi karê çekdariyê bike û berê xwe bide derve û hêviyan li ser sozan ava bike .
Di çerçewa vê tabloyê de, piraniya cemawerê Kurd li Bakurê Sûriyê karîbû pêşiya xwe bibîne û nebe destik. Lewre jî, ew îro xwedî roleke erênî û balkêş e, nemaze ligel pêkhateyên Ereb, Suryan-Kildo-Aşor… û HWD, li seranserî herêmên Cizîrê, Kobanê, Girê Sipî (Til Ebyed), Şêx Meqsûda Helebê û Efrîna Kurdaxê, li beramber piroje û metirsiyên terora rêxistina Daîş û Cebhit El-nusra bi serkeftî têdikoşe û li ber xwe dide, loma jî, di qada navdweletî û li ba rêxistinên civaka sivîl li seranserî cîhanê, bûye ciyê rêzgirtinekê, û bi rastî dihêle mirov bêje: Kurd di kirîza Sûriyê de rûsipî û xwedî roleke erênî ne.
Hinde dezgehên ragihandinê, di bin bandor û kartêkirina helwestên serokatiya kiwalisyonê de, dixwazin rastiyên bûyeran berûvajî bikin, dibêjin hêza Kurdan li bakurê Sûriyê YPG – YPJ, Turkmen û Ereban qir dikin !, Kurd cudaxwazin û hewl didin Sûriyê parçe bikin !!
Hêjayî gotinê ye, ku xwediyên van reklam û piropagandên neberpirsyar, li razîkirina AKP-ê û Îxwan Mislimînan digerin, bi ser de jî, şovenîzman li dijî gelê Kurd gur dikin.
Çendî newekhevî û hinde nakokî jî di çerçewa tevgera azadîxwaz a Kurd de hebin, lê bi tevahî, rasterast xwe li dijî hovîtiya teror û toximperestiyê dibîne, aştîxwaz û mirovhez in, lewre jî, canfîdayên gelê Kurd (çi Gerîla, Pêşmerge, YPG û YPJ…) di çavên xelkê de ciyê rêzgirtinê ne û di dilan de cî digrin.
Bawerî li cî ye, ku Kurdan bi gelemperî riya xwe nas kirine, û êdî baş dizanin, ku bela serê wan û metirsiya li dijî hebûn û berxwedana wan, ne Emrîka û Rûsiya ne, ne jî Çîn û Japon in … Neyar û bela serê Kurdan çand û siyaseta nijadperest, hovîtiya terorê û derdê nezaniyê bi xwe ye.
* Sergotara rojnama Newroz – hejmar / 115 / – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…