Simaîl Omer careke din

Heyder Omer

Berê min du caran li ser rehme lê Simaîl Omer nivisand û got jî, cara pêşî roja 24. 11. 2010 bi boneya 40rojiya kobûna wî bû. Û cara din roja 21. 10.2012 bi boneya bîranîna wî bû.
Vêca, bê ku careke din bi dirêjayî dubare bikin, hema bi kurtahî, dibêjim, ku cara pêşî min sê xalên giring di jiyana wî de nîşan kirin:
Yekem ew bû, ku wî ji xwe re ramanek peyda kiribû, pê bawer kir, û ta dawiya jiyana xwe ji bo wê ramanê xebitî. Ev yeka rûmetirîn awayên lehengiyê ye.

Duwem, ew bû, ku wî armanca xwe baş numa diyar kiribû, ku ji bo bi destxistina mafên kurd ên netewî di arewa Sûryayeke demikratîk de dixebitî. Diyarkirina armancan bi vî awayê numa û zelal dibe alîkarê veqetandina alavên bidesxistina wê armancê, vê lomê jî wî şûna xwe û ya partiya xwe di ragihandina Şamê de dît.
Sêyem jî, li hevkirina gotin û kirinê bû, ku nivîsîn û hevpeyvînên wî bi şûn xwe de hêştine, didin xuyan, ku ewî ti bergeh nedixist navbera gotin û kirinên xwe. Ev yeka ji hêla lebita wî de dilsoziya bi kar re dide xuyan, û ji hêla derûnî pisîkologî de jî kesayetiya li dûzan nîşan dike.
Cara duwem jî, piştî ku min bermayên wî nivîs û hevpeyvîn tev dan, ez gîhan sê xalên sereke, ew jî bi kurtahî ev bûn:
1 Ewî hemî kesayetî û rewşenbîrên xweser û hemî kesên welatparêz, wek endamên partiya xwe dijmartin; lê ji ber ku ewana ne endamên organîzekirî bûn, min têgeha (endamê rûmetê) bi ser wan ve kir. Nîşana xebitandina vî cûreyê endametiyê jî ew bû, ku gelek rewşenbîrên derveyî rêxistina partiya wî di rojname û kovarên partiyê di dixebitîn. Pê re jî têgeha (tevgera kurdî) firehtir bû, ku ne tenê hêzên partiyane, belê sîwana xwe da ser hemî hêzên civakê û rewşenbîr û nivîsevan û kesayetiyên civakî jî. 
2. Helwesta wî li hember pergala parebûna tevgera kurdî. Ew bi tundî bi rûwê vê pergalê de radibû, vê lomê jî partiya wî endamekî (hevbendiya demikrat a Kurd) bû, ya ku wek gavekê li ser riya areserkirina pergala pareebûnê dinerxand, û gava (eniya demikrat a Kurd) hate demezirandin, ewî ev yeka wek gaveke din ber bi areserkirin pergala parebûnê de nirxand.
3. Evê helwesta wî ya li hember pergala parebûnê, rê li pêş wî û partiya wî vekir, ku hizra girêdana (kongira niştimanî kurdî) berdin holê, da ev kongir rêvibiriya kurdî hilbijêre. Ev yeka jî piştî kobûna wî pêk hat, kongir hat girêdan, û encûmena niştimanî kurdî hate damezirandin, lê mixabin ev encûmen piştî sê-ar salan hîn jî di karê xwe de dilukume.
Ji van xalan pê ve mofirkine din di rêveûna polîtîkî ya rehme lê Simaîl Omer de hene, lê mixabin ewî nekiribûn mijara gotarekê yan nivîsekê, belê di nav gotin û lebitên wî re diyar dibûn, ew kesên ji wî ve pir nêzîk bûn dikarin wan xalan aşkere bikin, û roniya bidin ser.
Beriya du-sê hefteyan hevpêşeyê me Dilawer Zengî di posteke fêsbokî de bal kişand ser du xalan:
Yekem ew bû, ku beriya kobûna wî bi kurtedemekê Simaîl Omer ev pergala, ku naka Sûriyê tê de ye, texmîn kiribû, û weha û bû, ku rewşa hundirê Sûriyê dide xuyan, ku dema guhertineke mezin li vî welatî nêzîk bû ye.Ev yeka hem kûrbûna ezmûna wî ya polîtîkî, û hem jî dûrbîna wî dide xuyan.
Duwem jî ew bû, ku bi saya cefa û daxwaza wî 5 hejmarên dawî yên kovara Gelawêj, berî ku raweste, bi forma nû derûn. Ev yeka jî dide xuyan, ku ta i radeyê hewesdarê ziman û wêjeya kurdî bû, lê mixabin hevalên wî yên rêxistina Ewropa nikarîn hilkişîna asta vê helwesta wî ya nirxbilind, imkê ji dêvla wê helwestê geş û gumreh bikin, ewana kovara Pênûs, a ku wan derdixst, rawestandin, û deriyekî xizmetkariya ziman û wêje û rojnamegeriya kurdî girtin.
 Landenhagen, 17. 10. 2015
     

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…