Bajarê Cizîra Mîr Şeref (Botan) Landika Şaristaniya Mirovahiyê ye

Konê Reş

  Di baweriya min de bajarê Cizîra Botan an (Cizîra Mîr Şeref), wek ku di nav kurdan de hatiye naskirin; ji wan re mîna bajarê Mekke ye ji Ereban re. Zimanê wê jî ji kurdan re mîna zimanê Qureyşiyan e ji ereban re.. Ji kevin de û ta roja îro zimanê kurdî tekane zimanê axaftina xelkên wê ye.. Zimanê danûstandin û bazirganiya wê ye. Di roja îro de bajarê herî dawî ye di nav kurmancaxêvan de, ku bi tenê zimanê wê kurdî ye, zimanê kurdî parastiye û diparêze.

  Piştî ku serhildana Mîr Bedirxan di sala 1847 an de beravêtî bûye, mîr û malbata xwe di sirgunê de dûrî welatê Botan jiyana xwe derbas kirine û bi taybetî piştî damezirandina komara Kemalî di sala 1923 an de, şerê ziman, dîrok û hebûna kurdan bi tundî hatiye kirin. Anko ji 168 salan ve xelkên Cizîrê li ber xwe didin.
   Ji 92 salan ve, dagirkerên tirkan bi sedema ku zimanê kurdî nemîne, wan bi rêk û pêk şerê zimanê kurdî kirine. Zimanê kurdî wek sembola paşverûtî û nezaniyê destnîşan kirine û dikin. Û ne tenê wan dagirkeran, planên bişaftina çand û ziman li ser kurdan meşandine, lê belê wan xwestiye ku kurdan di her warî de paşketî û asîmîle bikin…
  Lê xelkên Botanê, di roja îro de şerm dikin ku bi hev re bi tirkî xeber bidin û biaxifin.. Xuyaya ku Mîrekên Botan, digel serhildan, nakokiyên xwebixweyî û têkçûnan, hişmendiyeke kurdewarî di herêma Botan de çandine. Her weha di bin desthilatiya wan Mîrekan de çandek kurdewarî hatiye afirandin û zimanê kurdî wek zimanekî şaristaniya pêşketî di nav çerx û dewranên salan de hatiye bikaranîn û cihê xwe girtiye û di encam de wêjeyek bi zimanê kurdî hatiye nivîsandin û gelek zanyar û rewşenbîr ji nav civaka Botan derketine. Nav û dengê gelekan ji wan di cihanê de belav bûye. Armanca dagirkeran ne tenê pişaftina çand û zimanê kurdî bû, belê wan xwestiye ku hişmendiya dîrokî jî, ya gelê Botan ji holê rakin.
  Li gor ku ji min ve hatiye nas kiririn, dîroka mîrnîşîna Mîrekên Botan a ku di herêmeke berfireh de, bi navê Mezopotamiya ye, dor hezar salî dûmkiriye.. Xelkên wê jî bi mêranî destûr nedane û nadin dagirkeran ku planên xwe bi rehetî derbas bikin, her dem û gav Botanî bûne kelem û asteng li pêşiya projeyên wan..
   Cizîra Mîr Şeref; Roka jiyanê ye. Landika şaristaniya mirovahiyê ye. Navendek ji navendên olên cîhanê ye. Deftera afirandina ramyariyê ye. Kaniya reseniya kurdewariyê ye. Keleha berxwedana azadî û zimanê kurdî ye. Heca kurda ye û bûka Mezra Bota (Mezopotamya) ye. Kurdino! Ji dest xwe bernedin.. Her yek ji rex xwe ve, dengê xwe bilind bikin. Bapîrên me ji mêj ve gotine: Rîh dibe bost, dijmin nabe dost.

Konê Reş, Qamişlo, 11.09.2015

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…