Di Roja Cîhanî ya Jinê de Rola Jina Kurd di Beriya Mêrdînê de

Konê Reş
 
   Bi min xweş e ku di di roja Cîhanî a Jinê de de karibim ronahiyê berdim ser rola jinê di civaka Kurdên Beriya Mêrdînê de.
Mebesta min ku ez ronahiyê berdim ser rola jinê di Beriya Mêrdînê de, rola jinê di civaka Kurdî de, rola jinê di mala kurdî de û vê gotina ku bav û kalên me gotiye: (Jin stûna malê ye), biçesipînim.. Erê rola mêr mezin e, lê barê giran li ser pişta jinê ye, jin stûna malê ye.
Erê nîvê civakê ye û wek ku diyar e, di vê serdemê de guhdanek mezin bi jinê heye.

Nexasim ji rex saziyên sivîl, dewletên demokrat û Netewên Yekgirtî ve û wiha ev dewlet û saziyên têvel bi hewildanin wê zilm û zora ku ji sedê salan ve li ser jinê tê meşandin, hilînin û nema bikin. Bêguman em kurd jî beşekin ji netewên cîhanê, gelek zilm û zor li jina Kurd jî bûye û hêjî dibe. Belê zilma ku li jina Kurd dibe, dubare ye; ji rexekî din ve civakî ye, wek a gelên cîranên me, ji rex rêjîmên kedxwar ve û ji rexekî ve bindestiya ku gelê Kurd bi tevayî têre derbas dibe, ji rex dagîrkeran ve..
   Tevî vê rewşa xerab a ku Kurdistan têre derbas bûye û dibe, gelê Kurd bi rûmet û rêzgirtinê li jinê mêze kiriye û derfetên berfireh di jiyana rojane de li ber vekirî hiştiye.. Di encam de jina Kurd di gelek waran de xwe parastiye, serê xwe hildaye û nav û deng daye.. Mirov dikare wan waran bi van xisletan bi nav bike: Merdî, mêranî, zanîn û huşmendî, wefadarî, deyax û cangorî..
      Yek ji jinên Beriya Mêrdînê yên ku di destpêka çerxê bîstan û vir de nav û deng dane Xensa Paşê ye.
Xensa Paşê an Xensa Xelecî: kebaniya Îbrahîm Paşayê Millî bû; Jinek jîr û jêhatî bû, xwedî kesayetiyek xurt û bi biryar bû. Di heyamê mêrê xwe îbrahîm Paşa de û di pey wî re jî, wê karîbû zarok û êla xwe a Millan di deverên teng re, bi serketin derbas bike.. Ew bû ya ku di şerê erebên Iniz û Şemeran de nav di mêrên Millan, Xelecan û Kîkan de dida û ji wan re digot; Yaxên we yaxên guran e. Anku yaxên guran jî pezkujin, yaxên we jî mêrkujin.. Ew keça Daoud Axa, pismamê Îsmaîl Axa serokê êla Xeleca bû, lê bi navê Xensa Îbrahîm Paş‏ dihat naskirin an bi navê Xensa Paşa. Piştî ku di payîza 1908 an de zilamê wê Îbrahîm Paşayê Millî li Sifeya, nêzîkî Kewkebê Millan canê xwe ji dest da û çû ber dilovaniya Xwedê û zarokên wî li Nisêbînê hatin girtin.. Xensa xatûn bi kar û barê êla Millan rabû û bi zîrekiya xwe zarokên xwe ji zindanê berdan.. Xensa xatûn xwedî rêz û rûmet bû li cem axayên Kurdan û keyaxên ereban, nîşana rêzgirtina wê ku, di hevdîtinan de serê wê maç dikirin..

 

Konê Reş, Qamişlo, 07.03.2015

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Silêman Bavê Sîpan

Ez Kurdim, li her derê
Nabê tiştek min biguherê

Ev zimanê min Kurdî ye
Min ji dayika xwe girtiye

Ne bi tirs û ne bi şerm
Serbilind im ez her dem

Kurdim ez, ji kok û reh
Kurd dimînim li her cih

Kurdî bo min,ne zimane
Ew dîrok e, ew jiyan e

Ew dengê bav û kalan e
Ew stranên…

Ezîz Xemcivîn

Kî li benda te bû
Kî li kolana dildariyê bendewara gulekê ji destê te bû?
Dildareka bêdeng im,
yarê min!

Evîndara bayê hênik û axa warekî me,
ne baskşikestî me,
ne bineka ketî me,
çima li şaneşîna evînê tu min nabînî,
yarê min?!

Roja evînê bi hêviyên neyar nayê girtin…
Sozên li hev badayî,
bi hêsanî…

Fewaz Ebdê

-1-

Ezbenî!
Herdû çavên te ji zaroktiyê re bexçene
Kenê te hêlana asîmên e.

-2-

Her ku li te dinerim ezbenîLanguage Resources
Zarokekî li paş sîberên salaln dibînim
Bi destê xweyî biçûk
evînê qenewîç dike.

-3-

Tu mîna zarokekî ji rîhanan hez dikî
û mîna ku hê nû te
temen vedîtibî
çîrokan dibêjî.

-4-

Çaxê tu di nav neviyên xwe de rûdinê
Temen kirasê xwe di ser xwe…

Dildar Aştî

Te rojekê
Kevirekî kelemî
ji rêçekê hilnekir
Te rojekê
Şûşeyekî şikestî
Ji ber lingên mendalekî ranekir

Te gulek tî
Di bexçeyê evînê de av neda
Te goleke meyayî
Li ramanê tev neda!..
Te berxeke windayî
Negihandiye nav kerî
Te pîreke rêwindayî
Negihandiye ber derî

Di şeveke bi tirs de
Çi nameya evînê te neguhest
Mafê peyveke tenê
Di civata padîşah de te nexwest
Te rojekê
Simbilekî ziviyê
Ji şewatê neparast
Ne li keviya rêyekê
Ne li…