Pênûsa Nû (kurdî) hejmara 31ê derket

Hejmara 31ê ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmarek tije nivîs û berhemên curbecur e… Di hejmara 31ê de, doseyek taybet bi helbestvanê nemir Arşevê Oskan heye, her wiha gelek nivîs û gotar, werger, lêkolîn û helbest hene,
Di van berheman de, nivîs û berhemên gelek nivîskar û helbestvanan hatine weşandin.
Dosya:
Me nivîskarê nemir Arşevê Oskan bi şêweyê xwe bibîranî, me çar gotarên wî yên bijartî belav kirine, daku xwendevanên Pênûsê jî Arşev bibîrbînin.

Gotar:
Mirov û nasname-Beyar Robarî.
Nivîsa ku Cegerxwîn li ser Nureldîn zaza nivîsiye-ji  jînenîgariya wî Ji bo lêkolîner Îbrahîm Mehmûd(Rûpel198).
Felsefeya xwe nasînê û bandora xwe naskirinê-Xweşnav Heso.
ÇIMA TEQÎNÎ LI HEWLÊR-Idrîs Hiso.
Lêkolên:
Welat li ba cegerxwîn-Cankurd.
BIEREBKIRINA KURDISTANÊ DIDOME?-Ezîz ê Cewo.
Helbest:
Boniye Cegerxwîn, Beyar Robarî, Burhan Hiso, Cankurd, Ekaş Xelîl, Ezîz ê Cewo, F.Yakoub, Ridwan Caro.
Çîrok:
Dema evîna kevin nû dibe!-Ebdulbaqî Huseynî.
ÇÎROKÊN KUNDIRÎKÊ-Nivîskar: Benûşe Elewîferd.
Wergerandin:
Fêrîkê Ûsiv,Du Helbest ji Kurê min ra- Cankurd.
Dayê, Helbest :Nouzad Jaadan-Wergerandin:Ehmed Mustefa.
Haka nebe, haka bibe, Nivîskar : Mecîd Rastî-Werger ji Farsî : Mehdî Elewîferd.
Kurd û Îslama Siyasî- wergera ji erebî: Mustefa Reşîd.
——————————————————— 
Sernivîser: Qado Şêrîn
Derhêner: Xorşêd Şûzî
Desteya birêvebira ‘’Pênûsa Nû’’:  kurdi.penusanu@gmail.com
Hemû hejmarên ‘’Pênûsa Nû’’ li mapera rojnamê : www.penusanu.com , bişopînin. 
08.12.2014

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Silêman Bavê Sîpan

Ez Kurdim, li her derê
Nabê tiştek min biguherê

Ev zimanê min Kurdî ye
Min ji dayika xwe girtiye

Ne bi tirs û ne bi şerm
Serbilind im ez her dem

Kurdim ez, ji kok û reh
Kurd dimînim li her cih

Kurdî bo min,ne zimane
Ew dîrok e, ew jiyan e

Ew dengê bav û kalan e
Ew stranên…

Ezîz Xemcivîn

Kî li benda te bû
Kî li kolana dildariyê bendewara gulekê ji destê te bû?
Dildareka bêdeng im,
yarê min!

Evîndara bayê hênik û axa warekî me,
ne baskşikestî me,
ne bineka ketî me,
çima li şaneşîna evînê tu min nabînî,
yarê min?!

Roja evînê bi hêviyên neyar nayê girtin…
Sozên li hev badayî,
bi hêsanî…

Fewaz Ebdê

-1-

Ezbenî!
Herdû çavên te ji zaroktiyê re bexçene
Kenê te hêlana asîmên e.

-2-

Her ku li te dinerim ezbenîLanguage Resources
Zarokekî li paş sîberên salaln dibînim
Bi destê xweyî biçûk
evînê qenewîç dike.

-3-

Tu mîna zarokekî ji rîhanan hez dikî
û mîna ku hê nû te
temen vedîtibî
çîrokan dibêjî.

-4-

Çaxê tu di nav neviyên xwe de rûdinê
Temen kirasê xwe di ser xwe…

Dildar Aştî

Te rojekê
Kevirekî kelemî
ji rêçekê hilnekir
Te rojekê
Şûşeyekî şikestî
Ji ber lingên mendalekî ranekir

Te gulek tî
Di bexçeyê evînê de av neda
Te goleke meyayî
Li ramanê tev neda!..
Te berxeke windayî
Negihandiye nav kerî
Te pîreke rêwindayî
Negihandiye ber derî

Di şeveke bi tirs de
Çi nameya evînê te neguhest
Mafê peyveke tenê
Di civata padîşah de te nexwest
Te rojekê
Simbilekî ziviyê
Ji şewatê neparast
Ne li keviya rêyekê
Ne li…