Merwan BerekatPiştî ew li mal vegerîn, wan derî li ser xwe kilît kirin û danûstandin li ser pirojeyekê kirin. Hêviyên Gelo pir bilind bû. Wî bi xwe e digot: Ez bawer im, ku piştî şîretên birayê min ji biraziyên xwe re ewê karekî bikin.
Piştî ku ew pir di hudirê odrê odeyê de man, Gelo bi hêdîka û carina jî bi dizîka guhdariya wan dikir, ji ber ku piraniya kurên Gelo kekec bûn, wî peyvên ( kuuuu. kuuuuur, kurrrrrrr ) û carina jî gotina ( sssîîîîîîî ) dibihîst, lê wî nizanî çîrok çi ye.
Gelo derî têveda û kete hidurê odê, dît ku gilîz bi devê wan re diherike, bi dest û lepan dipeyîvin û tev bi kekeckî dibêjin:
Kkku… kuuurr.. kurssssssss… kurrrrrrrrrrrsîîîîîîîîî ???????????
Di wê odeyê de kursiyek hebû, Gelo ew rakir û di srê wan de kire sed perçe û got: Heyfa malbata Kurdo, ku kesên wek we jê peyda bûne!!!!????

Şîrove (0)