Rovîtiyeke nediyar li rojavayê Kurdistanê

Cankurd

Kevnepeyveke Kurdan heye, dibêje: “Tu bi jor da tif bikî simbêl in, tu bi jêr da tif bikî rih in.” 

Rast mirov carina nema dizane çewa li ser hinde mijarên ramiyarî binivîse, gava mijar tarî dibin, û nema tu dizanî seriyê bên (werîs) li ku ye.
Teviya tevgera ramiyarî ya Kurdistanê, û giş saziyên Sûrî yên ramiyarî û bi ser da jî teviya medya ya cîhanî, têkoşerên ku li Kobaniyê xûna xwe di ber zevînê Kurdistanê de dirijînin, bi navê “Hêzên Parastina Kurdî” an “Yekîneyên Parastina gelê Kurd” didin nasîn, tenha PKK û PYD wan bi navê “Yekîneyên Parastina Gel” (YPG), ango bê navê “Kurdî” didin nasîn.
Hemî gelê Kurd herêma xwe ya li bakurê Sûriyê bi “Rojavayê Kurdistanê” navdike, lê belê PKK û YPG wê bi “Rojava” dide nasîn, dîsa wekî navê hêzên şervan, bê “Kurd” û bê “Kurdistan” tînin lêvkirinê, û ala ya Kurdistanê jî heta berî çend rojan berbest (qedexe) dikirin. Çima wilo ye, kesek baş nizane egera vê rûtkirinê ji Kurd û Kurdistanê çî ye û egera va dijmintiya bi ala Kurdistanê çî ye. Hinek dibêjin ku peymana bi dizî di navbera serokê PKK, hêja Abdullah Öcalan û dewleta binî ya Türkan de, li ser wê bingehê ye, ku Ew hevalêd xwe, ji wan jî kadroyên li Rojavayê Kurdistanê serkariya PYD dikin, ser ji nû ve bername bike, ku tew navêd Kurd û Kurdistanê di xebata wan de neyên ser zimên. Lê hinek jî dibêjin ku di navbera PYD û dewleta Sûrî ya veşartî de lihevkirinek heye, ku “Idarreya Zatî ya Demokrat” nabe bi navê Kurdan be, ev jî ji aliyê Medya ya PKK-PYD ve dihate neykirin, û gelek gotinên nebaş li ser wan kesan dihatin kirin, gava gotinên wilo li ser vê yekê digotin.
Di dan û standinên PYD bi partiyên dî re, yên rojavayê Kurdistanê, berpirsên vê partiyê tew bostekê jî di vê zeviyê de bi paş ve nehatin û tekez kirin, ku navê deselata wan û hêzên wan nayin guhartin, nabe “Kurd” an “Kurdistan” bi ser ve bên kirin, û ji ber vê reqbûna helwêsta wan, gelek roj di gengeşiyan de derbas bûn, hema PYD’ler ji hespê xwe peya nebûn, tevî ku DAISH (ISIS) herêmên kurdî dabûn ber hêrişan û teviya cîhanê digot:”Herêmên kurdî di metirsiyê de ne” û kesekî ji xeynî PKK-PYD wan herêm bê navê (kurdî) bi lêv nedikir.
Niha ji nişk ve, wezîrê kar û barên derve, yê deselata Esed, Welîd Elmuellêm, dibêje ku ew ê tekez kiriye (li kuderê, em nizanin!!!), da navê “Idareya Zatî” ne bi navê Kurdan be, hêja Salih Muslim bû. Ta niha hem Salih Muslim, hem partiya wî û hem jî wezîrê derveyî û an jî yê ragihandinê jî di vê Idareyê de, bersîva wî, li gor zanîna min, nedane û giş bêdeng in, kesekî ji wezîrê Sûrî re negot:”Hey! Bermîlê ziftê, tu bo çi derewan dikî li ser nave me dikî? Em Kurd in û ev axa Kurdistanê ye, me tiştekî wilo erzan negotiye. Hajê zimanê xwe bike, em ê ji te re bibirrin, ha!”
Qey tenê ji Kurdan re gotinên wilo girs û tirş, gef û gurr tên gotin?
Ji ber van helwêstên ne zelal, û ji ber lîskên rovîtiyê, ku li ser pişta gelê me tên lîstin, dilê mirov tê guvaştin, di xwe de ditengije, lê dîsa jî dibêje:” Em Kurd in, em xwe bi xwe ne, neyarê me davêje ser me tevan, paşeroja me bi hev û din ve girêdayî ye, tu bi jor da tif bikî dimbêl in, û tu bi jêr ve tif bikî rih in… û roj û şev tên û diçin, lê rêya me hîn pir maye, pir dirêj e. Derdê me giran e, û em tev biran e!”           
 
Vaye hevpeyvîna Welîd Elmuellêm, ku tê de li ser mijarê peyivî ye, mixabin tenha bi Erebî ye: http://www.al-akhbar.com/node/219143

Nîşe:

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr. Mehmûd Abbas

Bi dehsalan e ku di beşeke berfireh ji gotara ramyarî û çandî ya Kurdî de, nûnerê Kurd Hesen Xeyrî Beg wek yek ji wan kesan hatiye pêşkêşkirin ku navê wan bi «welatfiroşiyê» ve hatiye girêdan. Ewqas ku hemû jiyana wî di helwestekê de hatiye kurtkirin; helwestek ku wî di yek ji hestiyartirîn û…

Bavê Zozanê

Îro 23.08 2026 li Essen ê li Almanya, kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi beşdariyeke berfireh ji endaman di atmosfêreke erênî de û bi giyanekî berpirsiyarî hat lidarxistin.

Di kongir de endamên saziyê ji Almanya, Sûriye, Kurdistana Iraqê, Norwêc û Keneda û…

Silêman, Bavê Sîpan
Dayê tu mestire
Ji hemî Gotinan
Tacek ji lal û zêr
Li ser serê mine

Carkê tu soz bide
Min bi tenê nehêle
Durbûne te ji min
Deryayek bê pêle

Çiqas pesn bidim
Ji bo te hindike
Yek dîtin ji te …
Bûharê geş dike

Tu mestire mestir
Ji pesn û Gotinan
Bihuştê qet nabim
Kû tu li ba mine…

Tarî nabe li min
Tu yê Find û Çirea
Ez penaberim…

Şivan Elwan

Kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî Ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê îro di 23ê Tebaxa 2026an de li bajarê Essenê yê Almanyayê bi serkeftî hate lidarxistin û bi dawî hat
di vê kongirê girîng de gelek endam û nûnerên Yekîtiyê beşdar bûn hin ji wan bi awayê rasterast hatin amade bûn û hinên din…