Ala Kurdan di navbera Bedirxanî û Barzanîyan de


Konê Reş

 

Di roja 9 /6 /1999 an de,
serokatiya encûmenê wezîran di hikûmeta herêma Kurdistanê de pirojeyê
bilindkirina (Ala Kurdan) pêşkêşî perlemanê Kurdistanê kir, endamên perlemento
jî bi yek dengî ew piroje pejirandin…

   Ala Kurdan: Ev Ala ku ji jêr ve  rengê keske, ji ortê ve rengê sipîye û rokek
di nav de diçirise û ji jor ve  rengê sor
e.

   Bi ragihandina vî pirojeyê pîroz re, gelek
bûyer hatin bîra min: Bûyrên ku bi Ala Kurdan ve girêdayî ne û pêre pêre ez li
sala 1919 an vegerîyam. Ev sala ku Ala Kurdan têde hatiye damezirandin.

   Di destêka sala 1919 an de, di civîneke
(Komela Tealî Kurdistan) de li Stenbolê, bi serokatiya serokê wê yê diwem (Mîr
Emîn Alî Bedirxan), biryar hat standin ku xaka Kurdistanê ji hêzên Tirk û
biyaniyan rizgar bikin û serxwebûna Kurdistanê diyar bikin. Ew Kurdistana azad
û serbixwe Alek jêre divîbû, hingê di wê civînê de Emî n Alî Bedirxan û hevalên
xwe rengên Ala Kurdistanê bijartin, amade kirin û Ala Kurdan  danîn (Eynê vê Ala niha). Da ku piştî
qewirandina hêzên Tirk û biyanîyan wê Alê di asmanê Kurdistanê de bilind
bikin..

  Lê mixabin, çendî car wê Alê divabû xwe
aşkere bike, lê ne dihat aşkerekirin şerê wê bi dijwarî  dihat kirin. Wê Alê jî ji cihê xwe yê veşartî
ne dihşit ku neyarên wê têr razên..  û
tevî vê rewşa xerab vê Alê du carî asmanê Kurdistanê xemilandiye û dilê
welatiyên xwe gekiriye; cara pêşîn di sala 1929 _ 1930, de bû, di van her du
salan de,  ev Al ji rex ceneral Ihsan
Nûrî Paşa û hevalên wî di şoreşa Araratê de hatiye bilindkirin li ser çiyayê
Araratê, cara din di roja 22 /01 /1946 an de bû, di roja beyankirina komara
Demokrat li Mehabadê, de li navtara Çarçira de, digel hin guhertinan..

Lê mixabin, di van her du
caran de  ev Al bi darê zorê hat daxistin
û ma qedexe…

   Di sala 1932 an de Mîr Celadet Alî Bedirxan û
Mîr Dr. Kamîran Bedirxan her yekî ji wan helbestek di pesnê Ala Kurdî de, di kovara
xwe (Hawarê) xwe de li Şamê belav kirin.

   Piştî helbestan Mîr Celadet Bedirxan gotarek
bi navê (Welat, Welatînî û Al) di kovara xwe 
Hawar ê de weşand û têde got:

   (Her milet xweyîyê alekêye, Al nişana milet
û welête milet û welate, Tevayiya heyîna miletan di ala wan de civiyaye.

Al namûs, rûmet, bextê
miletane, Zarowên her miletî ji bona bilindî û bikedirbûna ala xwe, bê perwa
xwe didin kuştin, Ala her miletî jêre behaye. Di cejn û şahînetan de qesir,
xanî û koçeyan pê dixemilînin, di ber wê re diborin, silavan lê dikin, wê maç
dikin, datînin ser serê xwe..)

 

    Piştî van gotinên Mîr Celadet Alî Bedirxan
êdî ez nema dizanim çi bibêjim; di pesnê Ala Kurdan û parastina wê de… Tiştê
ku ez dixwazim bibêjim eve: piştî 87 salan ji danîna reng û amadakirina Ala
Kurdan, piştî bi dehan şoreşên bi xwîn, bi hezaran şehîd.. Va ji nû ve bi saya
şoreşa Barzanîyê nemir, bi saya welatîyên bi rûmet, dilsoz û wefadar em Ala xwe
bilind dikin di asmanê Kurdistanê de, û serbilind û serfiraz em di bin siya wê
de dijîn.

    Heger Mîr Emîn Alî Bedirxan û hevalên xwe
rengên Alê danîbin û şêx Mehmûdê hefîd, Ihsan Nûrî Paşa, Ferzende, Memdûh Selîm
Wanlî û… hwd  li ser giriya bin, heger
pêşewa Qazî Mihemed  ji bo wê hatibe bi
darvekirin û Barzanîyê nemir ji bo wê sînorên bi xwîn derbaskirin ta ku xwe
gîhandiye Sovyêta berê, va îro bi saya welatîyên dilsoz û birûmet Ala me li ser
xaka kurdistanê bilind, li ba dibe.. Hêvî û xewnên wan gorbuhîştiyan dibin
rastî û her bijî Ala Kurdan, bijî kurd û kurdistan.

 

Konê Reş, Qamişlo, 27.09.2014

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

London – Di çarçoveya projeya wergerandina wêjeya Erebistana Siûdî de ya ji bo zimanê kurdî, ku ji alîyê Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî ve tê piştgirîkirin û ji alîyê Weşanxaneya Ramînayê ve bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, tê meşandin, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Sîberdar» a…

Piştî ku em bi navê Nûneratiya ENKS li Ewropa beşdarî Kongreya yekem ya zimanê kurdî li Elmaniya , ya ku roja Şemiyê 27.06.2026 li bajarê Düsseldorf hate lidarxistin, me peyameke pîrozbahiyê arasteyî kongreyê kir.

Di heman demê de me nûçeyek li ser vê bûyerê bi zimanê kurdî û erebî belav…

Bi vexwendina Yekîtiya Revenda Kurdî, Nûneratiya Ewrûpayê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, beşdarî karûbarên Kongreya Yekem a Federal a Zimanê Kurdî bû. Di kongreyê de komek ji akademîsyen, lêkolîner, siyasetmedar û nûnerên saziyên perwerdeyî yên kurdî beşdar bûn. Armanca vê kongreyê xurtkirina hewildanên parastina zimanê kurdî û parastina nasnameya çandî ya…

Dr. Mehmûd Abbas

Çima têkoşîna Kurdî hewceyê nûnasandinê ye?

Di dirêjahiya zêdetir ji sed salan de، gelê Kurd yek ji dirêjtirîn rêyên têkoşîna ramyarî li Rojhilata Navîn derbas kir. Ji piştî hilweşîna desthilata Osmanî، û dabeşbûna Kurdistanê di navbera çar welatên herêmî de، tevgera Kurdî ket rêyeke dirêj a berxwedana ramyarî û…