Beriya Mêrdînê (Deşta Mêrdînê): Êzidiyên Cizîrê (Parêzgeha Hesekê)

Konê Reş

   Wek ku diyar e; kurdên Êzidî di dewleta Sûriyê de li du parêzgehan jiyana xwe derbas dikin; Parêzgeha Helebê (Çiyayê Kurmênc) û parêzgeha Hesekê (Cizîrê) an Beriya Mêrdînê û Sinceqa Xelef Axa. Parêzgeha Hesekê: Ev parêzgeha ku li çar deverên wê Kurdên Êzîdî hene. Ev parêzgeha li herî bakur û rojhelatî dewleta sûriyê dikeve, ji rojhelat ve tixûbê dewleta îraqê ye, ji bakur ve çiyayê Toros û tixûbê tirkiyê ye û wiha ev parêzgeh dor 300 k.m di ber sînorê tirkiyê û çiyayê Toros re dirêj dibe. Ji Cizîra Botan û çemê Dicle ta bi Serê Kaniya Milan û rojavayî çemê Xabûr. Kalemêr dibêjin ku berê çemê Zerganê û Girê Mîr  wek sînor dihat naskirin di navbera Botan û Millan de.
   Ji sedê salan ve xelkên herêma Cizîrê, li gor civata xwe a koçeriyê, çûn û hatina zozanan û germiyanan, nav li zincîra Toros kirine wek: Çiyayê Mazî, Hilêliyê, Xursê, Mêrdînê, Bagokê (Torê) û çiyayê Spî û wiha jî ji başûr ve Deşta Wêranşarê, deşta Mêrdînê, Deşta Xelef Axa û Deşta Hesinan û her wiha Cizîr li ser du beşan, ji bakur ber bi başûr ve, hatiye parvekirin:
1 – Beriya Mêrdînê (Deşta Mêrdînê):
 Deşteke bi nav û deng e. Ev deşt ji bakur ve, ji çiyayê Mazî, hêrikên Wêranşarê, qelaçê Hilêliyê, çiyayê Xursê û çiyayê Mêrdînê destpêdike û ber bi başûr ve dirêj dibe ta ku digihêje çiyayê Ebdulezîzê. Ji Rojhelat ve çemê Ceqceqe û ji rojava  ve çemê Xabûr e. Hem jî kalemêr dibêjin ku ji çemê Zirganê û Girê Mîr û bi rojava ve Beriya Wêranşarê.. Di Folklorê Kurdî de jî, gelek caran pesnê Beriya Mêrdînê hatiye dan.. Nexasim di destana Derwêşê Evdî de, ji ber ku bûyerên vê destine di vê deştê de qewimîye, wek van gotinên li ser zimanê Edûla Zor Temir Paşa hatine gotin: Beriya Mêrdînê, bela bişewite berîk bi ripin e, sê konên reş î erebî lê vegirtin e, yek jê ê Hemê Mûsê, yek jê ê Zor Temir Paşa, bavê min e, konê sisiyan ê kinik Derwêşê Evdî ye, kekê Fatma, siwarê Hedban, tirrad elgom, ew kilê herdu çavê min e… Dengbêjê Ermenî / Kurd Aramê Dîkran jî wiha pesnê beriya Mêrdînê daye; Beriya me berîke dûz e, pozê keleha Mêrdînê bi ser de xûz e, nav sing û berê xelka min zêrê altûz e… Û wek ku diyare ji sedên salan ve hêrikên Wêranşarê û qelaçê Hilêliyê, derdora Mêrdîn û Urfa yê cih û warê eşîra Dena, Sûaniya û Şerqiya  ye.

Konê Reş, Qamişlo, 19.08.2014

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…