Çîroka kêzê û mişko û melevaniya di şûna nalên hespê xelkê de

Kasî yûsiv

Dibêjin carekê kêzê ya ku jina mişkobû jêre got cilên me yê ne şûştî bûne gelek, û ji zûve me serêxwe ne şûştiye ka sibe em herin cîkî ser û cilên xwe bişon,tê gotin roja dî sibehê herdû çûn li avekê digeriyan, ta ku ser û cilên xwe li ber bişon.

Pêşî çûne cem deryayekê,kêzê got ma ev av çawaye mişko ?mişko lê vegerand:ev av hindike têra şûştina ser û cilên me nakê,meşiyan û cilên wa di tûrikde li ser milên wan ,ta ku gihane çemekî mîna ferêt,kêzê dîse pirsî mişko ma ev çem çawaye?mişko lê vegerand:evjî têra me nakê kêzê.
Meşiyan ji wî cihî ta ku gihan goleke mîna gola wanê ,dîse kêzê pirsî ji mişko ,ma ev gol çawaye mişko?mişko diese  bersifa wê da û jêre got :ev jî têra me nakê.
Ji wir çûn heta ku gihan hinek ava ku di şûna simê hespekîde mabû piştî baran barînekê,kêzê got:mişko ma ev av jî têra şûştina ser û cilên me nakê mişko got:ha ev bese,kêzêjî rabû kete ber şûştina cilan de û bapora xwe pêxist,neqlek dido av anîn lê cara sisyan lingê wê şemitî û kete avêde û di avêde xeniqî,mişkojî bazda û çû gund û ji gavanre got:kêza tirîcan mişkê xwelî ser ji xeynî çengan nema ser û per,yê gavan şivek li mişko da û wîjî berê xwe da mala axê,û ji jina  axêre got:kêza terî can mişkê xwelî ser rotek ji gavan xwar ji xeynî çengan nema ser û per,jina axaji darê xwe kire qûna gavan,û wêjî berê xwe da cem mala mela û jêre got:kêza terî can mişkê xwelî ser ji xeynî çengan neman ser û per…………t. d.
Vêce min bi temamî çîrok ne weke go hatiye di dawiya dawîde rast got,ji ber mebesta min û divaya min ji vê çîrokê ewe şirove kirina rojeva meye,şirovekirina xwelî liseriya meye,tunebûna çareyan ji mere di vê dema ku ji zêr ji mere hatiye nexişandin,û dema pirbûna hêviya me,û me berê xwe daye aliyê neçariyê,çawa ku firehî li ber meye û hin ji me direvin astengî û tengavan,şînahî û keskayî heye direvin tarî û reşayiyê,dijmin direvê ji tirsa me û em xwe bi xwe der bi der dikin,û sirgum dikin, kî dikarê îro bêjê ne serdema kurdistana ser bixweye,yanjî ne kêlîka wêye ,ji bilî neyarên kurd û kurdistanê,her em dighin qunaxa xweya ku em li bendî hatina wê bûn tê bibînê hin nimûneyên bextfiroş ku xwe kirine sing di riya me û wêde,berê me didin xerabiyan,bila îro mezlûm dogan saxbana û van roviyên ser sînoran ew bêjeyên xerab bigotana,lê cihê şêran mişk û kêzik û roviyan kir gêre.

Di kêlîka hatina mar ber darê me ,birayê me xwe dikê navbera darê me û marê bi jehir,û dibêjê ne wilo bila ew bi meve bidê,em û wî birane di ser riwê zemînê,min destûr nedaye we hûn wî bikujin,di dema hatina bablîsokan,ew bira dibêjê bila devê konê me vekirîbe,xebîneta bayê ha ku neyê nav mala me,di dema ku rê hene xaçeriyan dide ber me,di dema ku serxwebûna ax  û gelê kurd heye,hemjiyana di gel qesasê me divê ew,kêzê û mişko çîrokeke nêzîkê vê rewşa meye,ji ewqas cihên xweş û berfireh ev bira berê me dide şûna lingê hespê xelkê,da em bibi peyayê dîrokê mîna hercar,xebîneta wêqas xwînê bê,xebîneta ewqas coşa xortan û kela wanî germ be,ku dawiya dawî biçin şûna nalê hespê neyaran bibin melevan,lê bila ew kes baş bizanin,ew çiqas tevlîheviyê bikin ew nagihin ermancên xwe,û riya azadiya kurdistanê nêzîktirî her kêlîkeke diye ji mere.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Em hemû nivîskaran agahdar dikin ku ew dikarin nivîsên xwe yên bi zimanê Erebî û Kurdî bişînin da ku di jimara duyem a Kovara “Soryaz” de werin weşandin.

Ev beş hene: (Dosyaya Jimarê, Lêkolîn, Nirxandin û Xwendina Pirtûkan, Wergerandin, Mijarên Jinê, Dîrok, Sînema, Şano, Muzîk, Folklor, Ragihandin, Gotar , Çîrok, Helbest, Raporên…

EBDILBAQȊ ELȊ

Di nav tevlihevȋ, alozî û qeyranên ku herêm di nav de ye, “medyaya Qeyranê” wekî amûreke bingehȋn ȗ sereke ya birêvebirina raya giştî derdikeve pêş. Ev celebê medyayê di demên teng de tê ezmȗnkirin; çimkî dema ku karesatek an pirsgirêkek çêdibe, mirov hevsengiya xwe winda dikin û li her agahiyekê…

Li bajarê Düsseldorfê li Almanyayê, konferansa damezrîner a Hevgirtina Civaka Sivîl ya Kurdî bi dawî bû, piştî rojekê ji nîqaş û gotûbêjên berpirsiyar ên ku nûnerên dehane rêxistin, civak û saziyên sivîl ên Kurdî li hev anîn, bi tevlêbûna nûnerên hin partiyên Kurdistanî û her wiha bi amadebûna kesayetiyên civakî, çandî û akademîk…

Qado Şêrîn

Ehmedê Huseynî helbest guhert, helbesta wî watedar û bihêz û xweşik bû, kesek nikare wê inkar bike. Ew e yê ku helbesta nûjen gihande asta helbesta kilasîk.
Ji ber ku Ehmed lawê civaka kurd e ku hîn peyetiya kesayet û siyaset û idyelojya berz û blind û sereke ye, xwezî li Swêdê maba, pesnê Ocalan…