Komkujiya Amudê

Tengezar Marînî

Bi hemî pîvanan, komkujiya li Amûdê, beriya salekê bûyî, karekî nemirovane, xerab û bêberpirsiyarî ye. Em kurd, bêhtir ji her kesekî, pêrgî tundûtûjiyê, ji ber daxwaza azadiya derbirînê û demoqrasiyê bûne, lewra, ev karê PYD, YPG û hemî navên heyî, kirî, karekî cihê reswakirinê ye. Ya nebaş jî, ku bi cedî li ser vê buyerê ranewestiya ye û nexwestiye bizanibe, ka ta çi radeyê derz êxistiye nav civaka kurdî, ji bilî ku hîn wek Mûamereke cîhanî û cîhangîrî li dijî xwe dibîne. Ne tenê wisa jî, belê ta niha jî, her hêzeke newek xwe bêkêr dike (eger em nebêjin, dixwaze wan tune bike), girtin, sergunkirinkirin, avêtina pişt sinoran û girtina dergehên nivîsgehên partiyan, hin nimûne ne.

Alîgirên PYD(PKK) û hemî navên heyî, li ber berpirsiyareke exlaqî ye, ku – niha jî dereng e- li xwe mukur were û hemî encamên lêpirsîneke serbixwe bipejirîne û bibe destpêkek nû, bo jinûveavakirina sîstemeke, ku hemî hêz û kom û kes xwe bi berpirsiyar di ber de bibînin.
Ji hêla din ve jî, gelek deng hene, hestiyariya demê û guherînên nû, li herêmê nabînin, an jî ji hev dernaxin. -Li vir dixwazim bibêjim, mebest ne ev çalakiyên aştiyane, an jî rexne, li dijî kiryarên, dihingivin mirov û rewşa mafê mirovan ne-.
Ji herkesekî tête xwestin û bitaybetî, yên ku tenê agirê dijberiya kurd û kurd gerim dikin, carekê tenê vê pirsê ji xwe bikin. (Gelo geryana li çareseriyekê û pêşkêşkirina pêşniyaran bo çareseriyê û dehefdan berbi yekgirtina kurdan, an jî tenê rexnekirin û xwederxistin ???
Nivîs ên li ser rûpelên tora internêtê, ji hêla hijmareke nehindik ve tên xwendin, li ser çend beşan tête belavkirin:
1. Bi realistî li rewşê, dinerin, dinivîsin û pêşniyaran dikin.. ev bêhtirê wan nivîskar in û berya tora Internêtê jî dinivîsin
2. Beşek kîn û dexsên kesayetî derdibirin û dixwazin, bi vî rengî xwe berz bikin.. eve jî mirov di nivîsên wan de dibîne, ku cinêw, xeberê nebirêz, sixêf in. Ev şêwe mirov, „ heyranê kesayetiya xwe ne“, lewra, ku dezgeheke „ ragehandinê“ têkiliyê bi wan re dike, berya 2, 3 rojan, an jî bi saetan, di Facebook û malperan de dinivîse, qiyametê radike, .. _Ez, saet.., li ser …TV me, guhdar bikin û mixabin hijmara mezin, ji van mirovan, bi erebî dinivîsin û axaftina wan bi kurdî….! Ev beş, digihe wê radeyê, ku ew bi tenê rast e û pêdivî ye, hemî welatên cîhanê, siyaseta xwe li gorana hişê wî bibirin!
3. Beşek, vî alî û wî alî dubare dike.
4. Beşek, xwe û partiya xwe tenê rast dibîne
Di bîranîna 1 saliya komkujiya Amûdê, bîranîna wan şehîdan, ez bi hemî rêz û hişmetê li ber giyanê wan xwe diçemênim û ez, xwpêşandanên aştiyane karekî rewa û pêdivî dibînim û wê bihêzkirina xebata ji bo demokrasiyê dibînim, lê nabe bikeve bin kartêkirina tu agendeyên din de. 
Her wisa jî, gelekî giring e, ew xwepêşandinên li Amûdê û welêt bibin, bibin destpêkek nû, ku hêza serdest, sedcarî li xwe vegere, xwe tawanbar bike û tişta xwarbûyî rast bike. Bê dadgehkirina kesên berpirsiyar, di ber vê komkujiyê de, ji biryardanê, kuştinê, rewş zelal nabe, dil nayên vekirin. Ji bilî wê jî, ku bi vekirî, li hember miletê xwe û kes û karên şehîdan, daxwaza lêbuhurînê bikin û mirovên berpirsiyar, li ber dadgeheke bêlayane û profesiyonel, bêne sezadan.
Dubare, ev dem bo kurd û Kurdistaniyan, werçerxeke nû, giring e. Lewra, dê Xanî bibînim hizra we:
Ger dê hebûya me itîfaqek
Vêkra bikira me inqiydek
…..
Tekmîl me dikir dîn û dewlet
Tehsil dikir me, ilm û hikmet

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Xizan Şîlan

kirasê xeyal û hestên germ

li bejna helbesta qefilî

dipêçim

rayên êşa dilê xeşîm

li nav parsûyên sînga qelişî

gurpegurp in

ji laşê temenê sefîl

xwîna birînên kewnegirtî

diniqute

dîwarê hêviya pêşerojê

hilweşiya

roj li hingura êvarê

<p style="text-align:...

Ebdilmecît Şêxo

Ji stêrên çavên

Hêva min

Ji kenînên stêrkên

Amedê

Mehabad

Duhokê û

Efrînê

Ez wêneya şêrekî pîdar

Bi tiliyên Xwedayê Evînê

Di nav herdu pîsîrên te de

Nîgar dikim

Dilê min bi dil re

Çavên min bi…

Em hemû nivîskaran agahdar dikin ku ew dikarin nivîsên xwe yên bi zimanê Erebî û Kurdî bişînin da ku di jimara duyem a Kovara “Soryaz” de werin weşandin.

Ev beş hene: (Dosyaya Jimarê, Lêkolîn, Nirxandin û Xwendina Pirtûkan, Wergerandin, Mijarên Jinê, Dîrok, Sînema, Şano, Muzîk, Folklor, Ragihandin, Gotar , Çîrok, Helbest, Raporên…

EBDILBAQȊ ELȊ

Di nav tevlihevȋ, alozî û qeyranên ku herêm di nav de ye, “medyaya Qeyranê” wekî amûreke bingehȋn ȗ sereke ya birêvebirina raya giştî derdikeve pêş. Ev celebê medyayê di demên teng de tê ezmȗnkirin; çimkî dema ku karesatek an pirsgirêkek çêdibe, mirov hevsengiya xwe winda dikin û li her agahiyekê…