wehîd keleşîşev wekî her şevbû , lê çi çêbû ta ev şeve bû şeveka ne xweristî
guhê xwe bide min ez dê bêjim û tu bibihîze
mîdo jina egîdo bû , neh heyvên xwe derbaskirin , û çend roj jî bi ser de çûn
zigê wê mîna dehola gewenda mezin bûbû
mandiyo derlinga xwe hildabû û şîniyê xwe avdida
pê xwas û ling herî kirin di cêba leşkeran de û birin , lingê wî hildan û her darek lê diket dibû hawar û qîrqîra wî
diranên xwe bi serhevde diqerastin , mîna qeraseyê apê qaso dema li deştê kevirên reş dirakirin
çavê wî belîsbûn û tifa wî ziwabû
lê
hogirê piçûk hîn temenê wî ne bûye deh salî , û hîn goştê wî siste , ji demjimêra dibistanê ya yekemîn ve , her du destên xwe hildane û li ser lingekî rawesiyaye , dilerize mîna qeramê di nava golê de , di mejiyê xwe yê piçûk de di got : ya baş ez çenteyê memosteya xwe ya lêv sor birevînim û ji dibistanê birevim
lê
bûyer çibû ta cêba leşkerî mîna bablîsoka payizî toz bi ser diket , û çar zarok ji bênderên gund revandin , qîrên leşkeran û fîtên wan tevlî dijûnên wan dibûn , û piştî ew girtin ji hev re di gotin : çêlîkên maran marin , çêlîkên mara bê jehir nabin , dê mezin bibin , dê bibin terorîst
delîlê piçûk li nav çavên wan dinêrî , û mezlûmêmê piçûk di guhê wî de dikir piste pist , û di got : ma em mezin nabin ?
di sentera polîsan de zarokan têra xwe û bavên xwe lêdan xwarin , û hindirê wan dagirtin zigreşî û kîn
min çiqasî dixwest di cîde zarok mezin bibin û bi destê xwe , bervaniya xwe bikin
lê
lê dibêjin di salekî de dê kongira nojdaran dê were danîn , dê li hev rûnin , û biryara xwe hildin jor li ber destê kongira gel ya netewî , dê tê de bêjin
: şirwal ne qedexeye û kesên li xwe dikin , ew jî nîv mirovin , dûvê wav tuneye , ne jibo dûvên xwe veşêrin şirwal û şalên fireh li xwe dikin
lê
lê mîdo jina gundîkîye , hîn hersal avise , û zigê wê her sal mezine û ji berî zaroka wê werê ew , şalekî û şirwalekî didê radan
îsal kêfa wê tê dibêje xwede bila cêwîbe
lê
hîn û hîn lingê mandiyo di darê lêdanê de ye
û hîn û hîn
hogir li ser lingekî rawesiyaye
û hîn û hîn
leşker wan çar zarokan didin dest hev , bi goştê wan yê nazik fitbolê dileyizin lê û lê û lê û hîn û hîn û hîn kes na bêje sedema van tiştan çiye ? û hîn biryara çareseriyê nehatiye standin

Şîrove (0)