Mehrecana çîroka kurdî di roja çaremîn de berdewam e.

Bi rawestan kêlîkek bêdeng li ser giyanê peyva azad ku xwedanê wê temenek di ber de dane beşdarên roja çaremîn di mehrecana çîroka kurdî de, dest bi pirogramê rojane kirin.
Mehrecana ku ji hêla Yekîtiya Nivîskarên Kurd – Sûriya hatibû destnîşankirin û ev çar roj li hola Subarto li bajarê Qamişlo berdewam e, gelek çîrok tê de hatin xwendin û guftugokirin. Destpêkê birêvebirê şevbuhêrkê mamoste Fewaz Osê danasînek kurt li ser jiyana her du çîroknivîsan xwend, tê de hat: Nivîskar Xorşîd Ehmed: Di sala 1962-an de li gundê Nesranê ji dayik bûye.
Bi zimanê kurdî û Erebî dinivîse, endezyar û mafnas e, ji pirtûkên wî yên çapkirî: Nesran û pîvanên dî – Dawiya Xewnekê – çîroka Kurdî li Sûryayê, lêkolîn – dawîtirîn nûçeyên şaneşînan- riyên kewan, destnivîs. Nivîskar Luqman Yûsif: Sala 1965-an de li gundê Til şeîrê ji dayik bûye, 1984-an de bawernameya wêjeya Frensî ji zanîngeha Helebê wergirtiye. Di 1992-an de dest bi nivîsê kiriye, xwedî du pirtûk e: Reş û Spî – Til şeîrê. Destnivîsek çîrok li ber çapê heye. Çîroka nivîskar Xorşîd bi navê “Perû” bû, û li ser serdema dagirkirina Firensa ji Sûriyayê re û şerê gundê Beyandûrê diaxive. Lê ya nivîskar Luqman li ser xortekî di xewneke kûr de wer dibe û gelek serpêhatî tên serê wî, dawî ji xewa xwe radibe. Îroj gelek guftûgo li ser her du çîrokan çêbûn, nemaze ya bi navê ” Perû” ku hindek xal in dîrokî dikole û şîrove dike, û ew xal di navbera nivîskar û hindek ji beşdaran bû mîna pirsgirêkek, lê ji ber ferehbûna diyalgê ku ji warê rexnê û mijara çîrokê derket ew xale çareser nebûn û guftugo ji aliyê birêvebirê şebuhêrkê ve hat birîn. Hêjaye gotinê ku sibe du çîroknivîsên dî wê çîrokên xwe bixwînin, ew jî nivîskar Ebbas Mûsa, û Narîn Metînî ne.
Yekîtiya Nivîskarên Kurd- Sûriya
9-6-2014-an
Qamişlo

 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…