Çîroka Kurdî Ya Nûjen

Salar Salih

Gaveke balkêş e ji bal Yekîtiya Nivîskarên Kurd – Sûriya ku roja 6/6/2014 wek roja çîroka kurdî destnîşan kiriye û dê yekemîn mehrecana çîroka kurdî di wê rojê de destpêbike, ji çaxa ku min dest bi nivîsîna çîrokê kir pirsek giring min ji xwe dikir , çima çîroka kurdî tê paşguhkirin û çima mehrecanek taybet bi çîrokê nayê lidarxistin? Lê min bi xwe tu bersiv ji vê pirsê re nedidît, çimkî hertim dihate xuyanêkirin ku helbest ew ya bêtir tên nivîsandin û xwendin, û mehrecan ji bo helbestê dihatin lidarxistin ta radeyekê ku baweriyek li cem mirov çê dibe ku wêjeya kurdî tenê helbest e,û ev yek kêmasiyek mezin bû di derheqê wêjeya kurdî de, çimkî çîrokê jî cihê xwe ji mêj ve di wêjeya kurdî de girtiya di rengê çîroka klasîkî de an folklorî de mîna çîroka ( Rustemê Zal – Memê Alan … ) û gellek çîrokên dî.
Ta nuha çîroka kurdî ya nûjen hîn nenas e ji xwêneran re, û dema tu dibêjî çîrok bala wan diçe ser wê çîroka klasîkî ya ku bi hevoka ( hebû tinebû rehma xwedê li dê û bavê min û webû….) destpêdke, carekê xwendekarekî pirsek ji min kir , tu çi dinivîsî? Min got ez çîrokê dinivîsim, lê min vegerand ango tu çîrokên klasîkî ji nû dinivîse, min gotê nexêr, dîsa got tu çîrokên zarokan dinivîsî, min jêre got : ezbenî ez çîroka kurdî ya nûjen dinivîsim, mîna çîroka Erebî ya nûjen, çîroka Fransî ya nûjen,ev yek jî jiber paşguhkirina çîroka kurdî ya nûjen ku kes xwedî lê dernediket.
Ji destpêkê ez çîroka kurdî ya nûjen dinivîsim, û ez bi vî cureyî ji wêjeya kurdî mijûl dibim, çîroka kurdî ya nûjen roj bi roj pêşdikeve û xwe dide naskirin bi xwêneran, û behreyên balkêş di warê nivîsîna çîroka kurdî ya nûjen de derdikevin, tenê ezê li vir çend navên ku min ji wan re xwendîye binivîsim û di asteke bilind de dinivîsin, wek: Xalid Umer , Imran Yûsiv , Xoşman Qado , Ebas Mûsa.
 nifşekî nû ji nivîskarên çîroka kurdî ya nûjen xwedî behreyên mezin derdikeve, lê ev nifş bi pêwîstî guhdanê û navtêdanê ye, da ku karibin cihê xweyî siruştî li rex helbestê di wêjeya kurdî de bigrin û vê wêjeyî dewlemend bikin.
Li dûmahîkê, cardî ez gava Yekîtiya Nivîskarên Kurd – Sûriya bilind dinirxînim, û dê roja 6/6/2014 roja çîroka kurdî bibe dîrokeke nû ji çîroka kurdî ya nûjen re, û yekemîn mehrecana çîroka kurdî dê karibe çîroka kurdî ya nûjen ronî bike, û bide pêşkêşkirin ji xwêner û rexnevanan re,û herweha ji dezgehên ragihandinê re.

Hesekê   

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…