Ji romana min a bi navê: Beriya Mêrdînê; Doda û Qamişlo

Konê Reş

Di wî heyamî de, bi bîrbirin û naskirina derdora xwe re, ji min re hat xuyakirin ku gundê min Doda li ser sînor e, sînor bi mayîn û têldiryanan pêçayî ye, qedexeye ku em nêzîkî sînor û herdû şivên hesin bibin..

   Erê di wê bîreweriya biçûkanî de, min tirên nas kir, ew tirêna ku xeta wê di serê erdê me re derbas dibû. Hingî mezinan em şîret dikirin û ditirsandin û ji me re digotin; nêzîkî sînor û herdu şivên hesin nebin, wê cendirmeyên tirka fîşekan berdin we, we bikujin û wê mayîn bi we de biteqin..
Hem jî digotin dema tirên bê, xwe bidin paş, bayê wê mirov bi alî xwe de dikşîne û mirov di nav badokên lingê xwe de diperçiqîne.. Ew tirên ji kû dihat, diçû kû me nizanîbû.. Di wê zaroktiyê de, çendî min dixwest, ez jî rojekê li wê tirênê siwar bim û wek rêwiyên wê li dinyayê bigerim û bibînim.. Car cara bi dizî, di hundirê besta Zorava re an besta Zixur re, min xwe digihand bin pira Zorava an Çûva, di ber û hesinê pirê de diponijîm û min ji xwe re digot; kê, kengî û çilo û çawa ev pira ha hatiye çêkirine.. Çima ev sînorê bi mayîn di nav me û mirovên me yên Serxetê de hatiye danîn û em nikarin herin bal wan, ne ew karin bêne rex me..? Qet min nizanîbû ku ew pir Elmanan di sala 1917 an de çêkiriye û ew xeta tirênê, Berlîn bi Bexdayê ve girêdide..

   Hem jî di rojên wî heyamî de, hin caran ji xew şiyar dibûm, min didît ku hewşa me tijî pez û dewarin û ode ji mêvanê xerîb dagirtiye.. Min ji diya xwe dipirsî ev kîne? Li min vedigerand û digot; Huş e, te çi ji waye, mêvan in.. Hingî min nas dikir ku Serxetî ne.. Gelek caran wan mêvanan Mewîj, bastêq, helîl û nokên daxlî ji me re tanîn.. Di wan rojên mêvanan de, ez û birayê xwe û herdû apên xwe di nav kar û barên malê de diwestiyan.. Gelek şevan jî xew li me diherimî, ji ber qupîna tevingên qaçaxçiyan û cendermeyên sînor, ku ta berê sibehê dûmdikirin, nexasim ku me dengê teqîna mayînekê bibihîsta, hingê xew û tebat li bavê min nedibûn mêvan, çixare di pey çixarê re vedixwar, ta ku dibû sibe û di ber xwe de digot; gelo kî ye evê ku mayîn pêde teqya ye..? Hatiye kuştin an birîndar e..?

Konê Reş, 14.05.2014

 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

nivȋsandina: Ebdulrehman El-Raşid*
wergirtina ji zimanȇ Erebȋ: Ebdilbaqȋ Elȋ

Rast e, Beşar Esed êvara şemîyê 7’ê berҫile (dȋsember) ê ji qesrê derket û Ehmed El Şara roja din bêyî ku fîşekek bi tenê li paytextê biteqe, ket wê qesrê. Ev yek di dîrokê de rewşeke kêmpeyda ye, lê digel wȇ jȋ rêya desthelatdariya…

Hejmara (26) a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî tê weşandin, derket.

Dosyaya vê hejmarê ” Çapemeniya Kaxezî li Sûriyeya Nû” ye , li ser vê mijarê çend nivîskar û rewşenbîr nêrînên xwe anîn ziman..

“raza serkeftin û domandina her rojname yan kovareke çapkirî, ew…

Tengezar Marînî

„Devê te li ser yê min

“Devê te li ser yê min

min hemî nîşan winda kirin

hezar kulîlkên din piçûk guldan

bişkujên xwe

li ser laşê min vekirin”

Helbesta Hilde Domin “Devê Te li ser yê Min” mijara nêzîkbûnê bi awayekî pirralî û…

Elî Cefer

Duh, bi beşdariya ( 70 – 80 ) rewşenbîr, siyasetmedar, hunermed, kesayetî û welatparêz ji herçar beşên Kurdistanê li bajarê Bonnê – Elmanya ( 85 ) salrojiya jidayîkbûna welatparêzê naskirî Dr. Hikmet Çirûskî Şikakî bû li darket.

Di va şahiyê de van gotinan hatin pêşkêşkirin:

– Partî Demokratî…