Çêkirin û Danîna Têrman

Merwan Berekat
Tevgera zimên û zanistê gav bi gav digel hev dimeşin û pêşve diçin. Di vê pêşveçûnê de gelek têrmên nû tên çêkirin û danîn ‘’Dîroka danîna têrman bi dîroka zanistê ve girêdayî ye, eger tevgera zanistê raweste, hîngê tevgera çêkirin û danîna  têrman jî wê raweste ’’. Eger em li dîroka vê pêwendiyê vegerin – pêwendiya di navbera zanist û zimên de – wê baş were naskirin, ku her tim û bi şêwakî erênî zimên û zanistê bandor li jiyana hev kirine. Di vî warî de em kanin hin nimûneyan bînin:

Di sedsalên pêncan û çaran ên berî zayînê de li Yûnanistanê zanist gihabû qonaxeke pir li pêş, di wê serdemê de gelek têrm û bêjeyên nû derbasî jiyana zimanê Yûnanî yê  nivîskî bûn û nemaze zimanê wêje û felsefê. Di pişt re piraniya wan têrman derbasî jiyan zimanê gelek miletên di jî bûn.

Di sedsalên şeşan û heftan ên zayînê de, dema ku li Firensayê tevgera lêkolînên zanistî çalak bû, di wê serdemê de wêjeya Firensî gihaye asteke bilind û gelek têrmên nû bi zimanê Firensî hatin çêkirin, û di riya têkildariyên zanistî re ew derbasî jiyana gelek zimanên cihanê bûn.

Li gor van nimûneyên jorîn tê nasîn, dema ku miletek di warên wêjeyî, felsefî, civakî, hunerî  û hemû şaxên zanistê yên din de gavên pêşveçûnê davêje, her weha zimanê wî jî çalak û dewlemend dibe, û bandora xwe li zimanên din dike.

Ma gelo ji mafê her zanyarekî ye, ku ew di warê pisporiya  xwe de têrman dîne, bê ku li zimanzan vegere?

   Di baweriya me de ji mafê her zanyarekî ye, ku ew di warê karê xwe yê zanistî de têrman dîne, û di wê danînê de ew azad be, ji ber ku ew ji her kesekî din pirtirîn kane çêtirîn têrman di warê karê xwe de dîne. Ji aliyekî din ve, ji mafê her zanyarekî ye, ku bi zimanekî zindî, mirî û yan jî ji zaravayekî devkî têrman çêbike, ji ber ku mebest ji danîna wê têrmê danasîna ramanekê yan bîrdozeke zanistî ye, û kesek nikane baştirînî xwediyê wê raman û bîrdozê têrmekê jê re dîne. Ji bo danîna têrmên zanistî ji aliyê zanyaran ve, hin ji zimanzanan nerazîbûna xwe didin xuyankirin.

– Ma gelo nerazîbûna wan di cihê xwe de ye, yan na?

   Li gor nêrînên zimanzan û zimanperweran, divê ji danîna her bêje yan têrmekê re sînorên zimanî hebin, û ne ji mafê her zanyarekî ye, bê ku li zimanzanan vegere ew bêje û têrman dîne. Bêguman nêrîna wan ne şaş e, lê divê ji bîr nebe, ku wekî çawa zimanzan ji hemû zanyarên din kane baştirîn têrmên zimanzanînê dîne, her weha zanyarên din jî kanin di warê karê xwe de baştirîn têrman dînin.

Di vî warî de, ta têrmên zanistî baştir werin danîn pir pêwîst e, ku hevkarî di navbera zimanzan û zanyarên din de hebe.

– Ma gelo dema zanyarek bê şêwra zimanzanan têrmekê dîne, ew têrm cihê xwe di ferhenga zimên de digre yan na?

   Têrma ku ji aliyê zanyarekî ve were danîn, û ew ji aliyê hemû pisporan de netê bikaranîn, bêguman ew têrm nikane jiyan bike  û ne jî kane cihê xwe di ferhenga zimên de bigre, û weha têrma ku ji aliyê zimanzanan ve jî were danîn û ew ji aliyê pisporan din ve netê bikaranîn, ew jî nikane jiyan bike û ne jî kane cihê xwe di ferhenga zimên de bigre. Lê dema têrmeke zanistî, wêjeyî, felsefî, zimanî……. HWD were danîn, û ew ji aliyê piraniya pisporan ve were bikaranîn, ew cihê xwe di ferhenga zimên de werdigre.

– Danîn û çêkirina têrman bi zimanê Kurdî:

    Her kesê ku bi zimanê Kurdî bendewar e, baş dinase ku gelek nexweşiyên zimanî di jiyana wî de hene, û danîna têrman yek ji wan e.

   Wergerandin di jiyana zimanan de roleke gelek girîng û sûdar dilîze û wê dewlemend dike, ne tenê wisa ew gelek têrm û bêjeyan li ferhenga wê ya zimanî zêde dike. Ta roja îro wek tê xwastin wergerandin derbasî jiyana zimanê Kurdî ne bû ye, loma jî mirov kane bêje, ku zimanê Kurdî hinekî li paş maye û ew di warê têrman de ne dewlemend e.

   Bêguman nivîskar, lêkolînvan, zanyar û zimanperwerên Kurd dixwazin hemû şaxên zanistê wergerînin zimanê Kurdî, û di van çend salên dawî de hin hewildan û kar hatin kirin, lê dema mirov wan mijarên ku ji zimanên din bi Kurdî hatine wergerandin bixwîne, dê bibîne ku gelek têrmên ji zimanên biyan hatine bikaranîn, ew tê wateyê, ku zimanê Kurdî ji aliyê têrman ve û nemaze di warên zanistî de hinekî lawaz e.

Bêguman sedemên vê lawazbûnê, ne ji ber ku zimanê Kurdî ne dewlemend e, û ne jî lawazbûna nivîskar, lêkolînvan û zanyarên Kurd e, lê sedema wê ya serekîn ew e, ku zimanê Kurdî ji demek pir dirêj ve ne bû ye zimanê perwerdekirinê, û hemû nivîskar û zanyarên Kurd wan bi zimanên biyan xwendine.

  Ji bo ku em kanibin zimanê xwe ji têrmên biyan biparêzin, û wî ji gelek nexweşiyên zimanî rizgar bikin, divê sazî û komeleyên zimên werin avakirin û rêvebiriya wan ji aliyê pisporan ve were kirin. Ji aliyekî din ve, divê kofiransên zimên werin lidarxistin û beşdarên wan jî zimanzan û zimanperwerên hemû zaravayên zimanê Kurdî bin.

Ji bo çareserkirineke durustir wê gelek baş û hêja be, eger li ser asta Kurdistanê komeleyek bi navê Komeleya Zimanê Kurdî were damezirandin, û ew ji bo xebatkar û nivîskarên zimanê Kurdî  bibe lêveger û çavkanî.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…