Beyana Hevbendê di 116 saliya rojnamegeriya kurdî de

Her salê di 22ê nîsanê de, nivîskar û rojnamevanên kurd roja rojnamegeriya kurdî pîroz dikin, çimkî ev helkeftin bûye bihaneya xwe derbirîna çandeyî li nik wan.

Di vê rojê de, dîroka rojnameya yekemîn tînînin bîra xwe û li ser rewş û egera wê radiwestin,  bê çawa hêja Medhet Alî Bedirxan li Qahîrayê di sala 1898an de rojnameya ”Kurdistan” derxist û belavkir. Û her wiha li ser rewşa ragihandinê li cem kurdên rojava giftûgo dikin, û rola vê ragihandinê û rojnamegeriyê di civata kurdî de dipelînin.
Di vê roja pîroz de jî, pêşveçûna rojnamegeriya kurdî tînin bal xwe, ku di çend qûnaxan de derbas bûye, û çawa ji Ronahî û Hawar a Dr. Kamîran û Celadet Bedirxan destpêkiriye, ta bi kovara Gulîstan a seydayê Cegerxwîn, û bi alî serdema 80ê û 90î ji sedsala borî de, ku komek ji kovar û rojnameyan, çi bi kurdî, çi bi erebî derçûne, mîna; Dengê Kurd, Gurzek Gul, Zanîn, Pirs, Stêr, Bihar, Mewasim, Ajjras,….td.
Wekû em dizanin, di van salên dawî de, rojnameyên kaxezî gelekî kêmbûne, çimkî a elektronî ketiye şûna wan, û malperên kurdî rola rojnamegeriyê girtine ser xwe, û bûne dengê kurdan, ji wan malperan: Gemya kurdan, Welatê me, Keskesor, YekîtîMedya, Tîrêj, Avesta kurd, Skykurd, Sobaro…td. Rojnameya Nûdemê rawestiya. Kepez û Xewn û hin din hîna jî li ser kaxezan berdewam in.
Ligel vê rewşê,  rojnameyên elektronî jî peydabûne, mîna ”Pênûsa Nû” a Hevbendê, ku bi herdû beşên xwe, ya erebî û ya kurdî, belavdibe.
Li vir em ji bîr nekin ku rola peyva kurdî û rojnamegeriyê di jiyana me kurdan de diyar e, çimkî ziman û toreya kurdî diparêze, û pêşxistinekê ramyarî di nav civatê de peyda dike.
Ev roja pîroz derbas dibe û hîn jî şoreşa azadiyê û rûmetê di Sûriyê de li dar û berdewame, ev e piştî ku zêdî sê salan ji berxwedana dijî kuştina rojane û xwe parastinê didome. Di vê şoreşê de gelek ji mirovên Sûriyê çi kurd, çi ereb, ji nivîskar û rojnamevan hatine kuştin, yek ji wan endamê Hevbendê şehîd Miş’el Temo bû , her wiha şehîd Îsa Hiso û gelek çalakvan û siyasetvanên din . Û herwiha ta roja îro jî , gelek di zindanên rêjîmê de girtîne, mîna nivîskar Hisên Îso.
Di vê şoreşê de, hevbenda me (Hevbenda nivîskar û rojnamevanên kurd li Sûrî) roleke pir girîng dilîze, ev jî ji helwest û gotar û beşdarbûna endamên wê di şoreşê de diyar e, çi di riya nivîsandina gotaran û beşdariya di ragehandinê de, û çi di amadekirina nûçeyan de, bo herêma kurdî û bo hemî Sûriyayê.
Li dawiya vê gotinê, hêviyeke mezin ji nivîskar û rojnamevanan heye, ku roleke mezintir di şoreşa Sûriyê de bilîzin, da ku em bighên azadiya xwe û mafê xweyî netewî qezenc bikin, nemaze di nav gelê me de, bêtir ji wan tê xwestin ku hestê neteweyî û biratiyê geş bikin, yekîtiya kurdan li dûrî berjewendiyên kesane û partayetî biparêzin, û xwedî gotareke zelal û di asta şoreşê de bin.
Bijî roja rojnamegeriya kurdî
Azadî bo girtiyên peyva azad
Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
22.04.2014

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Weşanxaneya Ramîna, bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Jêrderyavanên Ehqafan» a romannûsa Siûdî Emel Elfaran, bi wergera Yasîn Hisên, weşand. Ev çapkirin bi piştgirîya Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî di çarçoveya projeyeke ku armanc dike nimûneyên hilbijartî yên wêjeya Siûdî bo zimanê…

London – Di çarçoveya projeya wergerandina wêjeya Erebistana Siûdî de ya ji bo zimanê kurdî, ku ji alîyê Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî ve tê piştgirîkirin û ji alîyê Weşanxaneya Ramînayê ve bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, tê meşandin, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Sîberdar» a…

Piştî ku em bi navê Nûneratiya ENKS li Ewropa beşdarî Kongreya yekem ya zimanê kurdî li Elmaniya , ya ku roja Şemiyê 27.06.2026 li bajarê Düsseldorf hate lidarxistin, me peyameke pîrozbahiyê arasteyî kongreyê kir.

Di heman demê de me nûçeyek li ser vê bûyerê bi zimanê kurdî û erebî belav…

Bi vexwendina Yekîtiya Revenda Kurdî, Nûneratiya Ewrûpayê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, beşdarî karûbarên Kongreya Yekem a Federal a Zimanê Kurdî bû. Di kongreyê de komek ji akademîsyen, lêkolîner, siyasetmedar û nûnerên saziyên perwerdeyî yên kurdî beşdar bûn. Armanca vê kongreyê xurtkirina hewildanên parastina zimanê kurdî û parastina nasnameya çandî ya…