Avdarê (2)

Mihemedê Seyid Husên

Avdarê: min digot qey..! te jî ezmûneya girî dîtiye, negirî qurban çiku bi hêsir û keservedanê êş nayên birrîn, herweku girî gaziya dûv guraye, tu ji min bawer dikî ku xew ji çavên min reviya ye, tenha şermokiya min nahêle ku hezkirina xwe eşkera bidêrim.

    Avdarê: min digot qey..! tu axîn û nalîna welatê min nadizî, peyala meyê tucar hilnade li ser hêviyên derizî, ava çemê ceqceq di co û cobarên xwe de berevaj û sergêj naherikînî, û kêra seqakirî tucar nadî bi şûrê kerizî.
    Avdarê: min digot qey..! çendîn min têbîn kiriye, ku tu dixwazî li ser kolînka peyvê awazekî noşdar li têlên tenbûrê xînî, min çendî pend û şîret bo te dehbare gotine, tenha ku nede ser rêya bêveger, bêyî ku pêşiya xwe baş xum bikî û  bipelînî.
     
    Avdarê: min digot qey..! tê li serê bana, di bin sawa bêpêjiniyê de sirûda netewî bixwînî, di zeviyên dînan de min şeg û çalak bibînî, bi qîrdana stiraneke goranî guhê min nikder bikî, omîd û pêşbîniyên mêwedar li dewsa wê biçînî.
       
    Avdarê: min digot qey..! dizanim vê carê tê kengî çaklewendiyê di me de bikujî, lê min qet nizanî ku tê dibin kirasê mar de ji xayiz ve bi me vedî, me wisa li ser hev bike komer û rijî, haj xwe hebe te rêya tewankariyê bijartiye, çima tu xwe pêlakê nasipêre pendê, tew bese şîrava ciwaniya bêguneh di me de bimijî.
      
    Avdarê: min digot qey..! xweziya mine ku carekê tu ji wê bêdengiya cankuj biaxivî, ji nav omîdên xewnedar çendakî di me de jî bi ponijî, çima te Qamişlo kiriye kavil û wêran, nehiştiye ku bişkova buharê lê bibişkivî, û derziya jehrê di kezeb û mîlakên wê kevî.  
      
    Avdarê: min digot qey..! wê roka xawer di berbangê de, li ser kolînka helbestê tînê têxîne kulîlkê, wê li ber dengê defa hewarê, dîsanê rok bi wan tîrêjên xwe yên mîna avdeyên tevna rengîn, rahêje darbesta te û ji paş givalekên ewran hanê bide herçar semtên gerdûnê.
      
    Avdarê: min digot qey..! tê li pişta birînê siwar bî, timî paswanê peravan bî, tê ji nêv pertewên jibîrbûnê derkevî, tucar ji cil û bergên pêşmergeyan narevî, tê sîpahên êrîşderan ji ser sêdarcana min bişikînî.  
       
    Avdarê: min digot qey..! wê nameyên te ji rengê fêrmistê bin, ji şahiya gula xunavgirtî, ji xemgîniya qumrîkê bin, min digot qey..! wê nûçeyên te ji pêçanoka lingê kevokê, ji awazên bilûrê û kêşesaziya helbestê bin.

…komara Çîk…18-4-2014

gorican@ hotmail.com

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

London – Di çarçoveya projeya wergerandina wêjeya Erebistana Siûdî de ya ji bo zimanê kurdî, ku ji alîyê Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî ve tê piştgirîkirin û ji alîyê Weşanxaneya Ramînayê ve bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, tê meşandin, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Sîberdar» a…

Piştî ku em bi navê Nûneratiya ENKS li Ewropa beşdarî Kongreya yekem ya zimanê kurdî li Elmaniya , ya ku roja Şemiyê 27.06.2026 li bajarê Düsseldorf hate lidarxistin, me peyameke pîrozbahiyê arasteyî kongreyê kir.

Di heman demê de me nûçeyek li ser vê bûyerê bi zimanê kurdî û erebî belav…

Bi vexwendina Yekîtiya Revenda Kurdî, Nûneratiya Ewrûpayê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, beşdarî karûbarên Kongreya Yekem a Federal a Zimanê Kurdî bû. Di kongreyê de komek ji akademîsyen, lêkolîner, siyasetmedar û nûnerên saziyên perwerdeyî yên kurdî beşdar bûn. Armanca vê kongreyê xurtkirina hewildanên parastina zimanê kurdî û parastina nasnameya çandî ya…

Dr. Mehmûd Abbas

Çima têkoşîna Kurdî hewceyê nûnasandinê ye?

Di dirêjahiya zêdetir ji sed salan de، gelê Kurd yek ji dirêjtirîn rêyên têkoşîna ramyarî li Rojhilata Navîn derbas kir. Ji piştî hilweşîna desthilata Osmanî، û dabeşbûna Kurdistanê di navbera çar welatên herêmî de، tevgera Kurdî ket rêyeke dirêj a berxwedana ramyarî û…