Iraqeka konfederal çareserî ye

 Ednan Bedredîn

Yanzdeh salan piştî hilweşandina desthilata Seddam Hisên, kêm tişt li Iraqê hatine guhertin. Gelên welat /Kurdistan ne têde/, bi piraniya xwe, di hoyên bêkarî, bêzarî û nearamiyê de dijîn. Hêviya ku rojekê xewnên gelek leberalên cîhanê û herêmê dilorand, ango, hêviya ku Iraq bibe nimûneyek jibo demokrasî, rêzgirtina mafên mirovan û geşepêdanê li rojhilata navîn bê şop winda bûye, û di şûna wê de niha, bêheviyeka sar konê xwe daniye.
Sedemên ku Iraq di ezmûna avakirina demokrasiyê de şikest gelek in, lê sedemê sereke, bi baweriya min, netêgihştina giringiya bidawîanîna şêweyê rêvebiriya navendî ya, ku ji hezarên salan ve, li vî beşê cîhanê, di nav de jî li Iraqê, serdest e. Gelek kes jibîr dikin, yan jî nizanin, ku ”Cîhana Islamî” di dema bêtir ji 1400 salî de ji aliyê çend malbatan ve hatiye birêve birin:Umewî, Ebbasî, fatimî, Eyûbî, Osmanî, Sefewî û çend malbat in dî ku ne di giringiya yên ku me li jor binav kirin de ne. Ev şêwe desthilat di komehişê ”rojhilatiyan” de weke ”qeder”-ê cihê xwe girtiya.
Desthilata navendî ku bi naveroka xwe autorîtere demeka gelekî dirêj ”rewayiya” xwe ji olê (dîn) werdigirt, lê piştî hilweşîna dewleta ”Xîlafeta Osmanî” di destpêka salên bîstan ji sedsala bihurî de, ”kaniyên rewayiyê”, herî kêm di nav musulmanên sunnî de, hêdî hêdî ji olê ber bi idyolojî û siyasetê ve hatin guheztin. Rejîmên ku bi dehên salan, bi ”devê tifingê” Misir, Iraq, Suriye, Lîbiya,Yemen û gelek cihên dî yên welatên musulmanan  birêve dibirin/dibin, nimune ne berçav in di vî warî de.
Li Iraqê musulmanên sunnî nêzîkî 1400 salî desthilatdariya vê coxrafyayê kirin. Dema dewleta Iraqê ya nûdem berî 80 salî hate damezrandin, ingilîzan ku avekerê rasteqîn ê vê pêkhata siyasî ne, rêveberiya welat radestî Haşimiyan kir yên ku neviyên dûr ê pexemberê islamê ne, û ev yek weke tekezkirinekê bû bo rûyê ”erebî” û ”sunnî” yê dewleta taze, herçendî ku erebên sunnî li Iraqê kemtir ji çaryeka şêniya welat in. Rejîmên ku piştî Haşimiyan hatin, bi ser ku xwe weke ”layik” û ”netweperst” pêşkêş dikirin, du aliyê dewletê bi aweyekî mayene parastin: Navendîbûna desthiatdariyê û serdestiya erebên sunnî têde.
 Guhertina dramatîk di 2003-an de rûda. Bi hilweşandina rejîma Seddam rê li ber guheztina desthilatê vebû. Amerîkiyan ku serkêşiya ”şerê rizgarkirina Iraqê” dikirin jibo razîkirina Iranê ku bû alîkarê wan di prosesa hilweşandina desthiladariya Bexdayê de, sîstema navendî ya birêvebirina dewletê parastin ku, di praktîkê bi vî awayî wan Iraq li ”ser sêniyeka zerîn” radestî şiyiyan kir ku zorbeya xelkê welat in, û ev jî bû rêxweşker jibo nûafrandina rejima Seddam bi rûyekî dî, vê carê ” şiyî”. Ji xwe piraniya aliyên siyasta serokwezîranê Iraqê yê niha Nûrî Al Malîkî kopiyeka ”nerm” in ji siyaseta rejîma berê re.
 Herçendî ku Iraq li gor yasaya xwe ya bingehîn dewleteka federal e, lê elîtê ereb çi yê kû desthilatdar e, û çi yê ku li derveyî desthilatê ye, heta niha ev rewş nepejirandiya û wê weke pêvajoyeka katî, yan jî  rewşeka”de facto” dijmêre. Hemû siyaseta ”navendê”  li hemberî Kurdistanê di 11 salên dawî de vê boçûna me tekez dike. Weke ku girftên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hene, mîna pirsên girêdayî deverên dabirkirî, mûçe ya pêşmerge, yasaya petrolê û gazê ne bes bûn, desthilata Malîkî bi pêngava rawestandina mûçeyên karmendên Kurdistanê ku ji aliyê yasayî ve beşek ji hêza karker ya Iraqê ne, peywendiyên herdû aliyan xiste pêvajoyeka gelek krîtîk de. 11 salan piştî têkbirina dîtatorya Seddam Hisên, li Bexdayê, dise ji encama navendîbûna desthilatê, dikatoriyeka nû serê xwe bilind dike, û bi awayekî ku aramî û jiyana gelê Kurdistanê dixe metirsiyê de.
 Diyar e ku peywendiyên Kurdistanê û Bexdayê nema dikarin bi şêweyê xwe yê niha berdwam bikin. Rêveberiya Kurdistanê pêwîste çareseriyekê mayene ji vê qeyrana metirsîdar re bibîne û bi baweriya min tênê Iraqeka konfederal çraeseriya herî guncaw e jibo hemû astengên ku ev welat rû bi rû dibe.
 Konfederalî dê asoyeka fereh li pêş gelê kurd veke, hem di warê bikaranîna samanên xwe yên netewyî de û hem jî di warê tekezkirina nasnemya kurd li cîhanê. Konfederalî dê di heman demê de bikeve di berjwendiya hemû gelên Iraqê de, jibo ku ew dê bibe rêgirek li ber hestên netweperest û şoven ku di jiyana siyasî ya vî welatî serdest in û sedemên gelek girifte ne .

 Jibo kurdan, tenê Kurdistaneka serbixwe çareseriyeka baştir e, lê pirs di wê de ye, gelo heta çi radeyê reveberiya Herêma Kurdistanê û hêzên wê yên siyasî ji karekî wisa re, ku hîç ne hesan e, amade ne?.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî
Roman a Ingeborg Bachmann ya bi navê “Malina” ne tenê romanek e, ku mirov tenê bixwîne; ew hevdîtineke bi şêwazekî din re, yê bîrkirin û hestkirinê. Ew çîroka jinekê ye, ku di cîhaneke cih ji bo hestên wê yên kûr tune ye de, diqete û diherife.

şiroveyeke zelal û wêjeyî ya…

Dr. Mahmoud Abbas

Herçend pergala Wilayeta Feqîh pergaleeke qirêj û xapînok be, û gelek tawan li hundirê Îranê û li derveyî wê kiribin, lê îro ecêbî û êşeke mezin ev e ku gotara wê, di hin dosyayan de, ji gotara rêveberiya Trumpê zelaltir xuya dike؛ rêveberiyeke ku dixwaze têkçûna xwe ya siyasî û…

Rebhan Remezan

Weke zêdekirinek li ser tiştên ku min berê di gelek gotaran de nivîsandibûn, yên ku xwendineke rexneyî li ser rûçikên xebata siyasî li welatê me Sûriyê dihewand, îro nakokiyeke balkêş û heta şokker derdikeve holê, ku rastiya çepa Sûrî bi gelemperî, û hinek partiyên Kurdî yên Sûrî bi taybetî hilavaşîne….

Rabhan Ramadan

Çar dehsal û piçek.. Û qehremaniya Kurdî nû dibe

Hezar carî pîroz be ey qehreman, ey Egîd.. Bi serkeftin û şampiyoniya xwe ya li ser asta cîhanê, te ez û hemû Kurd şa kirin. Çar dehsal û piçek, ev e ferqa demî di navbera koçkirina şampiyonê cîhanê yê zîvranî…