Gotar

Sibatê dest hilanî

Zinar Mistefa

Hema..Hema, ­Çille ­ hemû bê baran derbas bû, û ji zivistaneke sar û ziwa pêve, me tiştek ne dît. Di wextê ku: debora millet û nanê zarokan, bi hebûna barana zivistanê ve girêdayiye.
Raste, axa welatê me zengîne û petrola me zehfe. Lê ew dewlemendî tev ji xelkê re diçe, û tu havil jê li me navegere. Bi gotineke kurt: em (xelkên herêma Cizîrê) bê xwedîne, û bi nav tenê, di bin siha dewleta Sûrî de dijîn- Ango: dewlet (rêjîma Beis) di warê civakî û ekonomî de, me naparêze, û di salên ziwa û mehil de, li me xwedî naderkeve.
Belê, nanê zarokan û debora xelkê li Cizîrê, bi hatina barana ezmanan ve girêdayiye. ””””””””Heke barî? Weke ku pêşiya gotî, kerê şixra nalî” Wî mûsimî,keyf keyfa cotaryan e. ””””””””Heke nebarî? (parçê didwan ji serpêhatiyê)  Dar kete diya cotarî”. Hingî, malik li xelkê xiradibe . Lê şikir ji xudê re, hê barana Cizîrê me pake. Zemanê berê, gelek berf û baran li welatê me diket. Bilkî, salê bêhtirî (600mmî) baran dibarî. Li gor belgeyên dewletê: nezma baranê di salê de , li bajarê (Qamişlo)=442mme.
Van (20-25) salên paşî , ew zivistanên bi şilî li nik me nemane.Ew jî, girêdayiye bi wan guhertinên ku li kilîmetê dinyayê dibin -germbûna riwê erdê. Bi wan guhertinan, em bi 
xwe, di salên ziwa û kêmbaran de bêhtir dihisin. Îsal (2006-2007) ji ber nebûna baranê, tirseke mezin kete dilê me de. Destpêkê, du(2) tavên xweş barîn. Lê dûvre, nêzika heyv û nîvê, baran yek car qut bû. Di encamê de, ziyaneke mezin li Çandiniyê bû- Heta ku hinekan çandiniyên  xwe jî qulibandin- Yanî: em ber bi bêtareke mezin ve diçûn. Lê çawa, em ketne heyva Sibatê de, baranê dayê de, û barî,û barî, heta ku erdê xizna xwe ji ava wê dagirt. Nûka hingî, dilê cotaryan rehet bû, û wan dikarîbûn reht .. reht sere xwe deynin.  

Gelek caran, heyva Sibatê dest hilaniye. Vê carê jî, wê soza xwe bicihaniye. Çêbûna mûsimê, ma li benda barana biharê . Em bi hêvîne ku: wê hingî jî bibare.

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…