Beyanek bo ” kongerê çaran a Hevgirtina rewşenbîrên rojava li derve”

Em kesên ku li jêrî vê
beyanê îmzedikin, endam û damezirên vê Hevgirtinê ji destpêkê ta bi kongerê
sisyan nîsana 2007, em matmayî man dema ku me ragihandinek li ser internêtê
dît, ku wê kongerê çaran li darkeve, ev Hevgirtina ku ji kongera sisyan ta roja
îro hatiye rawestan, çimkî armanca vê Hevgirtinê bi layekî ve çû û dûrî rastiya
xwe ket.

Destpêkê, mebesta me a
yekemîn ew bû, ku piştî serhildana gelê meyî kurd di Adara 2004 de, wê rewşenbîrê
kurd li derve bibe stûnek û pişgirek bo gelê xwe li hidurî welat, û bê ku bi
alî partiyekê ve here, û herwiha xebatê bo mafê gelê xwe di warê hizir û çand û
tore û hunerê de û di riya hemî çalakiyên çandeyî û toreyî, bike, lê em dibînin
ku vejîna vê Hevgirtinê û di dema îro de, dikeve warê nelhevkirina siyasî di
nav partiyên ku hêzên wan li herêma rojavayî Kurdistan hene, ev nelheviya ku bi
ecendeyên herêmî hatiye girêdan, aramanca wan eve ku ew hêzne destên xwe li ser
hemî herêma kurdî deynin, bo bercewendiyên xwe, ku tu sûdeya gelê kurd tê
tuneye, lê her û her nelheviyê di navbera hêzên kurdî-kurdî xurt dike.

Xuyaye çend kesên ku di
komîta birêveber a ku ji sala 2007an ve hatiye herfandin, û hevalbendên aliyekî
siyasî ne, dixwazin hin kesên rewşenbîr bi alî xwe ve bikşînin û xebata wan ji
bo bercewendiyên partîtî bikarbînin. Em nabêjin ku vî aliyê siyasî telefizyona
xwe di destpêkê de ji Hevgirtinê re vekir û gelek hevpeyvîn bi endamên komîta
birêveber kirin, da ku vê Hevgirtinê bi raya giştî bidin nasîn, lê dûra tiştên
di dilê xwe de derxistin, ku vê Hevgirtinê bi alî xwe ve bikşînin, dema ku
dîtin ev Hevgirtin giranbuhayek li dervî welat jê re çêbibû û dengvedanek mezin
li hundirê welat dabû.

Îro em dibînin ku
bercewendiyên partîtî ên teng dixwaze, ku meydana çandeyê bindestxîne, û ev jî
belûye, ji dema ku ”Yekîtiya nivîskarên kurdên Sûriyê) li hindurê welat hate
damezrandin, ku ew jî ji alî partiyeke siyasî hate bi piştgirtin, ana em
dibînin ku partiyeke dî dixwaze tevgera çandeyî li dervî welat têxe bindestê
we, û eve jî diyare ku dixwazin Hevgirtina ku ji sala 2007an ta 2013 hatiye
rawestan, ji nû ve vejînin.

Saloganên vê komîtê evin,
ku dibêje; Ev Hevgirtina nû wê ligor asta bûyerên ku li welat bi gelemperî û li
herêma kurdî bi taybetî çêdibin, wê xwedî li wan derkevin. Eve xelkê dixabînin,
û wekû yek xwelîyê davêje nav çavan, ji ber endamên vê komîta ku wê Hevgirtinê
vejînin, ne helwestek niştimanî û ne helwestek mirovayetî derbarî şoreşa Sûrî û
karên kirêt ê rêgîm û çetên xwe li herêma kurdî dikin, nestendine.

Ev kongera çaran a ku
dibêjin wê li dawiya vê mehê ji sala 2014 
lidarkeve, endamên xweyî bingehîn temsîl nake, ewên ku desten wanî spî
di hemî karûbarên Hevgirtinê de hebûn, mîna malpera Hevgirtinê û kovara wê
Urkêş, lê xuyaye komek ji wan kesên kêsbaz xwestine navê vê Hevgirtinê ji
partiya xwe re bidizin.

Em dibêjin ku ev kongera
hatî- eger çêbibe- me kesên jêrî temsîl nake:

Nivîskar û helbestvan
Mihammed Efîf Alhuseynî

Nivîskar Idrîs Omer

Çîroknivîs Qado Şêrîn

Rojnamevan Salah aldîn
Bilal

Nivîskar Ebdulbaqî Huseynî

Rojnamevan û hunermend
Înayet Dîko

Helbestvan Mervan Keleş
(Endamê damezrandina Hevgirtinê)

Helbestvan Axîn Welat (Endama damezrandina
Hevgirtinê)

Nivîskar Jan Dost (Endamê damezrandina
Hevgirtinê)

Nivîskar û syasetmedar Merwan Osman

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…