Hejmara pêncan ya kovara Dîwar derket

 Kovara Dîwar ku ji serê salê ve weşana xwe ya mehane destpêkiribû, hejmara pêncan jî li pey xwe hişt. Mîna hemû hejmarên din, vê carê jî mijareke sereke ya hejmarê hebû. Di bin sernavê „ Li derveyî welat radyo û bernameyên bi kurdî “ de nivîskar û xwediyên ezmûneyên di warê radyovaniyê de ji bo kovarê nivîsandin.
Ronî Ardil li ser weşanên radyoyê li Elmanyayê rawestiyaye û bi taybetî rewşa bernameyên kurdî di rdyoya WDR de. Hacî Kardoxî ku yek ji berpirsiyarên radyoya Aşitî ye ku li Ewrupayê weşana xwe dike ji kovarê re behsa radyoya Aşitî dike.
 Şahînê Soreklî li ser SBS Radyo ya Australyayê nivîsand. Medenî Ferho li ser radyoya Mezopotamyayê ku weku dengî azadî û aşitiyê tê binavkirin nivîsand. Herweha Agirî Soran li ser radyoyên internetê û radyoya Kurdfm nivîsand. Li ser radyoya Rewanê ku bi milyonan kurd hişyarkirin Têmûrê Xelîl ji kovarê re nivîsandiye. Mistefa Xelîl ji Australyayê li ser radyo fm2000 nivîsandiye. Necîb Balayî behsa  serboriyek dûr û dirêj di radyoyên kurdî de dike. Mijar bi nivîsa radyoyên kurdî yên li Turkiyê bi dawî dibe.
Hevpeyvîna hejmarê bi Mîrê stirana klasîkî ya Kurdî Hesen Şerîf re ye.
Di beşê gotaran de Mesûd Serfiraz li ser sedsaliya kovara Rojî Kurd û Omer Dilsoz „di romanê de detpêk“ nivîsandiye.  Ji bilî wê sê kurteçîrokên Bavê Zozanê û helbesteke Ciwan Nebî bi navê „di cengê de“ cih girtine.
Ji wêjeya elmanî  Ciwan Qado sê helbestên Gottfried Benn wergerandine kurdî. Cemîl Oguz li ser  belgefimê(Lêgerîna li Zilamekî Şîrîn) ku li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê hatibû nîşandayîn nivîsandiye.
Ji bilî danasîna çend pirtûkên nû, portreya vê mehê ya kovarê nivîskarê kurd, Mulazim Ozcan e, ku niha weku girtiyekî azadiyê di girtîgehên turkiyê de ye.

Ji bo agahiyên berfirehtir li ser kovarê www.kovaradiwar.com

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Silêman Bavê Sîpan

Ez Kurdim, li her derê
Nabê tiştek min biguherê

Ev zimanê min Kurdî ye
Min ji dayika xwe girtiye

Ne bi tirs û ne bi şerm
Serbilind im ez her dem

Kurdim ez, ji kok û reh
Kurd dimînim li her cih

Kurdî bo min,ne zimane
Ew dîrok e, ew jiyan e

Ew dengê bav û kalan e
Ew stranên…

Ezîz Xemcivîn

Kî li benda te bû
Kî li kolana dildariyê bendewara gulekê ji destê te bû?
Dildareka bêdeng im,
yarê min!

Evîndara bayê hênik û axa warekî me,
ne baskşikestî me,
ne bineka ketî me,
çima li şaneşîna evînê tu min nabînî,
yarê min?!

Roja evînê bi hêviyên neyar nayê girtin…
Sozên li hev badayî,
bi hêsanî…

Fewaz Ebdê

-1-

Ezbenî!
Herdû çavên te ji zaroktiyê re bexçene
Kenê te hêlana asîmên e.

-2-

Her ku li te dinerim ezbenîLanguage Resources
Zarokekî li paş sîberên salaln dibînim
Bi destê xweyî biçûk
evînê qenewîç dike.

-3-

Tu mîna zarokekî ji rîhanan hez dikî
û mîna ku hê nû te
temen vedîtibî
çîrokan dibêjî.

-4-

Çaxê tu di nav neviyên xwe de rûdinê
Temen kirasê xwe di ser xwe…

Dildar Aştî

Te rojekê
Kevirekî kelemî
ji rêçekê hilnekir
Te rojekê
Şûşeyekî şikestî
Ji ber lingên mendalekî ranekir

Te gulek tî
Di bexçeyê evînê de av neda
Te goleke meyayî
Li ramanê tev neda!..
Te berxeke windayî
Negihandiye nav kerî
Te pîreke rêwindayî
Negihandiye ber derî

Di şeveke bi tirs de
Çi nameya evînê te neguhest
Mafê peyveke tenê
Di civata padîşah de te nexwest
Te rojekê
Simbilekî ziviyê
Ji şewatê neparast
Ne li keviya rêyekê
Ne li…