Ji Gotinên Mîr Celadet Bedirxan di roja Zimanê Kurdî de

–  Yekîtiya miletê kurd bi yekîtiya zimanê kurdî tête pê. Di yekîtiya zimên de gava pêşîn jî yekîtiya herfan e. Yanî ji bona nivîsandina zimanê miletekî, divêt zana û xwendewarên wî miletî bi tevayî ji bona zimanê xwe elfabêyekê bibijêrin û heke di wî zimanî de çend zar hene, zar hemî bi wê elfabayê bêne nivîsandin..

–  Kuro! Eybe, şerme, fihête, an hînî xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe bibin, an mebêjin em Kurdin, bê ziman Kurdîtî ji we ra ne rûmete, ji me ra  rûrewşiyek girane..
– Heyf û xebînet û hezar mixabin, nemaze ji wan ra ko bi zimanên din dizanin bixwînin û binivîsînin û alfabêya zimanê xwe hêç nas nakin).
– Heçî em Kurd, me zimanekî delal heye û em pê diaxifin, piraniya me ji vî zimanî pê ve bi tu zimanî nizanin.
– Bi tenê divêt em hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin. Îro hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê mader ji bo her miletekî, êdî ne bi tenê wezîfeke şexsî ye, lê wezîfeke milî ye jî.
– Heçî bi vê wezîfê ranebûne, wezîfa xwe ya milî pêk neanîne û bi kêrî miletê xwe ne hatine. Ji bona ko mirov bikare xwe ji miletekî bi hesibîne, divêt ko bi kêrî wî bê.
– Hawar dengê zanînê ye, zanîn xemnasîne, xemnasîn ji me re riya felat û xweşiyê vedike. Her kesê ko xwe nas bike, dikare xwe bide naskirin. Hawara me berî her tiştî, heyina zimanê me dê bide naskirin, lewma ko ziman şertê heyînê a pêşî ye.
– Bavo  li dinyê ji me kêmtir kes nemaye, heçî milet  hene tevde bûne dewlet û hikûmat, xwedan kitêb û dibistan. Bi tenê em miletê kurd bi şûnde mane, reben, feqîr, Nezan, belengaz di destê xelkêde lihîstok… Xelkê hevsarê me kiriye destê xwe li gor kêf û menfîeta xwe, berê me ji bakur dide nîvro, ji rojave dide rojhilê, ji lewra divêt em jî bixebitin, xelkê xwe hînî xwendin û nivîsandinê bikin, vî miletê belengaz ji tariyê xelas bikin, berê wî bidin tav û ronahiyê..
  Mîr Celadet Bedirxan

Tiştê ko min divêt ez ji we re bibêjim, bi kurtî ev e. Hîn bin. Hîn bin. Hîn bin. Hin kin. Hîn kin. Hîn kin. Belê bi tenê hînbûn ne besî me ye. Divêt em hîn bikin jî. Her Kurdê ko xwendin û nivîsandinê dizane divêt yên ko nizanin bielimîne. Ji Kurdê xwenda re divêt heke ber destên wî de Kurdên nezan nînin, li wan bigere, wan peyda û hîn bike..
Mîr Celadet Bedirxan, kovara Hawar, hejmara (27) Şam/1941.
Bavo, li dinyê Ji me kêmtir kes nemaye, heçî milet hene, tevda bûne dewlet û hikûmet. xudan kitêb û dibistan, bi tenê em miletê Kurd bi şûnde mane, reben, feqîr, nezan, belengaz di destê xelkê de lehistok. Xelkê hefsarê me kiriye destê xwe da, li gor kêf û menfîeta xwe berê me ji bakur dide nîvro, ji rojava dide rojhilêt, ji lewra divêt em jî bixebitin, xelkên xwe hînî xwendin û nivîsandinê bikin, vî miletê belengaz ji tarîyê  xelas  bikin, berê wî bidin tav û ronahîyê.
Mîr Celadet Bedirxan, kovara Roja Nû, hejmara (1) Beyrût/1943.

Heçî em Kurd, me ziman, me zimanekî delal heye û em pê diaxivin, piranîya me ji vî zimanî pêve bi çi zimanî nizanin. Bi tenê divêt em hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin. Îro hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê  mader ji bo her miletî  êdî ne wezîfeka şexsîye, lê wezîfeka milîye jî, heçî bi vê wezîfê ranebûne, wezîfa xwe a milî pêkve neanîbe, bi kêrî miletê xwe nehatine ji bo ko mirov bikare  xwe ji miletekî bihesibîne  divêt bi kêrî wî bêt..
Mîr Celadet Bedirxan, kovara Hawar, hejmara (40) Şam/1942.

Gelî Mîr û Axano! Kurmancno! qenc bizanin xwendin, ilm û merîfet li dinyayê û axretê rûyê mirov sipî dike. Niho zaroyên xwe fêr bikin ilm û merîfetan hûn bi xulaqetê xwe şûcai û cesûrin, heke hûn bibin xweyî ilm, hûnê ji dinyayê hemîyan xurtir û dewlemendtir bin..
Mîr Miqdad Midhet Bedirxan, rojnameya KURDISTAN, (4) Misir/ Qahîre/1898.

(Mal xerabo! Ma we ew çend wext nîne, ko hûn  ji bo hînbûna zimanê biyaniyan bi salane ve xebitîne û îro jî dixebitin. ji bona ko bikarin (fînfoneke) derewîn bi lêv bikin. Kuro eyb e, şerme, fihête, an hînî xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe bibin, an mebêjin em Kurdin. Bê ziman Kurdîtî ji we ra ne romete, ji me ra  rûreşîyeke giran e. Heyf û xebînet û hezar mixabin, nemaze ji wan ra ko bi zimanên din dizanin bixwînin û binivîsînin û alfabêya zimanê xwe hêj nas nakin..).
Mîr Celadet Bedirxan, kovara Hawarê, hejmara (27) Şam /1941.

(Bavo, li dinyê ji me kêmtir kes nemaye, heçî milet hene, tevda bûne dewlet û hikûmet. Xudan kitêb û dibistan, bi tenê em miletê Kurd bi şûnde mane, reben, feqîr, nezan, belengaz di destê xelkê de lehistok. Xelkê hefsarê me kiriye destê xwe da, li gor kêf û menfîeta xwe berê me ji bakur dide nîvro, ji rojava dide rojhilêt, ji lewra divêt em jî bixebitin, xelkên xwe hînî xwendin û nivîsandinê bikin, vî miletê belengaz ji tarîyê  xelas  bikin, berê wî bidin tav û ronahîyê..).

Mîr Celadet Bedirxan, kovara Roja Nû, hejmara (1) Beyrût /1943.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…