Newafê Bişar
Roja pêncşembê 31.01.2013an, li dema vegera xebatkarê Kurd ê navdar, birêz Kemalê Henan ji karê xwe, nêzîkî mala wî ya li bajarê helebê-taxa Eşrefiyê, bi guleya segvanekî zikreş û bê bext jiyana xwe ji dest dide, li ser rêya aştî û azadiya welêt canê xwe yê pîroz pêşkêş dike.
Bê gomane ku rewşa welatê me Sûriyê tê re derbas dibe, rewşeke aloz, tevlîhev û awarte ye, destelat di ber kuştina kekê Kemal û bi sedan pakrewanên rêya xebat û azadiyê de berpirsiyarê yekemîn e…
Lê weke rastiyeke dîrokî, şehîdbûna Kek Kemal, ne tenê ji bo partiya YEKÎTÎ yan jî tevgera niştimaniya Kurd li Sûriyê, lê belê ew ji hemû tevgera niştimaniya Sûriyê re ziyaneke mezin bû…!!.Li dirêjahiya xebata xwe ya bêtir ji 40 salî, wî bawerî bi tundûtûjî, teror û sertiyê ne aniye, her dem wî xebata demokrat a aştiyane bikar aniye.
Di rojên teng û tariyê de, di rojên ku dengê gule û qurşînan bi ser dengê aqilmendiye dikeve de, mirov hewcedarê hişmendên zana, kesên dûrbên mîna kekê Kemal e…
Derheqa te, em çiqasî bêjin, emê kêm bêjin ey têkoşerê payebilind, tenê em dikarin bibêjin:Bila axa te xweş be!!..Berê te çandiye, bê goman ewê şîn bibe, îro bi sedê hizaran xort, qîz û lawên gelê me li barê xwe xwedî derketine, doza gelê xwe ya dadmend û rewa bi reng û şêweyên xebata demokrat a aştiyane dişopînin…Bê gomane ewê armanca xwe, armanca te bi dest ve bînin…
Li dawiyê, ez gurzek gul li ber serê te datînim û bejina xwe ji rewanê te yê pak re xwar dikim…!
01.02.2013







Şîrove (0)