Pakrewanê aştî û azadiyê Kemalê Henan (Bavê Şiyar)

Newafê Bişar

 Roja pêncşembê 31.01.2013an, li dema vegera xebatkarê Kurd ê navdar, birêz Kemalê Henan ji karê xwe, nêzîkî mala wî ya li bajarê helebê-taxa Eşrefiyê, bi guleya segvanekî zikreş û bê bext jiyana xwe ji dest dide, li ser rêya aştî û azadiya welêt canê xwe yê pîroz pêşkêş dike.

   Kemal, yek ji birêvebirên partiya yekîtî ya demokrat a Kurd li Sûriyê(YEKÎTÎ) û endamê desteya weşana Kurdî NEWROZ ê bû,  li bajarê Helebê û devera Kurdaxê, weke kurdperwer û têkoşerekî zîrek naskirî bû. Ew xwedî jin û bavê sê xortan e: Şiyar, Ciwan û Hoşeng.
   Cara pêşîn, sala 1977an li bajarê Helebê, min ew nas kir û li ser rêya xebata milî û netewî çi di warê rêzanî, rêxistinî û çi jî di warê tore, wêje û zimanê Kurdî de bûne dost û heval..!!
Bê gomane ku rewşa welatê me Sûriyê tê re derbas dibe, rewşeke aloz, tevlîhev û awarte ye, destelat di ber kuştina kekê Kemal û bi sedan pakrewanên rêya xebat û azadiyê de berpirsiyarê yekemîn e…
   Lê weke rastiyeke dîrokî, şehîdbûna Kek Kemal, ne tenê ji bo partiya YEKÎTÎ yan jî tevgera niştimaniya Kurd li Sûriyê, lê belê ew ji hemû tevgera niştimaniya Sûriyê re ziyaneke mezin bû…!!.Li dirêjahiya xebata xwe ya bêtir ji 40 salî, wî bawerî bi tundûtûjî, teror û sertiyê ne aniye, her dem wî xebata demokrat a aştiyane bikar aniye.
   Di rojên teng û tariyê de, di rojên ku dengê gule û qurşînan bi ser dengê aqilmendiye dikeve de, mirov hewcedarê hişmendên zana, kesên dûrbên mîna kekê Kemal e…
    Derheqa te, em çiqasî bêjin, emê kêm bêjin ey têkoşerê payebilind, tenê em dikarin bibêjin:Bila axa te xweş be!!..Berê te çandiye, bê goman ewê şîn bibe, îro bi sedê hizaran xort, qîz û lawên gelê me li barê xwe xwedî derketine, doza gelê xwe ya dadmend û rewa bi reng û şêweyên xebata demokrat a aştiyane dişopînin…Bê gomane ewê armanca xwe, armanca te bi dest ve bînin…
Li dawiyê, ez gurzek gul li ber serê te datînim û bejina xwe ji rewanê te yê pak re xwar dikim…!
01.02.2013

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Nivîskar Konê Reş pirtûka “Cizîra Binxetê û Jîyana Rewşenbîrî” li Qamişlo imza kir. Roja duşembê 10.02.2025 Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) li bajarê Qamişlo merasîmeke îmzekirina pirtûkê bi navê “Cizîra Binxetê û Jîyana Rewşenbîrî”, ya nivîskar û helbestvanê kurd Kunî Reş li darxist.
Konê Reş rewşenbîr, nivîskar û helbestvanekî kurd e, di sala 1953an…

Zagros Osman
Endamê Desteya berê ya Aqilmendan û Serokê Navenda lêkolînên stratejîk û şêwirmendiyê Abdurrahîm Temel bû mêvanê kenala Rûdaw TV û ji bo pêvajoya nû a di navbira Tirkan û Abdullah Oçalan de Rêberê Partiya Karkirên Kurdistan PKK yê girtî axivî, û diyar kir ku 6 Vîdeoyên Oçalan hene, di destên Dewletê û DEM…

Konê Reş

Rêwiyo!

Kes weke min

Sikak û kolanên

Bajarê min nas nakî;

Ez dizanim

Kîjan meyxane li kû ye

Kîjan çayxane li kû ye û

Kîjan bazarxane li kû ye..

Tariye..

Tariyê bi ronahiyê

Naguherînim

Ez kiryarê ronahiyê…

Xizan Şîlan

her şev

hestên min yên tevzînok

di nalîna stranên keserkûr de

mest dibin

qedera sersem

li nav qermîçokên eniya min

konê xwe vegirtiye

bêşansiya salên kambax

xwe li stûyê şadiyên min

alandiye

ji asîmanên bihara rengîn

xwelî…