Êdî Bes e Xapandin

  Ebdisselam Xoce

Pêximber silavê Xweda lê bin dibêje:  
“Gunehkariya herî mezin ew e ku mirov axavtineke derewîn bike û yê beramberî wî jê bawer bike “
Ev serê pêncî salî  milletê Kurd li Rojavayê Kurdistan hemû rengên zilm û zoriyê dibîne û rêjîma Basî diktator  bi hemû awayan vî milletî ber bi tunekirinê de dibe, bi zagonên xwe yên awarte milê wî giran dike.
Lê îro derfeteke zêrîn hatiye peydakirin çimkî şoreşeke pîroz li dar e, û pêlên guhertinê nêzîk û ne dûr têne encamkirin, em weku millet û tevgera wî ya konevanî ji vê  guhertinê re amade ne an na?
Di baweriya min de û li gor rewşa tevgera konevanî… Na.
Û ev nabûn ne ji valahiyekê hatiye belê ji roja pêşî de ev yek diyar bû û li cem nifşên têgihiştî di biryarên dawî de yên ku tevgerê stend teqez bû.
Tu ji wan dipirsî: Çima ev biryar û daxwaziyên bilind?
Dibêjin: Em ê doza mafê gewre bikin ta ku em ê biçûk misoger bikin…Mixabin…!
Çi tevger yan partî bê guman mifadariyê ji ezmûnên derdorên xwe dike, û ev yek dema ku tevgerê biryar stend diyar bû.
Kak Mesûd Berzanî ji wan re got:
“Ez destwerdanê di biryarên we de nakim, lê weke nerîn ne wisa ye, maf ne bi vî rengî têne çesipandin”.
Fidralîzim, Otonomî, Serxwebûn û Aazadî ji miletê Kurd re mafin rewa ne, lê ta kîjan radeyê wê pêk bên…?
Di baweriya min de biryarên dawî kevneperistiyeke siyasî bû, û dema ku ew daxwaz  nîşanî berhengariyê kirin û nehate qebûlkirin ev yek xuya kir. Ew partiyên ku li ser fidralîzmê teqez dikirn mîxê dawî li darbesta wê xistin  û sûreke mezin di navbera xwe û berhengariya Erebî de ava kirin.
Di baweriya min de qonaxeke hestyar û hûrbîn e, rêveberiyeke têghiştî jê re gerek e û mixabin em ne li gor vê  qonaxê ne, em hîn milletê xwe bi duruşmên  nebûyinî û neheyinî dixapînin, , ya pêwist ew e ku em hewl bidin mafên xwe wekû millet di destûreke nû de biçespînin, li gor yasa û peymanên navdewletî, û em bi milltê xwe re  rast bin, û karibinn li ser nerîn û berjewendiyên derdora xwe rawestin.
Li dawî dikarim bibêjim: Pêwîst e ku em doza tiştin biçûk bikin ta ku em yên berz bi dest bixin.
Gello wê guhdarî hebe…!!!?

Hewlêr: 5-12-2012

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…