Tekûzkirina kesayeta mamosteyan

MELEVAN RESÛL

Di vê gotarê de çima min berê xwe daye mamosteyan ?
Heger giringiya wan di avakirin û hişyariya civakê de nebûya min ew nîşan nedidan , nemaze di babeta hînkirin û perwerdekirina nifşên paşerojê de .

Ev çîna me bi navkirî di hemû qûnaxên dîrokê de bûye hîmek bingehîn di sererastkirin û pêşxistina hemû netewan ber bi şaristanîke hêjayî nirxê mirovane ve , heger karîger û hîkar be , bi sanahî em dikarin civakek ji nû afiriandî bi pîvanên girêdayî nirxên şaristanî ve ,
 civak jî vê yekê nasdike û baweriya wê pê heye ku riya pênasîn û pêgihandina zanistiyê bi rola hînkirinê re derbas dibe , di eynê demê de jî mamoste jî di wê baweriyê de ne û xwendina xwe ya hînkariyê di vê cobare re diherike û rewa dibe , ango perwerdeya dirist û hemdem bi rola mamosteyan ve girêdayî ye , dema rola wî erênî be , civak bi giştî dibe erênî û ji xwe bawer û saxlem dibe .
Em dizanin ku têgihiştina zanistî bi tena xwe têra tekûzkirina wê kesayeta bi vê rolê dirabe , helbete pêdawistî û mercên wê kesayetê hene , ji zanîn û têgihiştin û heta xwe bighîne alavên alîkar di hînkirinê de , lê hema zimanê perwerdeyê dibe stûnê sereke ji keristeyên dan û standinê nevbera mirovan de , çiqasî ew ziman şayik û lihevdayî û têrwate be , ew qasî jî lezgînî dikeve hînkirin û perwerdeyê de .
Vêca niha em werin ser wê kesayeta mirovên kurd yên karmendiya fermî di hînkirinê de dikin, gelo ma di zimanê xwede pêkhatî ne yan na ?
Di vê qunaxa giring de ya welatê me têre derbas dibe pêwistê em ji hev bipirsin ka çiqasî kêmendamî dikeve keristeyên kesayeta mamosteyan ji hêla pêkhatin û têgihiştina wan bi zamanê wan da ku karibin vê nameya xwe bighînin serçimê , di baweriya min de heger kêmasî hebe ew qelsiya mamoste diyar dike û ji nirxên wî dixe û ya herî girintir wê berpirsiyariya wan ya sincî têk dibe .
Şoreşa Sûrî lidar e , û rojavayê kurdistanê de dinav de çalake, çendîn şer û pevçûn dijwar bibin jî lê dawî wê rewşa miletê kurd nemîne wekî berê , bêguman wê bi rengekî ji rengan bi fermî were naskirin .
Ji ber vê veguherînê wê derfetê bidestxistina mafan jî pêk were , ji lew pêwiste em ji mamosteyên xwe ( yên heta niha di nava xemsariyê de noq mayîn ) bipirsin : ka heta çi radeyê we kariye wekî kesayeta mamosteyên kurd xwe tekûz bikin ?.
Heger heta niha hîn pûtedan yan paşguhkirin di ramanê wede digere , çi mamosteyên hînî zimanê xwe nebûbe , bila sed tepî li nava kuloxê xwe bide û bi lezgînî li kesayeta xwe ya rûxayî bigere û ji nûve bi zimanê kurdî xwe tekûz bike û nameya xwe ya mirovan e bighîne encamdanê .

28/7/2012

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…