Qado ŞêrînMe berê jî gelek caran nivîsandibû; ‘’Li şûna hestên netewî, hestên partî û serokan hatiye çandin’’. Ji ber wê kurd tarûmar bûne û nikarin mafê xwe bistînin.
Di van rojên zirav û teng de, ne tenê tevger, belê gelê kurd li rojava di qonaxeke hesas de derbas dibe, eger tevgera siyasî ne di asta şoreş û wexta veguhestinan de be, ewê bi rûxandina rêjîmê re birûxe.
Rojane gelê kurd bi tepan bi serê xwe dikeve û dibêje: qedera me ye ew tevgera lawaz nûnertiya me dike.
Li şûna dezgehên xwe ava bike, rêberiya herêma xwe bike, herêma xwe biparêze, mixabin li dûv berjewendiyên xwe yên partayetî diçin. Li gel ku dixwazim peymana Hewlêrê pêkbê, lê dizanim ku peyman ne di navbera bira û bira de tê danîn, ne di navbera qaşo zikêşên wî miletî de imze dibe. Eger baş bana peyman negerek bû. Lê dîsa jî li ser pelikan imze kirin ma ku li ser xakê jî imze bikin.
Rojane bi dehên caran diyar dibe ku partiyên me ne ji bo berjewendiya gelê kurd, belê ji bo ecindeyên derve û partayetiyê dikin, ji ber wê dîsa dibêjim, eger rêjîm rûxiya ewê jî birûxin û wê dîrok lanetê li wan bibarîne.
Partiya ne di asta xebatê de be, ya nikaribe xwedî li miletê xwe derkeve, bila ji meydanê vekişe.
Eger wisa berdewam bike emê bibin pêkenok, eger em nebûbin, û bi serkeftina şoreşê re emê tiştekî bi destnexînin, belê emê hîn jî bi pirsgirêkên navxweyî mijûl bibin. Lê ku kurd di Sûriya nû de ne hêzek bin wek ku ana bi sedema parçebûn û pirsgirêkên navxweyî ne hêzek in, bila gazinan ji hevrika ereb a nijadperest nekin. Hêza we hebe hûnê mafan bistînin.
Çi wexta hevparên me yên ereb gihan wê baweriyê ku kurd hêzek bê hempa ne, û pirsgirêkek mezin in di Sûrya nû de, ewê mecbûr bimînin wê pirsgirêkê çareser bikin, lê ku kurd wisa lawaz û ji hev ketî man, bila xewnên gulgulî nebînin.
Mixabin ku ez wek kurd gelekî reşbînim, dizanim rêjîm dirûxe, lê tirsa min ji wê tirsê ku kêf û şahiya me kurdan bi rûxandina rêjîmê re bişkê û li ser xaka xwe bibin penaber.
Li dawî, eger hûn vê derfeta dîrokî ji dest berdin û kurd negihên mafên xwe, hûn sedem û berpirsyar in, hûnê bên tawanbar kirin û dadgeh kirin, jixwe di dûv re nema mêşa gû jî li ser we datîne.

Şîrove (0)