Pênûsa nû, ne nû ye û ne qetek!

  Kawa Şêxê

Berî demekê me bi nûçeya avakirina (Hevbenda Nivîskarên Kurdan) bihîst. Nûçeyek xweş bû ji ber ku gavek rast bû, sazîkirina kîjan beşên civakê timî gavek ber bi civakek azad û mafperest ve ye.

Ew gav me wisa bihîst û me wisa jî bi nav kir, lê gava pêşî her dimîne gava pêşî ku çavan li hêviya gava bi dû de dihêle, û sazîkirin jî timî dihêle ku mirov çavê xwe li xebatên wê girûpa sazkirî bigerîne û li hêviya berhemên wê be.
Gava didiwan piştî avakirina hevbenda nivîskarên Kurd ew bû, ku dest bi rojnameyekê kirin, rojnama wan jî bi navê pênûsa nû derket.
Nûçeya derxistina rojnamê, bi şêweyekî gelekî balkêş hatibû nîvisandin, dida diyarkirin ku ew kesê ku nûçe nîvisandiye nizane bê çend kovar li rojavayê Kurdistan bi dizî derdiketin.
Lê ew jî ne xem bû, ew nûçe bi awayekî hatibû nîvisandin ku navên gelekî xuya têde hebûn hişt em bêtir li benda wê rojnamê bimînin û  li qorzîka malpereke kurdî, me xwend ku berhema yekemîn ji vê saziyêre derket, hema bi lez û bez min ew daxist ser Computera xwe û min dest bi xwendina wê kir.
Navin tê de hatibûn nîvisandin ku dihişt ku hêvî di wê rojnamê de gelekî mezin bin.
Rûpela pêşî tenê navê rojnamêê û navê (Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûryê) bi Kurdî bû û dûvre zimanê (gundî û cotkaran) xwe bi şûn de dide û rê dide zimanê (Sîbewê û Mutenebî û Alcahiz û Almearî) û ew jî (zimanê erebî) dest bi afirandinê dike, û xwe li vî alî û wî aliyê rojnamê mîna marekî vedizelîne. Zimanên ku bi melyonan belavok û rê jêre hene ku xwe û xwedyê xwe îfade bike, dest datîne ser 24 rûpelan  ji rojnama ku bi xwe jî 32 rûpel e, û di herdû rûpelên dawî de jî dîsa vedigere. Yanî şeş rûpel bi Kurdî û 26 rûpel bi Erebî û berhem ji alî hevbenda nivîskarên Kurd ve derketiye!
Ez wisa sar bûm, tevî ku ez fêm dikim, ku armanc gihîşta hejmarek bêhtire ji xwendevanan, ez dizanim ku xwendina bi Kurdî kêm e, lê ji sedî sed wê xwendevanên Kurdî yên anha ji yên dema (Hewarê) bêtir bin, û ne dema Hewarê tenê lê dema (Gulîstan – Zevî – Orkeş û …) ma gelo ne armanca yekemîn ji nivîskar re ew e ku berê xwendevanan bide şaşiyan?
ma ne shashî bû heya anha bin pêkirina mafê zimanê Kurdî?
Ma mafê zimanê kurdî nebû ku hejmarê rûpelên wê bibe (bi kêmanî) bi qasî yên Erebî di vê rojnamê de?
Quncikên Rojnamê jî bala min kişandin ew jî 12 quncikên erebî ne û yek Kurdî sêwî bê hal di destê romannivîsê Kurd Helîm Yûsiv de yê, ku di nûçê de wekû qelemên ciwan hatibû bi navkirin, tevî ku berhemên wî tiştekî din dibêjin.
Ez naxwazim têkevim nava navan de, bi rastî jî di warê edebî de gelek navên cihê rêz û hurmetê di rojnamê de hene, lê ewan navan di berhema yekemîn de xwe bi awayekî şaş da nasîn. Hejmara yekemîn û danasîna wê rojnamê ne li gora hêviyên me bûn, tevî ku hejmara yekemîn timî ya herî giring e.
Navên ku di vê rojnamê de cih digrin pirê wana bi Kurdî û erebî jî dinîvisînin, lê çima wisa ev berhem bi vî awayi pûç kirin nizanim!!!

09.06.2012

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mislim Şex Hesen – Kobanî

Di şopandina dîroka dewletên Rojhilatê Deryaya Spî (Rojhilata Navîn) de, eşkere dibe ku dabeşkirina wan dewletan ne li ser bingeha faktorên xwezayî an civakî pêk hat, lê li ser bingeha berjewendiyên hêzên derve hate saz kirin. Ev rêbaz, ku di nav polîtîkayên kolonyal û stratejiyên navneteweyî de…

Fewaz Ebdê

Ev pênc salin ku Berzanê Dilovan miriye. Ji wî çaxî ve û gora wî bûye weke deriyekî bilez hatibe girtin, deriyekî bêdeng. Her ku Alanê Sofî Silo di ber re diçû, hest dikir ku Berzan bi kaba tiliya xwe ya nîşandekê li wî deppî dixe, weke ku li bîrdanka wî…

Sersaxî

Me bi xemgînî koça dawî ya nivîskar û navdarê Kurd Mihemed Emîn Bozarsalan di jiyê 91 saliya xwe de bihîst, bi vê helkefta xemgîn, li ser navê Nûneratiya Ewropa ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê, bi dilsozî û xemgînî, sersaxiya xwe ya germ pêşkêşî malbat, dostên wî, pertûkxane û çanda kurdî dike.

Mihemed Emîn Bozaraslan (15.09.1934- 09.02.2026),
nivîskar, zimanzan,…

EBDILBAQȊ ELȊ

Kurd li Sûriya ne pêleke awarte ya penaberan an jî komeke li ser sînorên welat ku ji nişka ve ketine hundir, lê ew bûbûn -û hîn jî- beşekî resen ya tevna civakî û erdnîgarî ku bi sedsalan berî damezrandina dewleta Sûrî ya nûjen hatibû avakirin. Û ew ne mêvanên demkî…