Li gorî nîrên xwe, bav û kalên me pişkdarî di çêkirina dîrokê û nivîsandina wê de kirin. Îro, em jî dixwazin bi lêvegerke zanistî ji kar û barên ku wan pêkanîne re rabin, şaşitiyên wan berçav bikin, da ku em riya pêşerojê ji nifşên nû re ronî bikin. Baweriya me bi pîroziya dîrok û kelepûr nayê, û ne her tiştê bûye em wî giranbuha dibînin, lê em di hûrbînî û komkirin û belgekirina wê de dixebitin, û em bi çavekî nû li gelek rûpelên wê dinerin, da ku em karibin bi roleke kirde di xurtkirina têkiliyên di nav hemî cûreyên milet de rabin, û xurtkirina têkiliyan bi gelên ku bi hev re dijîn re û wan digihînin hev.
Em birrek ji pispor û kesên ku guhdanê bi dîrok û kelepûrê Kurdî û mirovî dikin. Hestê me yê netewî û niştimanî em ber bi avakirina komela Subartu ve dehfandin, da em dest bi lîstika rola xwe di gewdekirina nasnama xwe û berzkirina wê de bikin. Û dîroka xwe, kelepûrê xwe yên ku dûrî guhdana çandî ne, bi xwe û bi yên dî, bidin naskirin.
Armancên me ev in:
1) Dehfandina Kurdên ku guhdanê bi dîrok û kelepûr dikin ber bi vî karî ve, û çêkirina girûpên ji bo lêkolînin hevgirtî bi roleke çandî jiyawaz rabin.
2) Danheva şûmayên gelêrî Kurdî; yê (maddî) û devikî bilêvkirî, û belgekirina wî bi rêbazeke zanistî û bi teknîkeke pêşketî, bi armanca parastina wî û naskirina wî ji hêla nifşên nû ve.
3) Gurkirina hestên xortan bi zimanê wan, dîroka wan, û pêmayê wan ê şaristanî.
Bi xurtî emê kar bikin ku xebata me, bi şêweyê xwe, bi rêbaza xwe ya zanistî berçav û ciyawaz bin, em ji bo bidawîkirina diyardeyên ajawe û lîstika bê berpirsiyarî ya bi dîrokê kar bikin, û em bi roleke ronîkirinî resen rabin, û pirtûkxana çandî bi karin bi mifa dewlemend bikin. Em li hêvîya alîkariyê û navtêdanê ne, ji çi hêla ku guhdanê bi xebata çandî dikin.
Qamişlo 03.04.2012

Şîrove (0)