HELWEST Û NÊRÎNÊN FACEBOOKÎ YÊN RENGÎN (1)

Imer Kalo

Pêşniyara Şahînê Soreklî ji bo nivîsandina di Facebook ê de

Nivîkarê kurd Şahînê Bekirê Soreklî li kurdên ku bi zimanê `erebî di Facebook ê de dinivisînin pêşniyar dike, ku wergera navnîşana mijara xwe bi zimanê kurdî jî li rex zimanê `erebî binivisînin, ji bo dostên ku bi zimanê `erebî nizanin; têbighin ku mijara bi zimanê `erebî li ser çiye!. Min ji aliyê xwe de rêza wê pêşniyarê girt û pejirand û êdî wek şiroveyê li bin têbînî û nivîsên xwe wergera navnîşana mijrê bi kurdî jî dinivisînim.
Durûtiya Erdoxan û hovîtiya rêjîma Turkiyê  
Serokwezîrê rêjîma Turkiyê Receb Teyib Erdoxan, li alîkî zilm û zor û kuştinê di mafê miletê kurd de li bakur û başûrê Kurdistanê bi hêrs berdewam dike û mafên bi milyonan ji miletê kurd binpê dike, li alîkî din jî hêsran bê sînor li ser zora ku li miletê Sûriyê dibe û birçiyên Somalê dibarîne!?. Wê çawa bawerî bi Erdoxan û rêjîma Turkiyê bibe, ku lepên wan di nav xwîna zarokên kurdan de ne û hîn kiryarên wan yên hovane di mafê kurdan de berdewamin!?.

Cejna miletê Sûriyê têkçûna rêjîmê ye   
Li Sûriyê di roja cejna Rojiyê de jî zilm û zor û kuştina milet berdewame, cejn bûye cejna şîn û sersaxiyan, ji tivingên rêjîma Be`is ya zordest û kuştinkar re xem nake ku kuştina milet di çi rojê de be, ew tenê mayîn û erkên xwe yên niştimanî di zilm û zor û kuştina miletê Sûriyê de dibîne, mixabin hîn nizane û tênegihiştiye ku ti hêz nikarin li hember vîna gelêrî berdewam bikin û pêşeroja zordestan têkçûne û ya şoreşgeran jî cejna azadiyê û serkeftine.

Kurd li Sûriyê li benda çi derfetê ne?.  
Şeş meh şoreş û miletê kurd li Sûriyê bi civîn û nakokî û axaftin û daxuyaniyan de mijûle, pêş şoreşê (15-3-2011) kurdan xwe wek lehengên Sûriyê didîtin û digotin ku nîrên welêt û herêmê ji bo xebata miletê kurd li Sûriyê ne alîkarin, lê ji vê derfetê baştir û mezintir kurd li benda çine ku biryara xwe bikin yek û dakevin kolanê û bi kêmanî doza mafên xwe wek miletekî bindest bikin? Bi vê beşdariya fedok wê pirsa kurdî li Sûriyê wek berê û bêpar bimîne.

Miş`el Temo  
Silav û hêsir Miş`elê min, şehîdê azadiyê û dilan, ji min re bêje li kê bikim gazin û nazan, aso û dil û hêviya şikekstiyan, te ji kê re hîştin azadî û ciwanan, qebqeba te zordest hejandin, dîwarênên tirsê te bi tev de hilweşandin, wê şoreşa te hertim bimeşe, bi hêsirên min re wê bimeşe, ne kuştin û mirin û zindan, tu wê tim bimînî zindî giyan. Mişel Temo qet di bîrweriya gelê kurd û Sûriyê de namire û ji bîr nabe, wê herdem zindî bimîne. Bê sînor maç û silav Miş`el Temo.

Li Sûriyê sersala “2012” bi xemgînî derbas bû  
Li Sûriyê tenê pîrozbahî û rêzgirtin ji hêsrên malbatên şehîd û girtiyên şoreşa azadiyê re ye, pîrozbahî ji giyanê şehîdê mezin Mişel Temo re ye, pîrozbahî ji vîna polatîn ya lehengên şoreşger yên nirxbilind re ye. Bi hêviya ku di rojên pir pir nêzîk de xwînrijandina miletê Sûriyê rawest û rêjîma kujer û xwînrij têkhere û pîrozbahiya we bi serkeftina şoreşa Sûriyê û mizgîniya azadiyê bikim. Her kêlîk û dem û roja şoreşa Sûriyê pîroz û serkeftî be.

Kuştina Dr. Şêrzad Reşîd karekî hovane û terorîstiye  
Revandin û kuştina Dr. Şêrzad Reşîd di roja 9-2-2012 an de li bajarê Helebê, kiryareke ne ye mirovane û terorîstiye, ew tenê di xizmeta rêjîma xwînrij û kuştinkar û dijminên miletê kurd de ye, Şêrzad piştî şehîdbûna xwe jî û bi giyanê xwe wê xizmeta şoreşa milet û welatê xwe yê Sûriyê û netewa xwe ya kurd bike, herweha wê wek lehengekî di wijdana miletê xwe de bi ciwanmêriyê were nirxandin û ji bîr nabe, şehîd Şêrzad Reşîd namire.   

Bavê `Elî, hunermendê kurd `Elî Tico ji bîr nabe  
Duh (16-2-2012) tenbûrvan û dengbêjê kurd `Elî Tico (Bavê Elî) jî ji nav me barkir, ew di sala 1930 î de li herêma Efrînê ji dayîk bibû, bi stranên xwe di nav gelê kurd de li kurdistana Sûriyê xwedî cemawerekî mezin û navdar bû, rojên xwe di salên dawiya jiyana xwe de gelekî bi dijwarî derbas dikirin, wê stranên wî di bîrweriya gelê kurd de zindî bimînin, sed rehme li giyanê wî be û cihê wî rihet û buhişt be.    

Wê kurd li Kurdistana Sûriyê bibin yek?.  
Dema ku em her yek ji kurdên kuristana Sûriyê devê xwe vedikin, dibêjin yekîtî ji bo me zor pêwiste, lê ya rast em li sedemên qutbûn û perçebûnê nagerin û pir wê meraqê nakin ku ji bo çi yekîtî girîng û pwiste? Slogana “Bijî Yekîtiya Gelê Kurd” pir bedew û nirxbilinde, lê mixabin hîn çê nebûye ew yekîtî, ger ku çê bibe jî em dikarin di roja îro de pê çi bikin? Divê her roj em ji xwe bipirsin ku hişmendiya me li gor pîvanên demê û guhertinê ne an na?.  

Zimanê kurdî nasnama me ya netewî ye  
Di vê rojê 21 Şibatê de, roja zimanê zikmakî li cîhanê, dîsa hat bîra me bidûrketina miletê me yê kurd li Kurdistana Sûriyê ji zimanê xwe yê zikmakîn, bi taybetî piştî ku şoreşa Sûriyê di 15-3-2011 an de destpêkir, kurdên ku bi kurdî dixwendin û dinivîsandin jî hinekî berê xwe dane zimanê erebî, sedem jî ewe ku kar jê re nabe û mixabin nivîsên bi zimanê kurdî pir kêm li Kurdistana Sûriyê têne xwendin. Zimanê me yê kurdî hebûn û nasnama me ya netewî ye.    

21-2-2012

facebook.com/imerkalo
imerkalo@yahoo.com

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Ev pênc salin ku Berzanê Dilovan miriye. Ji wî çaxî ve û gora wî bûye weke deriyekî bilez hatibe girtin, deriyekî bêdeng. Her ku Alanê Sofî Silo di ber re diçû, hest dikir ku Berzan bi kaba tiliya xwe ya nîşandekê li wî deppî dixe, weke ku li bîrdanka wî…

Sersaxî

Me bi xemgînî koça dawî ya nivîskar û navdarê Kurd Mihemed Emîn Bozarsalan di jiyê 91 saliya xwe de bihîst, bi vê helkefta xemgîn, li ser navê Nûneratiya Ewropa ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê, bi dilsozî û xemgînî, sersaxiya xwe ya germ pêşkêşî malbat, dostên wî, pertûkxane û çanda kurdî dike.

Mihemed Emîn Bozaraslan (15.09.1934- 09.02.2026),
nivîskar, zimanzan,…

EBDILBAQȊ ELȊ

Kurd li Sûriya ne pêleke awarte ya penaberan an jî komeke li ser sînorên welat ku ji nişka ve ketine hundir, lê ew bûbûn -û hîn jî- beşekî resen ya tevna civakî û erdnîgarî ku bi sedsalan berî damezrandina dewleta Sûrî ya nûjen hatibû avakirin. Û ew ne mêvanên demkî…

Tewfîq Sînan

Di hemû cîhanê de kêşe, alozî û astengî di derbarê standardkirina zimanekî zelal û resen hebû û bi hezara pozberî di evî derbarî de peyda dibû, ji ber ku zimanekî zelal bi tena xwe tune ye û ew jî ji sedema ku pêkvejiyanî jîwera heyî bû û heta dema niha…