Sawîr û xewn

Melevan Resûl

Ji xewnên pîrebî  azara canê bi şewat dikşînim , karwanê li qiraxa jibîrkirinê rawestayî li benda koçkirinê ye , omîdên di hinasa rûyê qermiçî de zerdêmin , bi xemsariya salan re berê xwe dane bêguhdanê , mijek bi tihna dûmanê tevlî pêta awirên li banî rawestayî qerimî mane , dayik bi tihna gewdê xwe zarokan di êwirîne û zox û gilîza bi difnan ve mayî bi ûçikê xwe dimale , hele kengî wê pilistok bibin ev zarok û kengî ji hilçenîna tirsa şevê rizgar bibin , bi nivişt û bazbendên bi reşxêzên melayê nexwende aramiya xwe tîne .
Dê mir û bav bî bû , zarokên çavşikestî û ji temtêla mirovan ketîn li goşeyên bahoz û gelkela koziyan de diqiçqiçin , yan ji derveyî yasayên xweparastinê mane , him bêbawerin û bizdonekin , hewldanên bijnbilindî rêveçûna wî dûzan nakin , zimanê xav bi têra gotinê nake û gewdeyê hejole xwe li ber gefan naxwe .
Zimanek şikestî , bejnek çimandî , pergalek çepolî û ramanê xav nikarin wî ji biveka demê û gefên li rex û doran biparêze , qey gunehe ev renge mirov aza bijî , yan tewane ji bal afrêner ve qedera wî hatiye çisipandin û li qiraxên xemsariyê hêla ye .
Qey feriştên xwedan erk xewle bûne , nema ev zayende dikevin pîvan û hejmarê , tenê melkemotê mirinê seran jê navebire .
Serdem veguherî û salan xweşiya min revand , pêncî sal ji lênûsa jiyana min vebirî û ji dîroka heyînê qewitand , tenê min dilek tije hêrs û gotinên evra ji bîra nekirin , bi dizî ve min xewnên xwe radestî zarokên xwe kirin û yadîgariya xwe siparte wan .
Sal çûn û çerx hatin veguherîn , çerxa felekê dewrana xwe vê salê di nêz birca feleka min re gerand , ez hilmiştim , keserên kûr kişandin , yekemîn care ez gotina oxweşk bi şêwezarê Botanî dibêjim , rondikên min bi ser dêmên ji bêmafiya dewranê re herikîn û cihokên kûr di lamikê minî qermiçî de vekirin , bi geşbîniya gewdeyê sar re bû yek û sîqala veguherînê bi ser de baran , di heremek heta ji bîra yezdanî çûbû , li Dêrika rengîn baweşînek û giyanek bi ser nûzayekî de herikî û navê kurdîniyê lêkir , axîna bi keser , ya di dilê min de hêlîn veda bû veguherî rastiyek û ez bûm xwedanê wê rastiye , ji nûve ez xwedê didim û navê ez bi tîpên zêrîn yê kurmanciyê tomar dikim û ji nûve dibim şagirtek temen 50 salî di dibistana zimanê kurdî de .

  20/12/2011

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Wergera bo erebî: Dr. Mihemed Ebdo Necarî

Wergera ji erebî bo kurdî: Fewaz Ebdê

Bi lêvegera Dr. Necarî

EZ JINEKE HINDÎ ME

Ez ew kes im ku rêzê li xwezayê digirim.

Ez ew kes im ku bi agir re direqisim.

Ez ew kes…

Hişmend Şêxo

Ev çend salin di bîranîna roja “Zimanê Kurdî” de xebateke hêja ji bo pêşxistina zimên tê kirin.
Hêjayî gotinê ye ku Zimanê Kurdî tevî hemû siyasetên tunekirinê ji aliyê dagîrkerên Kurdistanê ve heya roja îro hebûna xwe di qada cîhanî de çespandiye û bi şanazî serî hildaye û xwedî dîrokeke taybet e, ew jî di…

Merwa birîm

Havîna par têvel û bi min pir xweş bû, rojan e, nexasim li danê êvarê ez di vê kolanê re derbas dibûm, bêhna axa şil ji pêş xaniyan wek refek sêrçe difûriya, jin û keçikên sinêle di talda dîwaran de diciviyan, kalemêrekî piştxûz xwe bi darê zorê li ser kursiyeke…

Komîteya Çalakiyan a Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê

We vedixwîne roja zimanê kurdî :

Rewşa zimanê kurdî li bakurê Kurdistan
Nivîskar: Fettah Timar

Asteng û Aloziyên zimanê kurdî
Nivîskar: Ednan…