Aza Ozmanîan Malbeta me li ku ez mezin bûme:
Ez li paytexta Ermenistane,Yêrêvanê, li malbeta emekdarên çanda kurdî prof. Hecîyê Cindî û Zeyneva Îvoda hatime dine û mezin bûme. Malbeta me yek ji malbetên kurdên Ermenistanê bû li ku mêvanhizî, xwendin edetîbûn. Li gel me usa ji qedrê hev girtin, ali hev kirin, folkilor bi pirteherên xweva û radîo yên kurdî ku emre me dixemilandin zêdetir edetîbûn. Dê û bavê min gele zelûlî, rev, koçberî, xelayê, êtîmbûn, sextbûna dewrana Stalîn, girtin, bêkarî dîtibûn û her mecal bi kar danîn ku em – her pênc xûşk bêxem, normal mezinbin. Gelekî guh didan xandina me, em davîtine xîretê –xîreta netewyê. Her problêmên me yên dibistanan zanibûn, her hevalên me, mamostên me nas dikirin. Xên ji xandina sere yên dibistana em usa ji peşekên mayîn hîndibûn. Halên aborîye dijwarda dayka min terzîtî hîn dibû, xûşka mine mezîn Frice, ku delalya malebû, resmkêşi hîndibû, Frîdêra violin, akardêon û peyra fotokamêra kirîn, mêla Zînê li ser edebyetê hebû, çîrokên biçûk, şyêr dinvîsîn û bavê min jêra gele pirtûkên edebyetê distendin, mira piano kirîn û ez sala 1949-a dibistana mûzîkayê para pîanoyêda hatime qebûlkirinê, Nazê hînî tewnçêkirinê dibû.
Ermenistan, gûnde Emo, sala 1971.
Ûsa jî her havîn navbirya xandinêda bavê min em dişandin gundên mirovên xwe yên berpala çyayê Elegezê ku em ji jîan û çanda kurdî neyêne birînê. Hingê min cara yekemîn nêzîkva dengê zurnê û dengbêjên baş bihîstin, govenda esilkî dît û hêdî-hêdî dest bi notenivîsarên stranên govendê kir ku salara zêdebûn û paşwextyê bûne pirtûk – berevokên stranên govendê. Mêvanên mala me herdem hebûn, kurd, ermenî bi pirs û problêmên xweye çûk û mezinva. Bave min weke qewata xwe alî wan dikir. Hebûn ku dixastin Zanîngeh û Înstîtûtada bixandana û hinek ji wana paşwextyê bûne pêşekzanên eyan. Ûsa jî yên hewcê doxtiryê, yên ketibûne di nava qezya dihatin. Pêra jî mêvanên me yên navdar hebûn ku hewcê sohbet û fikrên qenc bûn, weke hevalên bavê min yên kurd u ermenî Emînê Evdal, Cerdoyê Genco, Nado Maxmûdov, Aram Xanalanyan. Ûsa jî cînar, xwendewanên kurd ji mala me kem nedibûn. Dê û bavê min ku herdem karên xweda mijûl û carna westîayî dibûn, me didît çawa tevî mêvana beşerxwêş dibûn, şadibûn. Tevî aqa hatin – çûînêra mala meda dengê bilind nedihat bihîstinê, dihate zanînê ku hinek ji me xûşka xandina xweva mijûlin.
Salên xwendinê, rojên navnîşan:
Xwendin û nivîsar, dinênaskirin min li dibistana ser nave Hakob Hakobyane ermenîda despê kirîye. Sala 1956-a, pey temamkirina sala dibistanêye heyşta û dibistana mûzîka yê heftsalyê, ez li Koleca ser navê Romanos Mêlîkyane mûzîkayê dîsa para pîanoyêda, dersxana mamosta emekdar Margarît Çaxmaxsazyanda hetime qebûlkirinê. Sala 1960-î pirtûka mine pêşin “Kilamê cimeta kurdaye govendê” çap bû ji alyê neşîreta dewletê “Haypêthrat”, kîjan şabûneke pir mezinbû ji bo malbeta me. Kutasya her salên xwendkaryê Koleca sazbendyê konsêrta nîşandayîna qewatên xwendkarên baş hazir dikir. Sala xwendina xweye dawyêda ez jî tevî konsêrtê bûm li sera Fîlharmonya Yêrêvanê bi qedandina 2 berhemên kompozîtorê ermenya Êdvard Bagdasaryan ji bo pîanoyê. Ew bûyar ji bo min kubarî û navnîşan bû bi kîjanê min hunera xwe yê pîanîstî bi rûspîtî nîşanda.
Bihara 1960-ê salê kompozîtorê ermenya yê dinêeyan Aram Xaçatiryan li Yêrevanê bu ji bo premyêra (qedandina yekemîn) balêta xweye “Spartak” û konserta berhemen xwe yên simfonîk li ku ewî gere dîrîjorî bikira. Min îdî “Spartak” bihîstibû û zendegirtî mabûm bi mûzîka wî û di roja cerbandina konsertê min pirtûka xweye nû çapbûyî cawa dîarî hazirkir û navbirya cêrbandinêda bir da wî. Ewî sazbendya kurdî nas dikir u di baleta xweye “Gayanê”-da bi kar anîbû. Xaçatiryan bi pirtûka miva gelekî kefxweşbû û rojtira dine, hema pey konsêrta sîmfonîkra, gava heval û hogirên wî û xwendkar nêzîkî wî dibûn konsert û rojbûîna wî pîrozkin ewî wêneyekî xwe bi destnivîsara xweva dîarî da min. Ji bo xandkara Kolêcêra ji wê bûyarê mezintir çi dikaribû bibya? Xaçatiryan qedrê mûzîka kurdî û qedrê min girt. Pey Kolêcêra, sala 1960-î ez li Konsêrvatorîa Yêrêvanê ya li ser navê Komîtas para pîanoyêda hatime qebûlkirinê. Piştî sê salên xwendinêra min fakûltêta xwe guhast, derbazî para têorîya mûzîkayê bûm, kîjan ji bo xwendinê hê çetinbû, lê pêra jî hewaskarbû. Li wê fakûltêtê mira mecalên baş çêbûn ji bo zanîna pirsên têorî û bi teybetî têorîa folkilora muzîkayê. Mamostên mine têorîa yên qedirbilind prof. Robert Atayan ku usa jî bû mamostê mine pêşekzanyê, prof. Gayanê Çêbotaryan û Georgî Bûdagyan bi xêrxazî guh didane xandina min. Li Konservatorîayê sala 1964-a ez tevî konfêransa cvaka xandkara ya zanyaryê bûm bi gotara xweye “Komîtas û mûzîka kurdî”. Pey konfêransêra edebyetzana eyan Mayîs Avdalbêkyan û mamostê min Atayan hatibûne li ser fikrekî ku ez dikarim pirsên zanîaryêva mijûlbim. Hizkirina mine ber bi folkilorê û ew gilyên wane xêrê mira bûne bawarî û min îdî rya xwe zanibû, rya pêşdaçûînê nas dikir. Hema wê sale pirtuka mine berevoka stranên govendê ya duda çap bû u sala 1966-a min Konsêrvatorîa bi têzên li ser mûzîka kurdî “Stranên kurdî yên gelerî” bi qîmetê bilindva temamkir.
Xwenkarên Konsêrvatorîayê tevî mamosta pîanoyê Merî Magakyan, sala 1963-a. Ji çepê ya pêşin Nûra Cewarî.
Di salên xwendkaryê li Konsêrvatorîaêda ez du cara (1964 û 1965), yek ji bo xwendina gotara zanîaryê li konfêransa xwendkarada û yê din ji bo 2 berevokên “Klamê Cimeta Kurdaye Govendê” yên çapkirî ku li pêşengeha berhemên xwendkarên Ermenistanê hatibûne nîşandaînê, bi Hurmetneme û Diploma dereca pêşin ya Komîtêya xwendina bilinde Ermenistanê hatime rewakirinê. Sala 1967-a ez li Înstîtûta Hunermendyê ya Akadêmîa Ermenistanê ya Zanîaryêda çawa aspirant (xwendkara PhD) hatime qebûlkirinê. Li wê Înstîtûtê sala 1971-ê, 30 salya xweda, min têzê xwe ya “Hunera Stranên Kurdî Yên Gelerî” xwey kir u dereca Kandîdata Hunermendyê – bi pîvana nûjenva dereca Doktoryê stend. Hingê salên mine xandkaryê temambûn.
Karên mine professional, yên rojnemevanyê, mamostatyê û cvakyê:
Ji sala 1971-ê hetanî 1993-a min li Înstîtûta Hunermendyê ya Akadêmîa Ermenistanê ya Zanîaryêda çawa lêkolînêr kar kirîye. Karkirina min li wir tevî pêşekzanên baş, di nav heval û hogirên qenc mira tiştekî zîaretî bû. Xêrxazya hevalê min alî kar û pêşdaçûîna min dikirin. Min karên folklorîstî yên pirteherî dikir:
Êkspêdîsya:
Bi rya êkspêdîsya – çûina gunda û bajara û li malda – ji stranbêjên mêvan û radio yên
kurdî gele nimûnên mûzîka kurdî berev kirine. Goveka êkspêdîsya yên min navçên komerên Ermenistanê, Qazaxistanê û paytexta Gurcistanê bajarê Tbîlîsî bû.
Salên ku min karê xwe ya berevkirinê despê kir (1965-1966) kasêt û qeytanên têypê dest ne diketin. Têypa min bi kasêtên glovere mezinbûn. Min hingê biryar danî ji bo lêkolîna hê zef guh bidim awazan – awazên stranan û yên sazbendyê û ji bo qeytan tere bikin min nimûnên folkilorî pey 3-4 weklandinên xanyên pêşinra, gele cara, nîvîda dibirî – têyp dida seknandinê. Ha, awaz bi 3-4 weklandinên xweva têra lêkolînên mûzîkayê dikirin û mixabin têkstên stranan carna nîvîda diman. Û eger nimûn bi temamî dihatine nivîsarê, lezketina min ji bo zêdekirina jmarên nimûna gele cara têkstên strana ji guhdarya min dûr dixistin û min têkst ji stranbêjan kêm dinvîsî bi gumanekî ku paşwextyê ji qeytana têypê têkst wê bene nivîsarê. Herwiha, kembûna kasêtên têypê û bi lezketina minra min hine cara têkst bera berdidan. Paşwextyê ji bo berevkirina nimûnên nû û nivîsarên têksta Tosinê Reşît gele arîkarî dida min. Ew dengnivîsarên min li Înstîtûta Hunermendyêda û kopî li arşîva mala meda têne xweykirinê.
Dengnivîsarên nimûnên folkilorî bi nota:
Dengnivîsarên nimûnên folkilorî bi nota – anîna wan li ser kaxaz – ew jî karekî mayînbû. Nimûnên berevkirî dihatine jbartin bi hostatya înformatorava, bi janra, teherên mûzîka kurdî yên başqe-başqeva – bi stîla, dengrêza, bi lado – întonasya û peyra dihatine notenivîsarê. Ewana paşwextyê dibûne hîm ji bo lêkolîna, dibûne pirtûk – berevokên mûzîka kurdî. Serda usa jî carna aparatên zanîaryê- pêşgotin, nivîsarnasî, têkstên tercmekirî zêdedibûn. Gele pêşekzan sîstêma xwe yên notenivîsarê çêdikirin – nîşanên dengaye zêde bi kar danîn. Min sîstêma notenivîsara ewropî bi kar anîye, kîjan ji bo nîşandayîna mûzîka kurdî têrê dikir û qebûlkirîbû. Ji pirtûk – berevokên mine mûzîka kurdî bes berevokek ku tevî berhemên nivîskarên kurdên Ermenistanê bû u di almanaxa “Bihara Teze” ya 2-da sala 1983-a li Yêrêvanê çap bû.
Di notenivîsarên minda gele nimûnên bihagiran henin weke destanên kurdî, stranên dirokî, stranên erf-edetara gitêdayî – stranên dewata, şînê. Notenivîsarada, herwiha, nimûnên herî balkêş stranên tirêqên Êzdyanin ku koka xweva dighîjine sedsalyên kevnar u yên navîn û melûmetyên baş li ser pirsên dîrok û têorîa mûzîka kevnar, mûzîka ola êzdya û stranên şayîrên kurd yên sedsalyên navîn didin.
Karên lêkolînê:
Karên lêkolînê mira gele hewaskarin. Berevkirin û sîstêmkirina melûmetyên hêja li ser mûzîka kurdî, sîstêmkirina nimûnên mûzîka kurdî bi janra, bi stîlên awaza û di wan parên cudada himberîhevkirina nimûnan bi teherên têorya mûzîkayê usa jî himberîhevkirina wan tevî nimûnên anegor yên çanda gelên dorberra, dîtina teybetî û reîşkên mûzîka kurdî bi rya lêkolînên tîpolojî – evan ew kar bûn ku bûne hîm ji bo têz û gotarên mine zanîaryê. Di dawya karên mine lêkolînada ez bi sirê gihîştime eyankirina cavên hine pirsên zanîaryê yên sere, weke:
– Hatîye şirovekirinê deba mûzîka kurdî, bi giranî mûzîka kurdên Ermenistanê
– Hatine şirovekirinê pêwendyên mûzîka kurda û ermenya
– Hatine eyankirinê sîstêmên janrên stran û awazên kurdên Ermenistanê bi serecem û stîlên xweva
– Hatine şirovekirinê û îzbatkirinê bingeha têorîya mûzîka kurdî yê gelerîyê: sîstêma lado-întonasya, ya rîtma, sîstêma çapamanya têkstan tevî strûktûra awazan
– Hatine dîtinê û bi têorî şirovekirinê nimûnên mûzîka kevnar di stranên gundîtyêda – stranên karkirinê, stranên zaroka û yên daîkada
– Bi rya naskirina mûzîka trêqên êzdya yên sedsalyên navîn hatine dîtinê despêka stranên destanan û stranên bajaryê
– Bi rya naskirina stranên trêqên ezdya usa jî hatine eyankirinê taqên dîroka mûzîka kurdî yên herî balkêşe kevnar – stranên kurdî yên mîtolojî, stranên êzdya yên olyê, stranên şaîrên kurdaye sedsalyên navîn ku nimûnên giranbihane li dîroka çanda kurdîda.
Di wan salên karkirinêda çend pirtûkên min (lêkolînên zanîaryê, berevokên nimûnên mûzîka kurdî) û gotarên mine zanîaryê bi zmanê ermenî, russî, kurdî li Yêrêvanê, Lênîngradê (niha Sankt Pêtêrbûrg), Stokholmê çap bûn. Usa jî tevî konfêrans û sêmînarên zanîaryê li bajarên Ermenistanê, Russîayê dibûm.
Karên min yên zanîaryê di meydana mûzîka kurdên Ermenistanêda gavên êtnomûzîkolojîa kûrdî yên pêşinin, weke karên bingehînin. Ew pirsên lêkolînan bê guman tevî dengnivîsarên nimûnên nû û bi karanîna têxnolojîya nûjen hê wê bêne firekirinê, û kûrkirinê.
Karên rojnemevanyê:
Karên mine rojnemevanyê ji 1958-ê salê despê bûye gava gotara mine pêşine biçûk li ser kompozîtorê dinêeyan Cûzêpê Verdîda li rojnema Rya Teze-da çap bû. Peyra, hetani derketina me ji Ermenistanê gotarên min li ser pirsên çanda kurdî û ermenya hey li Rya Teze û rojnemên ermenyada, hey bi radîo ya kurdîva dihatine belavkirinê. Min hê xandina xwe temam nekiribû gava ji sala 1965-a hetanî 1967-a li Radîo ya Yêrêvanê para kurdîda çawa berpirsyara para mûzîkayê kar despêkir. Ez usa jî veçêkirinên mûzîka kurdîva mijûlbime. Çend berhemên min ku min ji bo pîanoyê li Konsêrvatorîayê nivîsîbûn, ketine di fonda Radîoyê û carna dihatine belavkirinê.
Karên mamostatyê:
Salên başqe – başqeda min usa jî karên mamostatyê kirîye. Tevî karê Radîoyê ez usa ji mamosta têorîa mûzîkayê bûme li dibistana ser nave Tîgran Çûxacyane mûzîkaêda. Peyra, sala 1990-î hetanî 92-a min usa ji ceriband bivime dersbêja Mûzîka kurdî li Zanîngeha şexsî ya li ser navê Davît Anhaxtda û ji sala 1996-a hetanî 1998-a bûme mamosta zmanê kurdî li dibistana Vîktorya ya zmananda li Melbûrnê, Australîa.
Karên cvaki:
Tevî van kara min usa ji karên cvaki dikir. Ji sala 1964-a hetanî 1968-a rêdaksîona rojnema “Rya Teze”-da bûme endem-karkera beşa jina. Ez û Sêva (Svêta) Bayloz diçûne gunda rastî dê û bava dihatin ku guh nedidan xwendina zarokên xwe, mijûlî bi wanara derbazdikirin, û carna gotaran ji bo rojnemê dinvisin.
Endem-karkerên beşa jina li rex rêdaksîona rojnema Rya Teze. Ji çepê ber bi rastê: Porsora Sebrî, Nûra Cewarî, Sêva Bayloz, Cemîla Celîl, Aslîka Qadir. Sala 1964.
Ji sala 1984 –a hetanî 1991-ê bûme endema şêwra Radîoya Yêrêvanê ya kûrdî ya hunermendyê. Ji sala 1987-a hetanî 1990-î bi hevkarya Tosinê Reşîd me koma xandkarên kurda ya Stran û Reqasê li rex Înstîtûta Perwerdeyî ya dewletê saz kir. Koma me çend xelat girtin. Em li Yêrêvanê, paytexta Gurcistanê Tbîlîsîyê çend cara bi şaynetî konsêrtava pêşda hatine. Ez usa jî bûme endema hine rêxistinên çandeyî yên Ermrnistanê û Sovêta berê.
Ji karên başqe-başqe min karê xweye professîonale mûzîkzanyê – teorîya mûzîka kurdî hizkirîye û heta niha jî li ser huner û hostatya gelê me ecêv dimînim. Bêguman femdarya min ku em bi mûzîka xweva tu gelî kemtir nînin û gotî em bikaribin milkê gelê xwe bipatêzin, xwedî derên gele alî min kirîye, mira bûye armanc.
Derketina me ji Ermenistanê:
Ji despeka salên 1990-î, pey konflîkta orta Ermenistanê û Azirbêcanê ji bo erdê Qerebaxê û hilweşandina dewleta Sovêtyêra, rewşa Ermenistanê ya sîasî û êkonomî pir xiravbû. Hinge her kes dixast ji Ermenistanê derkeve û gele malbet xwe dane li ser rya xerîbyê.
Wexta ez bi malbeta xweva nû hatibûm Aûstralîayê (s.1993) me xwe li Kurdistanê texmîn dikir, em di nava cvaka kurdên hemû perçên Kurdistanêbûn. Hinekî firqya dîalêkta hebû, carna me hevdu fem nedikir lê kurdbûna me em nezîkî hev dikirin.
Û weke her kurdekî peneber, em jî ketine di nava cvak û çandekî nû – piştî kurdî, ermenî û rûsî, em ketine di nava çanda Aûstralî. Hevguhastina zmana û çanda hêsa nine, başqe jî ji bo mervên pirsên çandeîva mijûl, lê pêra jî mira dewlemendbûna dinênaskirinê, zanebûna edet û çande, mûzîka yên gelên mayîn çebûn.
Li Aûstralîayê keça min Aza kasetên dengnivîsarên folkilorî yên kompakt bi piranî li ser CD-ya kopîkirn. Kopîkirina kasêtên kevne gilover hê jî mane. Aza xandina xwe li Aûstralîaye temamkir, tezên Masterî li ser sîaseta kurdaye îroyîn nivisî u niha çawa lekolînêr wezîretekî Aûstralîaêda kar dike.
Keça mine mezin Zozan mûzîkzane, xandina xwe li Yêrêvanê temam kirîye. Pirtûkên Mehmet Bayrak yên “Mûzîk, Dans û Şarqîyên Kurdî” (2002, Ankara) bi hevkarya min û Zozanê çap bûn. Niha bi zanebûna zmanê înglîsîva emir mera hêsatir bûye, salên derbazbûyî yên dijwar têne bîrkirinê û anegor mecala ez karê xwe berdewan dikim. Li Aûstralîayê çend gotarên mine li ser pirsên mûzîka kurdên Ermenistanê, dîroka mûzîka kurdî hatine hazirkirinê û li kovar û rojneme yên kurdîda çapbûn. Hey cara dicêrbînim gotinên kurdî himberî têrmînên têorîa mûzîkayê bivînim û gotarên xweda bi kar bînim.
Niha ez li ser berevoka xwe ya “Awazên kurdî” (awazên zurne, meya û fîqe) kar dikim. Ji bo amadekirina çapkirinê nota yên awaza hewceyî berevkirina li ser kompûtêrêne, ku ji mira hinekî zehmete.
Herwiha, rojên meda ez bi şabûn pê dihesim ku pêşekzanên kurd yên mûzîka kurdî pêşda tên, êkspêdîsîa çêdivin û pirtûkên stranan bi dengnivîsarên nota çap divin. Pêra jî difikirim ku ji bo kurdên xwey mûzîka rengîn çend pêşekzanên mûzîkayê hindikin.
Mecalên têxnolojî yên nûjenda, gava bîra merya ya folkilorî hêdî-hêdî xrav dive, usa jî hazirkirina kadrên
mûzîka kurdî yên nû û karên nû di meydana mûzîka gelerîda pir mûhîmin.
Nûra Cewari
2011
Jêder: Netkurd.com