Rojeke xweş ya helbesta kurdî, li Elmanyayê pêkhat.

Li komela Hêlên, li bajarê Essenê, li Elmanyayê, roja yekşemê 30.10. 2001, di seet:14:00 de, bernama „Roja helbesta kurdî li derve“ bi beşdariyeke germ û têr, destpêkir.

Bername bi deqeyeke rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê û yên şoreşa sûriyê, hate vekirin.

Yek ji endamên komîta amadekar Elî Cafer bi gotineke kurt xêrhatina mêvanan kir. Diyar kir ku ev cara şeşane ku li derveyî welêt, di helkeftina koçkirina seydayê Cegerxwîn de, Kurên Rojava yên ku li derbideriyê dijîn di vê rojê de tên cem hev û li helbestên kurdî guhdarî dikin. Herwisa sipasiya wan kesan kir yên ku alîkariya aborî dan û bûn alîkarê serkeftina karûbarên vê rojê.
Di çarçova  vê çalakiya salane de, hinek taybetiyên  vê sale hebûn. Ji wan beşdariya mezin ya jinên Kurd, hem ji hêla xwendina helbestan ve, hem ji hêla guhdarîkirinê ve. Ya din jî, kêmbûna hejmara helbestvanan û pirbûna hejmara guhdaran. Ya dîtir jî têkiliya germ ya stiranbêjên Kurd bi vê rojê re. Herwisa bûyerên şoreşa Sûriyê siya avêtibûn ser piraniya helbestên ku îsal hatin xwendin.

Bernama rojê li ser du beşan hate parvekirin. Beşê yekem bi temamî helbest bûn û beşê duyem jî stiran bûn.

Helbestvanên ku derketin helbestên xwe xwendin ev bûn:

1-Keça Kurd, 2-Hêmen Kurdaxî, 3-Selwa Hesen, 4-Merwan Elî, 5-Mizgîn Hesko, 6-Jan Dost, 7-Gulîstan Haco, 8-Xalid bavê Dilo

Mîna her sal, îsal jî du helbestvanên Kurd yên ji beşên din yên Kurdistanê hatibûn vexwendin. Ji Rojhilat Hesen Îrandost û ji Bakur Newaf Mîro çend nimûne ji helbestên xwe xwendin. Di dawiya beşê yekem de helbestvan Dr.Husên Hebeş hate vexwendin û mîna hersal ku nivîskarekî Kurd weku mêvanê rûmetê tê hilbijartin, biryara komîta amadekar ya îsal jî ew bû ku Dr.Husên Hebeş  weku mêvanê rûmetê yê vê rojê bê binavkirin. Xelata wî  ya sembolîk jî pirtûkeka Mem û Zîn ya Ehmedê Xanî bû. Bi xwendina helbestên Dr. Husên Hebeş re, beşê yekem bi dawî bû.
Piştî bêhnvedana firavînê, beşê duyem ji bernama rojê destpêkir. Hunermend Bangîn bi axavtinekê kêfxweşiya xwe anî zimên ku îro di nav ewqas nivîskar û helbestvanan de ye û bal kişand ser dijwariyên aborî yên di pêşiya stiranbêjên Kurd de dibin asteng û nahêlin ew bi guhdarên xwe re û bi awayekî berdewam di têkiliyeke germ de bimînin. Li pey wî hunermenên ku derketin ser dike û stiranên xwe gotin ev bûn:
1-Zuhêr Cemîl, 2-Zubêr Salih, 3-Gulîstan Sobarî
Wekî din jî kesên amade hatin agahdarkirin ku gelek helbestvan nikarîbû tev li vê çalakiyê bibin, yan peyam yan jî helbestên xwe şandibûn. Bi navê hevgirtina nivîskar û rojnamevanên Kurd jî nivîskar Qado Şêrîn spasiya komîta amadekar ya vê rojê kir û pêşniyar kir ku komîteya îsal destûrê bide hevgirtina wan, da ku sala bê ew xwe bidin ber barê amadekirina vê roja ku bi navê “Roja helbesta kurdî li derve” lidardikeve. Ji bilî wê, Fatih Tîmar behsa erdheja li Wanê û Erdîşê kir û doza alîkariyê li beşdarên rojê kir.
Birêveberê bernama rojê Helîm Yûsiv bû.
Beşdarên “Roja helbesta kurdî li derve” ya îsal 2011, çar seetan, di nav çar dîwarên komela hêlîn de, ku bi tabloyên xweşik yên şêwekara kurd Cîhan Ibrahîm hatibûn xemilandin, li ser tirajediyên ku li welêt diqewimin û ji ber helbesta Jan Dost ya li ser dayikê û hesretên xerîbiyê, bi çavekî giriyan û bi çavê din jî, di ber helbest û stiranên kurdî re, bendewariya siberojeke xweştir dikirin û dikeniyan. Hejmara beşdarên rojê bi ser sed kesî ketibû. Balkêş bû îsal pêla germayiya  guhdarîkirin û hestyariyê  ji her sal bilindtir bû.
Hêjayî gotinê ye ku alavên çapemeniya kurdî bi ti awayî guh nadin rojên weha. Tev li vexwendina televizyon û rojnameyên kurdî, dîsa jî kesek ji wan amade nebû.
Ji rojên  xerîbiyê yên kor, sar û dirêj, “Roja helbesta kurdî li derve” ya îsal rojeke xweş û germ û kin bû.
Komîta amadekar ya “Roja helbesta kurdî li derve”
31.10.2011

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mislim Şex Hesen – Kobanî

Di şopandina dîroka dewletên Rojhilatê Deryaya Spî (Rojhilata Navîn) de, eşkere dibe ku dabeşkirina wan dewletan ne li ser bingeha faktorên xwezayî an civakî pêk hat, lê li ser bingeha berjewendiyên hêzên derve hate saz kirin. Ev rêbaz, ku di nav polîtîkayên kolonyal û stratejiyên navneteweyî de…

Fewaz Ebdê

Ev pênc salin ku Berzanê Dilovan miriye. Ji wî çaxî ve û gora wî bûye weke deriyekî bilez hatibe girtin, deriyekî bêdeng. Her ku Alanê Sofî Silo di ber re diçû, hest dikir ku Berzan bi kaba tiliya xwe ya nîşandekê li wî deppî dixe, weke ku li bîrdanka wî…

Sersaxî

Me bi xemgînî koça dawî ya nivîskar û navdarê Kurd Mihemed Emîn Bozarsalan di jiyê 91 saliya xwe de bihîst, bi vê helkefta xemgîn, li ser navê Nûneratiya Ewropa ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê, bi dilsozî û xemgînî, sersaxiya xwe ya germ pêşkêşî malbat, dostên wî, pertûkxane û çanda kurdî dike.

Mihemed Emîn Bozaraslan (15.09.1934- 09.02.2026),
nivîskar, zimanzan,…

EBDILBAQȊ ELȊ

Kurd li Sûriya ne pêleke awarte ya penaberan an jî komeke li ser sînorên welat ku ji nişka ve ketine hundir, lê ew bûbûn -û hîn jî- beşekî resen ya tevna civakî û erdnîgarî ku bi sedsalan berî damezrandina dewleta Sûrî ya nûjen hatibû avakirin. Û ew ne mêvanên demkî…