Herêm ber bi guhertineke ne diyar de*

 Lewend Hisên

Li gor hemî helwest û pilan û lêkolînên li ser rojhilata navîn, wêne dibin, diyare ku wê guhertinek mezin û sereke, dê bête kirin û gelek kaxt û hevbendiyên herêmî û cîhanî jî pêre ji hev bikevin. Ev gomana han diyar dibe, ji rapora Bîkir – Hamilton û virde.
Gelek caran Serekatiya tevgera Kurd bi cavgirtî yan jî bi dilzojî pirs girêk û pirojeyan dixwîne, bayê siyaseta rojane çawa dê bimeşe Kurd jî bê ku li wate û mebesta van piroje û pîlanên xweş bikolin, li gor hesta xwe, helwesta xwe diyar dikin, pêre jî bê ku berjewendiyên ewan aliyan û hêzan nas bikin, biryar xwe distînin bi erêkirin yan jî bi dijayetiyê li gor hişekî seresere û kurahiya van pilan û pirojeyan xweş nakolin, ew jî sedema ku kesên lêkolînvan dûrî tevgerê ne, mebesta min jî tevgera parçeyê me, vajî  tevgera evî parçeyî serekatiya tevgera Başûrî Kurdistan gihiştiye pileka mezin ji têgihiştina Siyasî, û biryara xwe distînin bi awakî zane û jîr, helbet ew ji encama xwendinek durist ji pilan û pirojeyan tê.
Bê goman herêm li ber guhertinê ye, û hemi hêzên dijî guhertinê berxwedanê dikin, û pilanan dijî evê guhertinê wêne dikin û pêktînin, ew hêz jî tev dighên hev, û reng û netewe jêre tuneye, hin ji wan xwediyê ramanên olî ne, hinên din jî xwediyê ramanên sosyalin Kurdin, Erebin, Farisin… û ji hemi ol û netewa ne.
Tevgera meyî siyasî li vî parçeyî, gereke lêvegerînekê ji bername û xwestekên xwe re çêbike, bi taybetî daxwazên gel, pêrejî awayên xebatê û kar, di baweriya min de hin xalên sereke hene, gereke tevger li ser rawestê, û bibin xalên sereke di pirojeya çareserkirina doza gelê Kurd li vî parçeyî (rojavayî Kurdistan):
1- Bawerî bi hebûna parçekî ji Kurdistanê li ser xaka dewleta Sûryê, ji encama peymana Saykis- Bîko.

2- Nimûneyê fidraliyetê yê ku li Îraqê hatî biryarkirin, bibe nimûneke ji bo çareserkirina doza gelê Kurd li vî parçeyî.

3- Avakirina bereyeke siyasî ji hemî rêxistin û komelên sivîl û kesên serbixwe û rêzgirtina hemî nerînan bi awakî demukratî, bêyî ku yrk hêz yan jî yek kes li derveyî evê lêvegerê bimîne ji bilî hêz û kesên dijî daxwazên gelê Kurd kardikinû li gor berjewendiyên rêjêma dagîrker di xebitin.
Heger Kurd wek tevgera wêyî siyasî xwe amadenekê ji bo pûşerojê êdî wê xwe li derveyî pirojeya guhertinê bihêle.
Diyare ji her kesên siyasetmedare re ku tu Dewlet yan jî hêz û kes, tû çarî ne amadeye ku têkiliyên bike, bê ku sûdeyê bike ji wê têkiliyê, wusa jî ne  Emerîka (USA) û ne jî Ewrûpî (EU), ji bo Kurdan dixwazin guhertinê di herêma rojhilata navîn û ya jêrîn de bikin, ew ji bo berjewendiyên xwe dikin, û dixwazin ev herêm dibin destelatdariya wan dibê, çimkî ev herêm, mijte ji hemî celebên xêr û bêrên Esmanî û Xakî (erdî) û bin xakî, ji petrolê û şînî û avê, ev dawî ku rojekê wê ji gelek tiştan buhatir be û gerek tir be. Kurdistan jî ji wan hemî tiştên me li jor gotin, têre û dibe welatê yekemîn yan jî dewemîn bi têrbûna ewan tiştan.
Êdî pir derfet û kaxet hene ku Kurd dikarin jêre bi xebitin û di pirojeya guhertinê de bibin lîstkvanên sereke, heger hin merc û xal pêkanîn, êdî tirs li ser me namîne, lê heger xwedî wê siyaseta berê man, êdî kes nikare nasbike ku berê tevgera me li vî parçeyî bi kşdeye….. û emê çi sûdeyê ji vê guhertinê bikin, emê jî nizanibin…

———-

* Rojnameya Deng Hijmar: 77

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Serexoşî bi boneya koçkirina medyakara Kurd Lanaz Kurdo
Di du rojan de, me du medyakarên hêja ji dest dan, doh Helkewt Ezîz, û îro Lanaz Kurdo, em wek Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye bi dilekî pir bi xem û kovan serexoşiyê pêşkêşî malbata Xwedê jê xweş Lanaz dikin, herweha…

Rojnameya Azadiya Me (Azadîya Me) derdikeve holê di kêliyekê de ku bêdengî nema tê ragirtin, û di serdemekê de ku maskeyên civakî û siyasî zêde dibin û qadên rastiyê her ku diçe tengtir dibin. Ev rojname ne tenê bûyereke medyayî ya asayî ye, lê belavokek helwestê ye, destpêkek rêbazê ye, û…

Rabhan Ramadan

Şahidiyeke belgeyî ji girtiyekî berê ku kiryarên rejîma hilweşiyayî li dijî Kurdan bi hemû pêkhateyên wan ên siyasî, hunerî û wêjeyî tekez dike. Ev pirtûk ji aliyê mamoste Simko Omer Le’lî ve hatiye nivîsandin û di pirtûka xwe ya bi navê “Rojnivîska girtiyekî li ser navê lêkolînê” de kom…

Ebdilmecît Şêxo

Rûxwaş û Siyamend ji gundekî Çiyayê Kurmênc in,ez naxwazim navê gundê wan aşkere bikim,Siyamend bejindirêj e,lê Rûxwaş bi dirêjahiya Mitir û nêvekê ye,ew ji pênç salan de bûne bûk û zava,du kurên wan hene;Leheng çar salî ye,Xwaşnav du salî ye.

Lê hîn ji berê de herdem Siyamend bi diya…