Dema ku nivîskar wek mêvan tê vexwendin mala xwe!.. Çima ez beşdarî Kongreya Yekem a Federasyona Nivîskarên Kurd li Diasporayê nebûm?

Tengezar Marînî
Silav xwendevano:
Pirr biraderan ji min pirsiyar kirin û di rêka Messenger, WhatsApp û telefonan re, çima tu li Kongirê yekem amade nebûyî?. Birastî ez şerim dikim bibêjim, piştî bêhtir 40sal î ji nivîsînê, biraderekî nenivîskar, telefona min kir û got em te weke mêvan vedixwînin Kongira xwe ya Fiderasiyona nivîskarên Kurdistan li Diaspora دیاسپۆرا. Ez seyr mam, naxwazim chîrokê zêdetir dirêj bikim, lê dibêjim, Gelo rast e, ku yek eve bêhtir ji 40 salî dinivîse, yek nenivîskar jêre bibêjie were li mala xwe bibe mêvan? Pîroz be, ev dezgeha PDK-Kurdistan a Başûr, ku komek nivîskar ber bi xwe birin. Serketî bin.
Di baweriya min de, ev kar dê bi neyênî li PDK-Başûrî Kurdistan vegere, ji ber ev necara yekê ku weha dikin û bizavê dikin, bi şêweyên nedirust, hinekan têxin bin bandora xwe. Vekirî bibêjin: em dixwazin dezgeh û saziyekê ava bikin, ê dixwaze dikare bikeve nav me de û ev in, mercên me. Di avakirina revendê de jî wisa kirin û pirraniya endamên partiyên dostên wan, dest ji karên xwe ên partiya xwe berdan û hatin bûn endam. Ma ev dibe? Ma mirov wisa bi dost û birayên xwe re dike?!
Ya baş, em nivîsên xwe ên, em bawer dikin, ku dê sûdeya wan li ziman û wêjeya kurdî bi berdewamî binivîsin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…