Dakevin nav rêzên xortan

Omer Îsmail

Hevrêziyên xortan karekî pîroze di vê şoreşa sipî ya ku ji aliyê gelê Sûriyê ve hatiye kirin. û xwînrijandin û wêrankirina gund û bajaran ji aliyê rijêma Ba`as ya kevneşop ve tête berdewamî kirin.ev şoreş ji bo azadî ,wekhevî û mafên  mirovatiyê ye.daketina boş wek pêlan wê bingehê rijêmê bilerizînê,wê kuştinê ji alikî ve kêm bike û ji aliyê dî ve wê rêya azadiyê nêzîk bike.
vêca bi xurtî, jin û zarok,pîr û mêr hemû bi hev re dakevin qadê, da miletê Sûriyê ji êş û janê xelas bibê,da hêvî û omîda bav û kalên me di azadî û welatekî serbixwe de bi cih were.çima îro bi xurtî danakevin qadê,sedema wê daketinê di vê şoreşa azadiyê de çiye.eger tirsê cegerê we xwaribe û xewa bindestiyê li we şêrîn hatibe,gelo azadî û mafê we yê rewa wê çawe bi cih were.xewna azadiyê,Kurdistan, mafê miletê kurd,hêvî û omîdên me,xewnên bav û bapîran yên bi sala wê li kûderê bi civin.niha dem dema pêkanîn û çespandina van mafa ye,hêviya miletan di xebatkar û şoreşvanan de ye.piştgiriya milet ji van şoreşgêr û xebatkaran re wê hêzekî mezin bidê wan û wê binyata rijêmê bihejînê,wê welat bikê buhişta banî.

Miletê hêja: ev dem ji gelê me re derfeteka zêrîne û hevrêziyên xortan bi mêranî va daketne kolanê, û ked û karekî pîroz dikin.eger em jiyaneka xweş dixwazin û li pêşerojeka azad ji nefşên  nûhatî re digerin,emê bi tevî hêza xwe ve li hemû dever û bajaran dakevin kolanê,,da ku bingehê zordaran bihejînin û emê dîlana serketinê li ber roja azadiyê bigirin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…