Cawê rexinî bi kêra pîneyan nayê

Melevan Resûl
 
Sawîr min ji xwere dihlavêjin û bi salan ji salên bîreweriyê şûnde li bîra min tînin , dîmenên ji berya 60-70 salî diber çavan re derbas dibin .

Ez di bazara kirîn û firotana  cawan de me , li bajarê Qamişlo yan Dêrikê şeqal û beqalên ji Cizîrê xwe berdane sûkê , kolan neqelqe ji çûnûhatiyan re , sing û milê meşvanan li hev dikeve , hin bikir û firoşin û hin seyrangerin , dengê cambazan bi hêze , qîrêna wan bi awazên li hevhatî û ji berkirî dihêle sûk pêl bide :
De weriiiiiiiiin ……….. ? bikirno weriiiiiiiiiiin  ? efendîno weriiiiiiiin ? ji xwere temaşa kin û nekirin , dîtin belaşê , li berîka xwe nenerin , îro bazar di arzaniyê de ye , ji xwere li vî cawî bi nerin , li wî cawî binerin , werin cawê bi reng , cawê ji Keşmîrê , ji Semerqendê , ji fasonê ingilîzî .
Cawê me bi kêra jin peyan tê , zarok û xortan , bûk û zavan , cawê maqûlaye , li temtêla efendiyan tê , werin bi belaşî xwe bikin efendî , kesê pareyên wî nebin emê 3 gazan jêre bikin diyarî , de werin îro heye û sibe tuneye .
Qewîtiya me ji were hûn van cawan nexin ber derziyê maşîneyan û nedin destê terziyan , ev caw ji hevruşmê hindê hilûtire , bi derziyok û kiştibana tê dirûn , telî nermên me dikarin li temtêla we radin , emanet heta qiyamet vî cawî nexin axê û li ber tava havînê neraxin , rûnin li xwe kin û rabin ji xwe kin , bi kêra guvaştinê nayê , ne îto dibe û ne boyax dibe , em terzîne û terzevanê çawê hevrûşmî ne de weriiiiiiiiiiiin hey de werin .
Çiqas ev dîmen bedew û şirîne , ji xweve mirov mereq dike ku dakeve  sûkê û vê sûka kesadê serobino li hev bide , lê sed heyf û mixabin berîka bikiran qule û pîlek têde nîne , û şeqal , beqal jî xwedanê cawê rexinî ne , ne bi kêra dirûnê tê û ne bi kêra pîneyan tê .

Di kêliya xilwaşê de ev rûdan wekî rêze filmekî li ber çavê min diyar bû , dema min guhdarî li simînera sekreterên partiyên kurdî dikir , gelo ma bi rastî em dibazara kesadê de ne yan ez di xewa şiyariyê de me ?????.  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…

Xizan Şîlan

şev û rojên min

bi nalîn û keservedanên kûr

dibihurin

hinavên şewitî

bûye cîhê gund û bajarên

hilweşiyayî

henasa gewriya fetisî

ji bayê havînên nerm

werdigirim

rengê keskesora derûniya min

çilmisî

li ser axa şaristaniyê

koçberî û derbederî…