BRÎNA AXIFTÎ

Lewend Dalînî

Heta kû nehatibû binya xetê bi firarî û mehkûmîya kuştina polîsên wê rêjîmê ew û du pismamên xwe Hiso û Ûsivkê û tevlî kû nekete bindarê Hilgirtina tifing û çekê Eskerîya hikûmetê, û şerê çiya dijî leşkerê rijêmê . û tevlî timî mezinên wan di gotin “Em û ew dijminin”!?. hêjî nizanîbû çima dixwast kû ew leşker û qereqolên wan ne li vî welatî bin?Çimkî ew ne xwendevan bû û hînî xwendin û dîroka welat parêzbûnê nebûbû. Lê li binya xetê û bi tevgera xwe bi endamên welat parêz  re xweş çîrok û mesele ji nav  hev anîbû der, û peyre daxwazên wî mezintir dibûn û neman bi tenê rabûna qereqola ji gundê wî, lê koçkirina dijmin ji welatê wî bi carekê.
Li ser merşeke cilikî û li talda siya dîwarê Xwe ê axî pala xwe dabû balgehekî, temenê wî bûbû nêzîkî pêncih û pênc sala, lê di rûyê wî, û di binya kûm û kolosê kûrdî de nîşanên extîyarîyê xweş dihatin xuyanî kirin. Destê xwe avête qotîya tûtinê û vedikir pel ji jora qotîya xwe girt pelek jê anî der û hinek tûtin berdabû nav. Di ber pêçana cixara xewer û dibin sira bayê payîzî re kû   li poz û rowê wî dida ew nêzîkî sih salî vegerand û bire li paş.  
Dema ku serê payîzî û banga serê Sibehê bû Gihişte kola pezê brayê xwe Hessen û xuşka xwe Asîya, li şikeftekê ji yên çiyayê Mey Torê, xuşka wî li bayê bezê rabû hazirbûna taştîyekê jêre dikir û wî jî benê çaroxên xwe vedikirin û tifinga xwe danî alîkî (Bêhn berdana şervanekî). Her heydanîyê li xuşka xwe dikê çimkî bileze û taqîbata leşkera timî li pey wîye, û divê dûrî çavên casosa keve berî zeraqa rojê.
Qederê Kişandina çigarekê ne diqedîya ji dûrve pêjnek di hat û seyê wan ber bi wê pêjnêde di çû û seh di reya, û her zêdekir, xuşka wî ji der bilez kete hundirê şikeftê û got:
Keko rabe lê cendirma dora te kirin xelek, nav di kekê Xwe dida (Lê kekê Wê ne hewceyî navtêdanê ye, ji ber go gelek carên din gelekê Wek wan pîs pîs bi ser afserên wan şandibûn!?). Hema li bayê bezê Dest avête tifinga xwe û negihişt xatiran ji xuşka xwe bixwaze û tevlî çaroxên xwe yên sist û negirêdayî derkete der. Seh bi mêranî radibû ser herdû lingên xwe yên paşî û êrîşî wan dikir ( Heta bi sehê Wan jî zanîbû kû ev dijminin? û her bi xurtî êrîşî wan dikir). Cendirma bi qontaxên tifinga , xwe jê diparastin .  ji nişkave wî xwe li navbêna wan û seh xist û ser jêrî çiya bû, seh delîve nedida cendirma kû aminîya tifingên xwe lê bi qulbînin , ji alîkî ve û ji alîyê din ve jî qenc tavê rihnîya xwe nedabû kû wî bidne ber nîşana tifingên xwe. Cendirma bi kotekî xwe ji seh xelaskirin û ketin pey şopa wî; Lê cendirma xweş dizanin kû ew mêrxasekî bi nav û denge û navê mêrxasîya wî gelekî dinav rêjîma eskerî de belav  bûye, nîşan çîyekî gelkî zore,”karê Derzîyê bi tifingê Hilînê”. Gelek carên din gelekên wek wan bi pîsîtî bi ser Qereqolan de  şandibûn , û navek li pey derketîye dibêjin:
Kû du guhên wîna hene êvara yekî dixê Bin xwe û yekî dikê Lihêf û bi ser  xwe dadikê?!. Lê mefer lê teng bû!?.
Cendirme bi çavên tirsê Ketibûne  ser şopa wî û her efserê wan nav têdana di wan dide}… Dengê Tifinga weke tavên bûharê Ketin guhê Xuşka wî û hêsrên wê bêhemdî peyabûn ser riwê Wê , û di ber xwede di got:
Xwezî hema keko te taştîya xwe a dawî bi min re bi xwara. Û dua ji xwere dikir û digot: Eger vê carê Jî kekê Min bi silametî xelasbê Ezê Beranekî bikim sedqe!?.
Çaroxên wî yên vekirî ew gelekî şerpeze dikirin  û bi halekî kotekî ji serê çiyê  Gihişte nêzîkî binya newalê . rojê Ji nûve tîrêjên xwe vedan, cendirme raserî wî hatin , û gulle tênê weke baranê!? Herdû benê çaroxên wî  li hev herbilîn û ew qeyd kirin, destê Xwe avête xencerê Kişand û da benê çaroxa xwe da kû biqetîne lingên xwe azad bike,  hema dît kû şewtek ji lingê Wî yê rastê çû û germbûnek dawerivî ji jorê Ta binya lingê Wî , destê çepê Avête lingê Xwe kû dû  gullan lingê Wî derbas kirine û naskir kû wan  bêbavên neyara ew birîndar kirin, lê her şerê xwe berdewam kir heta kû ji ber çavên wan windabû.
Cendirma xwe kişand cihê kû lê hate birîndakirin  û şopa di nav dar û devîyan , gelî û zinaran re winda kirin..
Cendirma birîndarên xwe hilgirtin û bi alî qereqolê de bi lez diçûn, bi mebesta  kû sehê Binê Bînin û li pey şopa wîna herin û wî bigrin … Diwê navbêrê  re û bi lingekî di kulî û her dûrdibû  heta kû sawîrê wî nema hate xuyanîkirin û windabû…Hîna jî wê ew bûyer wê berdewam biba weke xewna bi şiyarî lê mixabin ……Dengek ji alîyê malê hat:

Bavê Feremez ….Bavê Feremez ….were … Va mêvanên me ên bîyanî hatine… ew ji wê şiyarkir….Bavê Feremez qotîya xwe a tûtinê girt, çigare xiste nav lêvên xwe û bi lez çû alîyê malê.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…