Em êdî li xwe bipirsin

Dr.Heznî Haco

Di serî de dixwazim vê bibêjim: Bila kesek şaş di min de tê negihêje ku ez bergiriyê li desthilatdariya Sûrî dikim. Ji her kesî ve belo ye ku ji sala 1963iyan û bi vir ve xwînawtirîn rêjîm li vî welatî peydabû. Sûrî. Ya ku rekorda kotedarkirinê (inqilab) ji dest emerîka Latin wergirt, bi vê hovîtiya niha nehat ser gelê xwe. Di hemu kotedarkirinan de hijmara leşker û serfirmanderên ku hatin kuştin ne gihaşt 100 kesan. Ez pê ne serwextim ku kesin sivîl di nav piyan de çûn. Ev tenê weke têbînî bibîr tînim, berî ku ez bikevim mijara nivîsa xwe.
Weke netewek ku di pêvajoya dîrokê de bibû gok li ber piyan, bi taybetî di dema Osmanî û Sefewiyan de, û piştî cenga cîhanê ya yekem, êdî  dem hatiye ku serê me li hedan bikeve û em vêca bi hûrbînî lêkolînan bikin, sedemên têkçûniyên xwe bibînin û encaman jê derînin. Birayên me yên başûrî piştî 1991ê nimûneyin guncav in. Reftara wan bi opozisyona iraqî re zelaltirîn nimûne ye. Ew çekdar bûn, çiyayên Zagrosan li pişta wan bn. Em jibîr nekin ku ev opozisyon bi destê Seddam hatibû xesandin, lê ew jî rast e ku giraniya wê di gastîna siyasî de hebû û xwedî  bandor bû. Kurdên başûr  xwe wek welatiyên iraqî dinasîn, lê ji dost û dijmin re dan xuyakirin ku ew bi tu  awayî vê carê rê nadin ku bazar li ser kêşeya wan bê kirin. Tevî wê hêza wan, û piştgîriya zilhêzan ji wan re, opozisyona ku li DYA, London û Selahedînê xwe diavêt ber lingên kurdan, piştî ku desthilatdarî kete destê vê opoisyonê, “birayên” wan hewldan û hînjî hewl didin ku destkeftiyên başûriyan daxin asta herî  jor.
Piştî  serhildana kurdên rojava di sala 2004an de, hevdîtinek di navbera hijmarek ji rewşenbîr û çalakvanên siyasî yên kurd li aliyekî û kesin ji çalakvanên mafên mirovan û civaka sivîl ên ereb li aliyê din, pêk hat. Ji aliyê kurdan birêzan Irahîm Alyûsif, Elî Cizîrî, Berzo Mehmûd , Meşel Temmo ûhd amade bûn. Ji aliyê ereban, Heysem Almalih, Rezan Zeytûnê û hinin din ji rojnamevanan li wir bûn. Gengeşe li ser bûyera 12 darê çêbû.  Heysem Almalih helwestek hişk î, ne çav li rê,  da xuyakirin û ji dêlva ku rêjîmê tawanbar bike,  rexê kurd gunehbar kir.
Ji dema ku xwepêşandanên dijî rêjîmê  li vî welatî destpê kir ta niha ez gengeşeyên opozisyona  ereb li ser  televizyonên  ereb  û  yên biyanî dişopînim. Ev opozisyon, a ku bi dehseriyan e û mirov ne di wê hêviyê de ye ku di demek kurt de were ser hev,  pirr kêm û şermokane navê me hildide, tevî ku ew pirr baş hêza xwe ya me jî dizane. Ev opozisyon – heger biser bikeve jî – dê bi  kêmasî ta 10 salan xwe bi vir û wir de bide dema em daxwaziya pêkanîna mafên xwe yên rewa lê bikin. Helwesta desthilatê jî ji ya wan ne çêtir e. Weke min di gotara xwe ya berî 3 rojan de jî  gotibû, nabe kesek pişta xwe bi hêzên derve ve girê bide. Berjeweniyên wan dê nexşerêwa wan diyar bike.
Dewleta tirk xwe hêdî hêdî  tevlî kêşeyê dike.  Xwezayî ye ku  ew  di serî  de dê lê bigere ku pîlanek weha deyne ku pîjek din weke li başûr peyda nebe ku bikeve çavê wê. Lê xwe ji her du layn jî dûr nake. Gih dibêje; divê desthilatdariya Sûrî bi reforman rabe, wate baş e ku ev desthilat bimîne, û ji aliyê din ve rê li ber opozisyonê, bi  taybetî  ya nêzîkî “birayên misilman” vedike û  civînan li ser xaka xwe,  ji wan re li dar dixe. Dê ji sedî sed tişta jê bê bike ku  bandora kurdan di van civînan de  nebe,  yan jî  herî lawaz be. Vê  yekê  dike weke ku wê pirsgirêka  herî  sereke  di nav xwe de,  çareser kiribe.

Em xwe kêm û biçûk nebînin. Kurd  xwedan hêzek giran e û dikare terazuyê bi xutrî  bi aliyekî  de bîne xwar, bi mercê ku em vê yekîtiya  xwe  biparêzin û xurttir bikin. Ji ber vê jî ji me tê xwestin li hawîrdorê xwe guh pêl bikin, bidin ser rêya zelal û êdî hew carek din di  jiyana xwe de  bibin gokên ber lingan. Gelo em dikarin bêhna xwe hinekî fereh bikin û demekê di navenda terazuyê de bimînin? 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…